12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TAJÊ: Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin

TAJÊ bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya ‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin’ ragihand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  azadiya jinên êzidî ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya ‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin’ ragihand. Di daxuyaniyê de, Berdevka TAJÊ Rîham Hico anî ziman ku ew wek tevgera jin piştgiriya xwe ji bo vê pêngavê nîşan didin. Hico destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn nehatiye şikandin û têkoşîn dê berdewam bike heya ku ew azad bibe û got, “Bi vê armancê, TAJÊ pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ da destpêkirin, ku armanca wê belavkirina fikir û ramanên Ocalan e. Wek jinên êzidî daxwaza me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me jinên Êzidî ye.”

Dayikên şehîdan, Xoxê Cindî û Berfê Elyas jî axivîn. Xoxê Cindî diyar kir ku jinên êzidî divê berî her tiştî Abdullah Ocalan hîs bikin û got: “Weke jin û civaka ku ji qetlîaman derbas bûye, em dixwazin Serok azad bibînin. Divê em êdî wî azad bibînin, bikaribin biçin hevdîtina wî û bi çavê xwe rewşa Serok Apo bibînin.”

Berfê Elyas jî destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ji destê wan were bikin û ev tişt got: “Em destpêkê silavên xwe ji Serokê xwe re dişînin û em dixwazin azad bibe. Serokê me ji bo aştî û azadiyê çi ji destê wî hat kir û teqsîr nekir. Hêvî û daxwaza me azadiya Serokê me ye. Ger Serokê me azad bibe em jinên Êzidî jî azad bibin. Ev bi salane em xwe û zarokên xwe li ser fikrên Serok Apo perwerde dikin û axa xwe diparêzin. Azadiya me azadiya Serokatî ye û em azadiya Serok Apo dixwazin.”

Li ser navê Jinên Ciwan ên Şengalê, Avesta Ezda jî axivî û ev tişt bilêv kir: “Em jî wek Jinên Ciwan ên Şengalê bi hezkirin û rêzdarî Rêber Apo silav dikin. Weke jinên ciwan em cihê xwe di nav hemleya TAJÊ de dibînin. Tiştên ku dikeve li ser milê me hîn bêtir xwendin û belavkirina fikrên Rêber Apo ye. Em encax wisa dikarin bi berfirehkirina rêxistina xwe bibin layiqê Rêber Apo.”

Ezda bal kişand ser girîngiya nameya Abdullah Ocalan ji bo civaka êzidî û jinên êzidî û destnîşan kir ku divê jin xwedî li peyama Abdullah Ocalan derkevin û xwe hîn zêdetir perwerde bikin. Avesta Ezda ev tişt anî ziman: “Pêwîste em wek jinên ciwan ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên ciwan e. Rêber Apo herî zêde nirx û girîngiyê dide azadiya jinê û dibêje ‘azadiya jinê azadiya min e’. Li ser vê esasê divê em xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.”