20 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriye ber bi şerekî mezhebî ve diçe!

Elewî û çîroka qirkirinê ji rêzeqirkirinên gelê kurd di nav sedsaleke bixwîn de ne dûr e, hemwextî wê jî qirkirina xirîstiyaniyan ango komkujiya Seyfo û Semelê bi bîra mirov dixe. Dewletên nijadperest û netewperest xwe li ser xwîna mirovan û qafên wan ava dikin.

Mezheba elewî piştî suniyan duyemîn koma herî mezin a Sûriyeyê ye û doktrîna wê jî ji mezheba şîe hatiye girtin. Hejmara elewiyan li Sûriyeyê niha nêzîkî 1,7 milyon e, ango nêzîkî ji sedî 9 nifûsa Sûriyê ye.

Ji 6ê adarê ve ji aliyê cîhadistên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêmên peravê li ser gelê elewî, bi hinceta “Bermahiyên rejîma berê” komkujiyên dijmirovî pêk hatin. Di encamê de ji hezarî zêdetir kes hatin kuştin. Her wiha bi hezaran kes ji bo ku xwe ji cîhadistan biparêzin, koçî Lubnanê bûn. Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, di 10ê adarê de kuştina sivîlan û pêkanîna komkujiyên li ser elewiyan, wek ‘serkeftinê’ pênase kir.

Bûyera ku wê di hişê sûriyan de bimîne û jibîr nekin ên ku li peravên Sûriyeyê qewimî ye ku rêbazeke osmanî û DAIŞî bû. Sivîl tenê ji ber ku elewî bûn hatin kuştin. Bi rojan, gund û bajarên li beravên Sûriyeyê Tertûs, Laziqiye, Misyaf û hwd. bûne qada îdamkirina komkujiya ku sivîlan dikin armanc û piraniya wan ji mezheba elewî ne.

Elewî û çîroka qirkirinê ji rêzeqirkirinên gelê kurd di nav sedsaleke bixwîn de ne dûr e, hemwextî wê jî qirkirina xirîstiyaniyan ango komkujiya Seyfo û Semelê bi bîra mirov dixe. Dewletên nijadperest û netewperest xwe li ser xwîna mirovan û qafên wan ava dikin. Dewleta Tirk li ser qirkirina kurd û xirîstiyanan û desthilata nû ya Sûriyeyê HTŞê yê cîhadist jî li ser qirkirina elewiyan xwe ava dikin.

Ne şer bû kuştineke mezhebî bû

Tiştên ku qawimîn ne şerekî di navbera leşkeran de bû, ne jî rûbirûbûnek di navbera çeteyan de, lê belê ew operasyoneke kuştinê bû ku sivîlan li ser bingeha mezhebperestiyê armanc dikir. Tevahiya malbat ji hev qetiyan, laş di kolanan de hatin kaşkirin û li ber çavên dayikan jî zarokên wan hatin kuştin û gund û bajar tijî dîmenên qirkirinê ku di sedsala 20 û 21an de heman qirkirinê gelê kurd û xirîstiyan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her wiha li başûrê Kurdistanê hatin jiyîn. Kuştinên komî yên bibelgekirî, darizandinên meydanî, tasfiyekirina nasnameyan, karwanên maşînan zirxî ji çeteyan bajar û gundan vediguherînin qetilxaneyên mirovan. Qurbanî ne leşkerên di şer de bûn, lê belê ew xwendekarên zanîngehên xwe bijîşkên pêşeroj û hunermend bûn, karkerên di kargeh û erdên xwe de, bijîşkên li nexweşxaneyên xwe nexweş derman dikirin û dixwestin jiyaneke nû pêşkêşî wan bikin. Malbatên ku xwe di nava dîwarên malên xwe de veşartibûn nikarîbûn wan ji hovîtiya mirinê ya ku bi navê tolhildanê tê, biparêze. Tirsa ku hat jiyîn, wê jibîr nebe, dengê çeteyan û kuştina mirovan li ber çavan neyê jibîrkirin.

HTŞê rûyê xwe yê rastîn û maskeya ku li ser rûyê xwe danîbû, di komkujiyên elewiyan de aşkere kir. Maskeyê rûyê HTŞê ket û rûyê DAIŞê û osmaniyên serdema nû derket holê. Di komkujiyên elewiyan de destên dewletên ku destekê didin HTŞê jî hebûn ku piraniya çeteyên ev komkujî pêk anîn çeteyên Hemzat û Emşatan bûn ku ligel wan jî çeteyên biryanî yên ozbekî, îgor û yên ku ji welatên cîhanê yên cuda hatine, bûn. Komkujiya li dijî elewiyan kîna bi salan e û ji ber nasnameya xwe tên kuştin. Ji ber dema ku çeteyên HTŞê derbasî gund û bajarên perava Sûriyeyê dibûn, ev dipirsîn ku hûn elewî ne yan jî sunî ne, li ser bingehê nasnameyê malbat hene ku ji kok de hatin kuştin, dapîr û bapîr ligel keç û lawan û zarokên wan ên çend mehî jî hatin kuştin.

