4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban vê carê jî karkirina jinan qedexe kir

Piştî qedexekirina çûna zanîngehê ya jinan Talîbanê vê carê jî karkirina jinan a di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de qedexe kir.

Li Afganistanê, Talîban jiyanê li jinan diherîme û maf û azadiya wan bi sînor dike. Beriya du hefteyan Talîbanê çûna jinan a zanîngehê qedexe kir. Tevî bertekên li dijî xwe jî vê carê karkirina jinan a li saziyên sivîl ên herêmî û biyanî qedexe kir.

Wezareta Aboriyê ya Afganistanê, der barê mijarê de biryarnamekê weşand û ragihand ku karkirina jinan a li saziyên sivîl ên herêmî û biyanî hatiye qedexekirin.

Li aliyê din bertekên li dijî biryara Talîbanê ya ji bo qedexekirina çûna jinan a zanîngehê jî didomin. Di vê çarçoveyê de 60 profesoran bi armanca şermezarkirina biryara qedexekirina çûna zanîngehê ya jinan ji peywirên xwe yên zanîngehên Talîbanê îstifa kirin.