Serokê Talîbanê Hibatullah Akhundzada di 2yê Mijdarê de perwerdeya tibê li jinan qedexe kir. Her wiha hat ragihandin ku di bin banê Wezareta Tenduristiyê ya Talîbanê de Serokiya Tiba Kevneşopî hatiye avakirin.
Wezîrê Tendirustiya Giştî ya Talîbanê Nûr Celal Celalî di 4ê Mijdarê de li Çînê tevli Konferansa Bijîşkiya Kevneşopî ya Navdewletî bû û li wir axivî.
Wezîrê Tenduristiyê yê Talîbanê di konferansê de got: “Divê li Afganistanê dermanên kevneşopî bên standardîzekirin, beşa dermanên nûjen li vê beşê bê zêdekirin da ku ji bo kesên bi vê beşê re eleqedar dibin mufredeyek standard bê amadekirin.”
Yekitiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyek li dijî vê biryara Talîban derket û got ku ev biryar dê rê li ber binpêkirina mafên mirovan vebike.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdarbûna jinan a perwerdeyê û xebatê ne tenê mijara wekheviyê ye, di heman demê de ji bo neteweyeke karibe têra xwe bike, pêş bikeve û serkeftî be xaleke girîng e.
Yekitiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de xwest ku Talîban demildest dev ji van qedexeyên xwe berde.