Çav li rê ye ku sibê li Madrîdê civînek di navbera serokomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan û serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto û serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen de pêk were. Civîn dê 3 rojan berdewam bike û tê de dê helwesta hikûmeta tirk a li dijî tevlêbûna Fînlanda û Swêdê ya NATO’yê were şîrovekirin.
Erdogan beriya vê civînê helwesta xwe ya li dijî tevlêbûna van herdu welatan a NATO’yê dubare kir û wiha got: “Em ê helwesta xwe ya ji bo tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO’yê neguherînin.”
Li gorî rapora Helsînkî, civîn dê bi amadebûna sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg li paytexta Spanyayê were lidarxistin, her wiha ev yekemîn civîna bi serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto û serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen re ye.
Serkirdeyên NATO’yê di lûtkeya sê rojan de dê ji Erdogan daxwaz bikin ku nerazîbûna xwe li hember daxwaza Fînlandiya û Swêdê ya tevlîbûna hevpeymaniya leşkerî berde, ji ber ku welatên Rojava bi vê yekê dixwazin ku îşareteke biryardariyê ji Rûsya û Çînê re bişînin.