7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TAJÊ: Em kîngê behsa yekitiyê dikin dijmin êrîş dike

Li dijî êrîşa li ser sazî û rêxistinên jinan yên li Silêmaniyê TAJÊ bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku tirsa desthilatdaran ji deng û rengê rastiya jinan û yekîtiyê heye ji ber vê sazî dibin hedefa êrîşan.

Asayişa Silêmaniyê beriya du rojan bi awayek hemwext, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TVyê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya aşkerekirina tawanên li dijî jinan de girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistinên jinan bi darê zorê girtin.

Li dijî vê êrîşê gelek nerazîbûn ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve derketin hole. Îro jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek li navenda Tevgera xwe ya li Sinûnê da. Daxuyanî bi beşdariya endamên Meclisa Jin û Tevgera Jin hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo ve hat dayîn.

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo daxuyanî da û da zanîn ku her tim li pişta hêz û rastiya jinan ne û wiha got: “Em piştevaniya kar û xebatên pîroz yên saziyên ku dibin deng û rengên jinan, saziyên ku hêz û rastiya jinan bi cîhanê didin naskirin saziyên jinan û rojnemegeran dikin. Tirsa desthilatdaran ji deng û rengê rastiya jin heye ji bo wê jî ev sazî dibin hedefa êrîşên dagirkeran. Destihlatdar dizanin ku saziyên jinan rastî û hovîtiya zilam bi civakê didin naskirin ji bo wê jî wan dikin hedef. Em weke jin û pêşengên Şengalê piştgiriya her sazî û rêxistinekî jinan dikin. Her demekê hovîtiya xwe zêde dikin û di serî de êrîşî rojnemegeran dikin û wan dikin hedef. Em êrîşên wan şermezar dikin.”

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo di dawiyê de bal kişand ser lîstokên dijminan yên li dijî civaka kurd û wiha got: “Mixabin her dema ku em dibêjin wê Kurdistan bibe yek dest, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava wê hemû bibe yek dijmin êrîş dike û zextê li ser dike ku dijminatiya hev bikin. Em jî dibêjin em van êrîşan şermezar dikin û tucarî qebûl nakin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidawî bû.