Bêguman talankerên Kurdistanê bi tenê xwe li talankirinê ranegirtine, wan di heman demê de gewher, kanzayên ser erdî û bin erdî û hemû hunerên ji aliyê zanyarên kurdan ve hatine dahênandin jî yan wêran kirine yan jî talan kirine.
Wan dagirker û talankeran an bi dek û lêban an jî bi darê zorê dest danîne ser berhemên kurdan, lê xwedî derketine û kirine malê xwe. Mînakeke şênber a vê karaset û talankirinê li Cizîra Botan rû daye. Rûdana vê bûyerê ku dibe cihê xemgîniyê bi kurtayî wiha ye:
Wekî ku dîrok jî dide çespandin, gelê kurd gelekî dahêner û afirîner bûye. Ji kurdên sumerî bigire heta niha ku wan gelek berhemên mîna nivîs, salname, amûrên hilberînê û kedîkirina ajalan hilberandin, çêkirin xistine bin xizmeta gelê xwe û gelên din. Bi taybetî Cizîra Botan ku herêmeke erdnîgariya vî gelî ye, gelek kesên navdar û dahêner ji vê herêmê derketine berhemên nemir afirandine û xistine xizmeta mirov û mirovahiyê. Lê talankeran her tim berhemên wan an talan kirine yan jî wêran kirine.
Bo nimûne Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîra Botan, ku ji hêla huner û nirxî ve li cîhanê wekî deriyekî dîrokî yê duyemîn hatiye çespandin, ku ev derî bi nîgar, dirûv, nimûş û nivîsên li ser hatine xemilandin di sala 1170î de ji hêla danerê kurd ê dameznerê forma sîbernetîkê Îsamyîlê Cizîrî ve hatiye çêkirin yek ji wan berheman e. Ev derî bi bronzî hatiye rûkêşkirin û nivîsa li ser ji kanza tûncî ye. Rûyê wî jî bi nîgarên ji sifir û zîvî hatiye xemilandin.
Ev derî xwedî du bask e, di nîveka herdu baskên wî de doqekên ji tûncî ku ji du marên ejderha, serê şêrekî û du teyrên baz ên ku asûna (pozisyon) hevdu temam dikin pêk hatiye. Li Cizîrê, ji van doqikan re ‘Ejderhayên Cizîrê’ tê gotin. Îsmayîlê Cizîrî wêneyê van ejderhayan di rûpelê 225mîn a pirtûka xwe de xêz kiriye. Bilindahiya vî derî 3 metre ye. Firehiya her baskî 1.13 metre ye. Cizîrî ev derî di serdema zengiyan de çêkiriye.
Li ser deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê nivîseke ku ji aliyê Îsmayîlê Cizîrî ve bi zimanê erebî ku ji kanza sifir û tûncî ye bi tîpên kûfeyî hatiye nivîsîn heye. Lê mixabin deriyê Mizgefta Mezin ê ku rûyê wî bi sifirî, bi nîgarên mar û ejderhayî hatibû xemilandin, ji ber ku pîşta wî ji depan bû riziye. Lê ev derî di sala 1946an de ji nû ve ji aliyê xeratê Cizîrî yê bi navê Îsmayîlê Nûrî ve bi hunera xwe ya xeratiyê hatiye restorekirin. Herwiha ev derî ji aliyê hinek kesên Cizîrî ve ji nû ve hemû taybetmendiyên wî yên mîna nîgar, dirûv, ejderha, mar, doqik û nivîsên ku berê li ser hebûne dîsa li gor reseniya wî hatiye nûjenkirin.
Îcar di sala 1983an de ji bo ku Mîmartî û Hunerên Destan ên selçûkiyan li Seraya Deriyê Topê ya Stenbolê di pêşangehê de bên nişandan, ku dê ev pêşangeh li Muzexaneya Şaristaniya Anatoliyayê ya Stenbolê bihata vekirin, herdu baskên deriyê Mizgefta Mezin a Cizîra Botan jî li gorî nivîsa fermî ya ku hejmara wê 395/143an ji Gerînendetiya Muzexaneya Mêrdînê tên xwestin. Miftîtiya Cizîrê jî, di roja 10. 06. 1982yan de ev derî ji bo demeke berdemkî ku li pêşangeha Stenbolê bê nişandan radestê Muzerxaneya Stenbolê dike. Piştî ku pêşangeh biqediya dîsa dê derî di sala 1984an de radestê Miftîtiya Cizîrê bihata kirin. Lê ji ber ku Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê li cîhanê xwedî nirxekî antîk û xwedî hunereke bêhempa bû, talankeran mîna her tiştên kurdan ên din dest danîne ser derî, êdî ew venegerandine Cizîra ku cih û warê wî bû. Ew jî mîna berhemên kurdan ên din di Muzexaneya Stenbolê de hiştine, bi vê lêb û îxanetê dest danîne ser deriyê mizgefta qedîm.
Serokê Enstîtuya Enerjiya Nuklerî yê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, Prof. Dr. Beril Tugrul xebateke du salan li ser deriyê ku ji aliyê Îsmayîlê Cizîrî ve hatiye çêkirin dike û di encama vê xebata xwe de pirtûkûkê dinivîse, girîngiya vî deriyê bêhempa hem li Tirkiyayê hem jî li cîhanê belav dike.
Geştyarên Almanî yên ku dihatin Cizîra Botan, wêneyê Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîra Botan dikişinin, ew jî li ber nimûşê van ejderhayan di teşeya wan de du ejderhayan çêdikin. Ev ejderhayên ku ji aliyê wan ve tên çêkirin li Muzexaneya Dewletê ya Alman bi hejmara 1/2242an tên tomarkirin. Li gor angaştekê, ev ejderha li ber berhema Îsmayîlê Cizîrî ya li Pirtûkxaneya Deriyê Topê hatine peçkirin (kopyakirin). Herwiha tê angaştkirin ku rûpela 26mîn a pirtûka Cizîrî jî ji vê pirtûkxaneyê hatiye dizîn. Her çi be bila bibe wan li nimûşê ejderhayên Cizîrî nihêrîne, paşê ew ejderha li ber nimûşê wan çêkirine, lê wan bi tu awayî nekarîne ejderhayên tam mîna yên Cizîrî çêbikin. Ejderhayên wan hem stûr, bêteşe û hem jî fîgurên wan jî tam ne mîna wî yên resen in. Lewre fîgurên ejderhayên Cîzîrî pir tenik û pir narîn in û rewatina wan bi hunereke hosteyane hatine şayesandin.
Îcar dema ku serokê Zanîngeha Prînceton û serokê Kursiya Mustefa Kemal Tirkologê navdar ê Amerîkî Bernard Lewîs ji Serokomarê Tirkiyyeyê xelatê werdigire, ew 10.000 dolarî bexşê Muzexaneya Berheman a Stenbolê ya Tirk-Îsalmê dike. Sedema bexşandinê ew bû ku wan Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîra Botan di pêşangehê de nîşanê wan dabû. Bi rastî Melenî Carya keça Bernard Lewîsî, ku yek ji pisporên Zanîngeha Pensîlwanyayê bû, bûbû evîndar û bengiyê Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîra Botan. Bêguman ji bo pêşangeha Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê pêwîstî bi gelek pareyan hebû. Vêca bavê Meleniyê Bernard Lewîsî jî ji bo ku dilê keça xwe şad û bextewar bike û dilê wê neşikê ev 10.000 dolar bexşandine.