Bi şer û bûyerên ku li herêmê diqewimin stratejiya Amerîkayê ya Li Rojhilata Navîn hîn baştir tê fêmkirin. Krîza li Rojhilata Navîn ku bi şerê li Xezayê kûrtir bû, bi gefên li ser Lubnan û Sûriyeyê dewam dike. Rêveberiya Donald Trump stratejiya xwe ya nû weke “vîzyona îstîqrara herêmê” bi nav dike. Ji bo pêkanîna vê stratejiyê jî wisa diyar e ku Nûnerê Taybet ê Donald Trump û Balyozê Amerîka yê Tirkiyeyê Tom Barrack hatiye erkdarkirin. Barrack derbarê stratejiya Qesra Spî û pîlanên wan de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nivîseke dirêj nivîsî. Barrack silametiya stratejiya xwe bi peymana Abraham ve girêdide. Lê wisa diyar e ku ev stratejî rasterast li ser bingeha ewlekariya Îsraîlê, bêçekkirina Hîzbullahê, zextên li ser Îranê û entegrasyona aborî ya Sûriyeyê hatiye avakirin.
Li gor Tom Barrack, stratejiya Trump a Rojhilata Navîn li ser sê stûnên esasî hatiye avakirin. Ya yekem, ewlekariya Îsraîlê û normalîzekirina herêmî. Ya duyem, peymana Abraham ku weke “stêrka gelawêjê” tê binavkirin û Erebistana Siûdî jî tevlê dike. Ya dawî jî ew ku piştî Xezayê, Lubnan û Sûriye di çarçoveya “aştiya aboriyê” de tên armanckirin.
Ev stratejî li Sûriyeyê piştî avakirina hikûmeta demkî ya Şamê, hevsengiyê ji nû ve dixe rojevê. Têkiliyên Tirkiye-Misir-Erebistana Siûdî-Îsraîlê tên teşwîqkirin. Ji bo ev têkilî hîn xurttir bibin lazim e êdî Qanûna Sezar a zexta aboriyê ya li ser Sûriyeyê bi dawî bibe.
Li gor nivîsa Barrack yek ji şertên Amarîkayê ew e ku divê li Lubnanê Hîzbullah were bêçekirin. Yan na wê bi Îsraîlê re şerê wê, bikeve rojevê. Amerîka û Fransa ji bo bêçekkirina Hîzbullahê bi hev re kar dikin. Dema wê hatiye ku Lubnan ji bandora Îranê derkeve. Yan na dê hem di milê eskerî de û di milê aborî de dor lê bê girtin.
Tom Barrackê ku gotin li cih be mîna waliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê li Rojhilata Navîn xwe bi nav dike, li ser pozîsyona Îranê jî nirxandin kirin. Li gorî Barrack; “Îran dijminê sereke yê herêmê ye. Îran di warê eskerî û aborî de pir qels bûye. Ji bo wê jî, niha dema wê ye ku ji bo Lubnanê jî ev were kirin.”
Di van nirxandinan de diyar dibe ku baronên şer li ser masê planên xwe yên li ser herêmê bi dawî kirine. Ev plan û projeyên li ser îradeya gelan tên ferzkirin bi tu awayî ne li gorî berjewendiyên civakê ne. Dîsa yên ku wê bên kuştin, mal û milkên bên wêrankirin civak bixwe be. Ev dewletên serdest ên êdî ji aliyê şîrketên global ve tên birêvebirin ji bo berjewendiyên xwe nirxên civakê yek bi yek ji holê radikin.
Li himberî van planên ku îradeya gel tune dihesibîne, paradîgmaya rêber Apo ya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê weke alternatîfa herî xurt derdikeve pêş. Rêber Apo di pirtûka xwe ya “Konfederalîzma Demokratîk” de, krîz û qonaxên girîng ên li Rojhilata Navîn yek bi yek analîz dike û van weke qonaxa “krîza kapîtalîzmê” pênase dike. Rêber Apo vê bi pergala netewe-dewletê ve girêdide ku ev jî bingeha stratejiya Amerîkayê ye. Rêber Apo di pirtûka xwe de dibêje: “Pergala netewe-dewletê çanda qedîm a Rojhilata Navîn mîna kêrê parçe dike”. Di van nêrînan de jî diyar dibe ku bi pergalên çêkirî û nehomojen ev civaka qedîm nayê birêvebirin. Ev li dijî karekterê civakê ye.
Pir aşkere ye ku sedema şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn pergala netewe-dewletê bixwe ye. Li şûna netewe-dewlata ku xwe li ser civakê ferz dike û bi tu awayî îradeya civakê nateyisîne demokrasiya rasterast û otonomî weke alternatîf derdikeve pêş. Li gorî vê, ne dewleta navendî, konfederasyoneke civakî ku pêkhateyên herêmê dikarin li gorî çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe di çarçoveya otonomiyên xweser de xwe birêxistin bikin.
Dema mirov di vê çarçoveyê de li stratejiya Trump a Rohilata Navîn dinêre bi awayekî aşkere tê dîtin ku ji pêdiviyên gelan zêdetir ên dewlet û şîrketên global derdikevin pêş. Em dikarin bêjin ku ev stratejî bi xwe re weke ku Tom Barrack dibêje wê aştiyê nîne, berovajî, li herêmê hegemonya kapîtalîst berfirehtir bike.
Bi taybet peymana Abraham a ku Îsraîl û hin welatên Rojava jî bi israr dixwazin têxin meriyetê jî mirov dikare weke Sykes-Picota nû jî şîrove bike. Ev proje û stratejiya ku gelên herêmê weke amûrekê dibîne ne mimkum e bikaribe li herêmê aştiyek daîmî misoger bike. Di vir de pir aşkere diyar dibe ku ev hêzên hegemonîk li ser siyaseta bê-Kurdistanê dixebitin û hewl didin vê nêrîna xwe li ser gelan ferz bikin.
Di encamê de em dikarin bêjin ku stratejiya Amerîkayê ya 2025an, ku Tom Barrack wekî “stêrk”ê dibîne, di rastiyê de “şevên tarî yên kapîtalîzmê” ne, ku îradeya gelan înkar dike û krîzê kûrtir dike. Li beramberî vê rêber Abdullah Ocalan, bi konfederalîzma demokratîk, alternatîfê pêşkêş dike: ne “aştiya xeyalî”, lê rizgariya rastîn li ser bingeha demokrasiya gelan rêya herî xurt e.
Bi taybetî dema em li şerê Xezayê dinêrin ku tê de zêdetirî 67 hezar kes hatin kuştin girîngiya aştiya herêmê hîn bêhtir derdikeve pêş. Lê welatên ku li ser pergalan netewe-delwetê hatine avakirin ji bo xwedî li vê kevneşopiya xwe ya êdî ne mimkun e were dewam bikirin derkevin şeran li ser gelan ferz dikin. Ji ber vê yekê ev hêz gefan li welatên Rojhilata Navîn dixwin û dixwazin wan bikişînin nav tora xwe ya kapîtalîst. Rêber Apo li hemberî van hewldanên ku hebûn û îradeya civakê înkar dikein, erka mezin dide yekîtiya gelan. Bi taybetî dibêje, “Demokrasiya civakî, rizgariya Rojhilata Navîn e.”
