10 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Talana xwezaya Kurdistanê qirkirineke sîstematîk a jîngehî ye

Ev talana xwezayê ne tenê encama polîtîkayên aborî an jî bêserûberbûna ewlehiyê ye; di bingeha xwe de, beşek ji şerê taybet e ku li dijî gelê kurd û erdnîgariya wê tê meşandin. Dewlet, bi awayekî plankirî, xwezaya Kurdistanê weke amûreke şerê psîkolojîk li ser navê ekolojîyê û aboriyê bikar tîne

Xwezaya Kurdistanê, bi sedsalan e weke mîrateyeke bêhempa ji mirovahiyê re şaristanî kiriye. Ev xweza, bi dewlemendiya xwe ya behrewerd, gelek çand parastiye û heta roja îro weke perestgeheke rewa maye. Vê xwezayê, bi rengekî xweşbîn, mirov, ajal û nebat hembêz kirine, hebûna xwe ya xweser parastiye û bi şirûstiyeke bêqisûr gihandiye heta îro. Lê belê, desthilatdarên ku di dîroka Kurdistanê de jî xuya dibin, mîna kralê Asûrî Salmanasarê III. ku sererd û binerda Kurdistanê talan kirine, her çendî bi ser neketibin jî, îro bermahiyên wan bi heman armancê vê qirkirina ekolojîk didomînin û êrişî xaka kurdan dikin. Ev bermahiyên talanker û wêranker, di şopa Salmanasarê III. de, bi salan e xwezaya dewlemend a Kurdistanê bi awayekî sîstematîk û bi şerê taybet tune dikin.

Ev talanî, bi taybetî di van salên dawî de, li Kurdistanê bi rengekî qirker û bêrawest berdewam dike. Ji avakirina santralên termîkê bigire heta bendavên bi navê “ewlehiyê”, ji vekirina şantiyên komirê heta lêgerîna petrolê bi dînamîtan, ji şewitandina daristanan heta birîna wan bi destê dewletê û cerdevanan, xwezaya Kurdistanê ji çar aliyan ve bûye armanca êrişên hovane.

Bi şerê taybet re tunekirina xwezayê

Ev talana xwezayê ne tenê encama polîtîkayên aborî an jî bêserûberbûna ewlehiyê ye; di bingeha xwe de, beşek ji şerê taybet e ku li dijî gelê kurd û erdnîgariya wê tê meşandin. Dewlet, bi awayekî plankirî, xwezaya Kurdistanê weke amûreke şerê psîkolojîk li ser navê ekolojîyê û aboriyê bikar tîne. Ji aliyekî ve bi navê “pêşveçûnê” an “ewlehiya jîngehê” bendav tên çêkirin, lê di rastiyê de ev bendav çavkaniyên avê û xwezayî yên herêmê dimiçiqînin, jiyana gundiyan û cotkaran zehmet dikin û di warê çandiniyê de bêberhemî diafirînin. Ji aliyê din ve daristanên ku sedsalan in bi xwezaya Kurdistanê re bûne yek, bi şewatên bi zanebûn têne tunekirin an jî bi awayekî sîstematîk têne birîn ku ev yek jiyana ajalên di nav wan de jî wêran û tune dike.

Şantiyên komirê û lêgerînên petrolê jî beşek ji vê qirkirina ekolojîk in. Ev hewldan ne tenê xwezayê wêran dikin, lê tenduristiya mirovan û jîngehê jî dixe xetereyê. Lêgerîna petrolê bi dînamîtan ax û avê jehrî dike, ekosîstemê hildiweşîne û jiyana li herêmê bê paşeroj dihêle.

Çima xwezaya Kurdistanê dikin armanc?

Gelek çavkaniyên xwezayî, weke maden, petrol, dar û ber, li welatê Tirkiyeyê jî hene û ne kêmî yên Kurdistanê ne. Lê belê, li wir xweza bi awayekî bihuştî tê parastin û li Kurdistanê jî tê wêrankirin. Ev ne tesaduf e, encama polîtîkayeke bi zanebûn e. Xwezaya Kurdistanê, bi dewlemendiya xwe ya jîngehî û çavkaniyên xwe yên xwezayî, ji aliyê dewletê ve weke tehdîdekê tê dîtin. Ev xweza, bi sedsalan e ji serhildêr û şervanên azadiyê re bûye stargeh, ew parastine û derfetên afirandinê daye wan. Ji ber vê yekê, ev erdnîgarî bi awayekî sîstematîk tê armanckirin.

Ev talan, bi destê şirketên ku şerê taybet li Kurdistanê girtine ser xwe û bi alîkariya hin xwefiroşên ji nava kurdan tê meşandin. Axa kurdan, di her warî de tê wêrankirin; dar û ber tên birîn, av tê miçiqandin, sererd û binerd tên talankirin. Ev ne tenê êrişeke li ser xwezayê ye, lê her wiha êrişeke li ser çand, dîrok û hebûna gelê kurd e.

Heta kengî ev dojeh?

Pirs ev e; ev talana xwezayê heta kengî dê berdewam bike? Heta kengî axa Kurdistanê dê bêyî parastin bimîne? Ev rewş ne tenê xwezayê, lê jiyana mirov, ajal û nebatan jî tehdît dike. Ji bo rawestandina vê qirkirina ekolojîk, divê gelê kurd û dostên xwezayê bi hev re têbikoşin. Pêwîstî bi hişyariyeke civakî, çalakiyên hiqûqî û berxwedaneke bêhempa ya xurt heye.

Xwezaya Kurdistanê ne tenê mîrateya kurdan e, lê her wiha mîrateya mirovahiyê ye. Parastina wê, ne tenê erka gelê kurd e, lê erka her kesê ku bawerî bi edalet û mafên xwezayê tîne ye. Divê em bi hev re vê talanê rawestînin û xwezaya xwe ji bo nifşên bê biparêzin. Pêwîst e em bi dengekî bilind biqîrin û bibêjin; Salmanasarê III. nikaribû vê şirûsta xwezayî têk bibe, lê bermahiyên dane ser şopa wî wê qet û qet nikaribi têk bibin!