24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban tekane radyoya jinan girt

Talîbanê avêt ser stasyoneke radyoyê ya li paytext Kabîlê ku tenê jin tê de dixebitîn û bernameyan ji bo jinan pêşkêş dikirin xebatkaran binçav kir û weşana radyoyê rawestand.

Li Afganistanê qedexe û kirinên paşverû yên Talîbanê didomin.

Wezareta Enformasyonê ya Talîbanê duh bi daxuyanek îdia kir ku ji ber Radyo Begum gelek binpêkirinan dike bi serde girtine. Di daxuyaniyê de îdia kir ku radyo ji bo şîrketek medyayê ya li derveyî welat bername û materyalan dişîne û hat diyarkirin ku heta lêkolîn biqedin lîsansa weşanê ya radyoyê hatiye rawestandin.

Rayedarên radyoya Begum ku li Afganistanê tekane radyoya jinan e, bi daxuyaniyek îdiayan red kirin û wiha gotin:  “Em di xizmeta gelê afgan, bi taybetî jinên afgan de ne. Rayedarên Radyo Begum, dan zanîn ku di serdegirtinê de bi rayedarên wezaretê re peywirdarên Dîrektoriya Îstîxbarata Giştî jî hebûne. Hat diyarkirin ku di serdegirtinê de 2 kes hatine binçavkirin, kompîtor, dîsk û telefonên li avahiya radyoyê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Radyo Begum, 5 meh beriya Talîban were desthilatdariyê, 8ê adara 2021ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatiye damezirandin û wiha hat gotin: “Talîbanê, piştî ku artêşa DYAyê ji Afganistanê vekişiya, heman salê di meha tebaxê de rêveberiya welat desteser kir. Radyo, bernameyên perwerdeyê, xwendina pirtûkan û şêwirmendiya bi telefonê jî di nav de ji aliyê jinan ve, ji bo jinan gelek xizmetan pêşkêş dike.”

Têkildarî girtina radyoyê, ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve daxuyaniyek hat dayîn û bang hat kirin ku xebatkarên radyoyê yên hatine binçavkirin werin berdan. Li gorî daneyên RSFê Talîbanê sala derbasbûyî 12 saziyên medyayê girtine.