Çavkaniyeke di nava Talîbanê de ji AFPê re ragihand ku tevgerê heya demeke nediyar înternet li ser tevahiya welat qut kiriye.
Heman çavkanî ku nexwest navê xwe aşkera bike, beriya qutkirina înternetê got: “Tu rêbaz an sîstemeke din ên ragihandinê nîn in. Qutkirina înternetê dê bandorê li xebatên bankan, gumrik û her tiştê li welêt bike.”
Rêxistina Çavdêriya Înternetê û Ewlehiya Sîber (NetBlocks) ragihand ku “ragihandina giştî ya neteweyî niha ji sedî 1 kêmtir e.”
Li welatên ku binesaziya ragihandinê ya bihêz tune ye, xizmetên telefonê piranî bi rêya înternetê û xetên fîber optîk têne girêdan. NetBlocksê ragihand ku qutkirina înterneta fîber optîk dê bibe sedema astengkirina xizmetên telefonên mobîl û sabît jî.
16ê îlonê berdevkê parêzgeha bakurê Balkhê Attaullah Zaid, bi fermana serokê Talîbanê Hibatullah Akhundzada, qedexekirina tevahî înterneta fîber optîk û “girtina torê” ragihand. Zaid li ser medyaya dîjîtal ev nivîsand: “Ev tedbîr ji bo têkoşîna li dijî xerabiyê hat girtin. Dê vebijêrkên alternatîf li seranserê welêt werin peydakirin da ku hewcedariyên ragihandinê bi cih were anîn.”
Tevgera Talîbanê ji dema ku li Afanistanê bûye desthilatdar (2021), siyasetên hişk li dijî gel, bi taybetî li dijî jinan, pêk tîne û di hemû qadan de mafên jinan sînordar kirine.