10 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TAJÊ konferansa Aştî û Civaka Demokratîk silav kir

TAJÊ der barê girîngiya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku li Stenbolê hat lidarxistin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ku parve kir diyar kir ku ew Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya li Stenbolê hat lidarxisitn silav dikin û konferansê gelek bi nirx dibînin.

Daxuyaniya nivîskî ya TAJÊ wiha ye: “Bi navê tevgera azadiya jinên êzidî û civaka êzidî ya li Şengalê em hemû delege û beşdarvanên hêja yên konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî, silav dikin û konferansê li we tevan pîroz dikin.

Em jin û civaka êzidî vê konferansê gelek bi qîmet dibîn in. Gelên ku li ser vê xakê jiyan dikin di gelek qirkirin û komkûjiyan re derbas bûne. Me civaka êzidî li ser axa Mazopotamya 74 ferman jiyan kir. Herî dawî  di sedsala 21emîn de ku cîhan bû şahidê wê, fermana 3yê Tebaxa 2014an e. Di serdemek ku aştî di rojeva me de ye hîna bi hezaran mirovên êzidî winda ne. Ji ber wê em dibêjin aştî bi qîmet e û gelan heq kiriye ku bi aştiyane jiyan bikin.

Em piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk diyar dikin û bawar dikin ev serdemek dîrokî ye û serkeftina wê ji bo mirovahiyê wê bibe vejînek nû ya azadiyê. Bingeha aştiyek rasteqîn jiyanek sosyalîst e. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi yekîtiya gel û jinan, jiyana komînal a demokratîk carekî din ji nû ve bê avakirin. Serkefetina pêvajoyê wê bibe dawîanîna li fermanan.

Herwiha serkeftina pêvajoyê, bi pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Bijî Aştî û Civaka Demokratîk.”