13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TAJÊ ji bo dayikan dewreya perwerdehiyê vekir

TAJÊ bi armanca xwendin û nivîsandina zimanê kurdî fêrî dayîkên êzidî bike, dewreya perwerdehiyê vekir.

Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo dayîkên Şengalê li navenda xwe ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê kurdî (kurmancî) dewreyeke 15 rojan vekir. Perwerdeya TAJÊ rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Jinên tevlî dewreya perwerdeya xwendin û nivîsandina kurdî bûn, bang li tevahî jinan û dayîkan jî kirin ku xwe fêrî zimanê dayîkê bikin û vê derfetê ji dest nedin. Di nava dewreya perwerdeyê de Endamên Kordînasyona TAJÊ, Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tevlîbûn.

Dayê Sînem Îbrahîm ji ROJNEWS’ê re axivî û diyar kir nêzî Nêzî 15 roje perwerdeya zimanê dayîkê dibînin û wiha axivî: “Dayîk û jinên ciwan li vir tevlî perwerdeyê bûn. Heya niha em fêrî tîpan bûne. Ev perwerdeyeke gelekî xweşe. Tevî vê temenê xwe jî em hîn gelek tiştan fêr dibin. Divê dayîkên me yên Şengalê xwe fêrî zimanê dayîkê bikin.”

Xalîde Cemal jî kêfxweşiya xwe ji bo vê xebatê anî ziman û wiha axivî: “Em niha zimanê dayîkê fêr dibin. Emê paşê bikarin fêrî zarokên xwe jî bikin ji bo di pêşerojê de bi zimanê hinek din ne axivin.”

Jina ciwan a bi navê Nedo Sado jî diyar kir, ew zimanê xwe yê dayîkê fêr dibin, ji bo zarokên xwe jî bi zimanê dayîkê fêr bikin û neçin zimanên biyanî ne axivin û vê peyamê da: “Em spasiya mamosteya xwe dikin ku ked di ber me de dide. Em hem li vir perwerde dibînin hem jî li malê li ser dersên ku me dîtiye kar dikin. Dema em dinivîn, zarokên me jî ji me fêr dibin û çav li me dikin.”