Xwendekarek ji rojavayê Kurdistanê ku sala yekem li Zanîngeha Laziqiyê beşa Tipê de dixwend, bi fîşkeke wan çeteyan hat kuştin. Ku ew xwendekara kurd bû, gava ku xwendina xwe temam kiriba wê bûba bijîşk û bêyî ku ferq bixe navbera mezheb û ol û baweriyan wê ew çeteyên rûreş û kujer jî derman kiriba û erka xwe ya mirovî pêk anîba. Dayika wê xwendekarê wekî ku keça wê ji zanîngehê derdiçe, li şûna keça xwe cilên wê yên derçûnê li xwe dike û wiha keça xwe oxir dike.

Colanî duh ji bo elewiyan çi difikirî îro çi dike?

Şerî di hevpeyvîneke Al Jazeera ya 2015an de elewiyan wek beşek ji mezhebeke ku ji olê dûr ketine bi nav kir û daxwaz ji wan kir ku xwe ji Esed dûr bixin û baweriya xwe biguherînin da ku ewle bimînin. Îro jî piştî ku rejîma Sûriyeyê ket û HTŞ hat ser desthilatê, Şerî rû û kîna di dilê xwe de derxist û komkujiyeke wiha pêkanî ku qet wê neyê jibîrkirin. Îro jî Şerî gelê elewî yên ku kuşt wekî bermahiyên rejîma Esed bi nav dike û vê tuhmetê dike ku qaşo bermahiyên Esed bi piştgiriya aliyên derve hewl didin nakokiyan biçînin û Sûriyeyê vegerînin şerê navxweyî û paçe bikin. Ev yek tê wateya rewakirina kuştina gelê sivîl ê bêguneh, da ku piştre jî hesabê vê komkujiya bixwîn nede û ser wê bigire. Dîsa ligel hevpeyvîneka Reutersê, Şerî got ku kuştinên komî yên endamên mezheba elewî metirsiyek e li ser hewlên wî ji bo yekkirina welat e û soza cezakirina berpirsan kir ku tevî ku ew “nêzîktirîn kesên wî” bin. Şerî xwe dike ku destê wî di vê meselê de tune ye. Lê mirov li hevdîtinên wî yên çend sal berê û yên niha binêre, wê were dîtin ku komkuiya ku hezar ê 383 kes hatine kuştin birêxistinkirî ye, baş hatiye plankirin û di pêkanîna wê de jî cih girtiye.

Human Rights Watch ragihandibû ku “bi sedan kuştî”, di nav wan de hemû malbat in, her wiha li gorî Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan hezar û 383 kuştiyên sivîl ragihand ku piraniya wan elewî ne. Kuştina mirovan li ser bingeha nasnameyê bû, ger ne elewî ba dihat efûkirin û elewî ba tev malbat û zarokên xwe dihatin kuştin. Mafên wan ê jiyanê hatiye binpêkirin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi rejîm û rêveberiyeke laîq ku tê de îslam, xirîstiyan û hemû olên din bi hev re bikaribin bijîn û bikaribin pêşerojeke bi ewle ava bikin ku hemû netewe bi hev re bijîn heye.

Komkujiyên elewiyan Şengal, Efrîn û bakurê Kurdistanê bibîr dixe

Komkujî ne tenê bûyereke derbasbûyî ye, ev birîn kûr e û di laşê Sûriyeyê de tenê bi pejirandina xeletiyê, hesabpirsîna sûcdaran û pabendbûna bi nirxên dadmendî û mirovatiyê yên ku Sûriyeyê bi salan berê ji bo wan rabûne, tê dermankirin. Lê her çendî dereng were xistin jî, wekî komkujiya Seyfo wê komkujiya elewiyan jî were nasîn. Komkujiya elewiyan Şengal, Efrîn û bakurê Kurdistanê tîne bîra gelê kurd ku dewleta tirk bi çi awayî û hovîtî kurdan dikuşt û hestiyên kurdan di qotîkan de dan dayik û bavê wan. Revandina elewiyên jin mîna revandina jinên Efrînê û Şengalê ne ku çawa di bazaran de hatin firotin û destdirêjî li ser wan çêbû.

Sûriyeya pirrengîn a ku kurd, durzî, elewî, xirîstiyan û ereban dihewîne, êdî ber bi yekrengiyê ve diçe. Kuştina elewiyekê/î wekî kuştina kurdek û durziyekî ye. Şewitandina gundên elewiyan mîna şewitandina gundên kurdan yên li bakurê Kurdistanê ne. Kaşkirina cenazeyê jin û mêran bi erd ve ji kaşkirina cenazeyên kurdan ên li bakurê Kurdistanê ne pir dûr e. Pir ji hev ne dûr in, gelên ku li ser vê axê dijîn ji aliyê pergalên serdest ve tên perçiqandin û îradeya wan tê têkbirin. Di komkujiyên li peravê de çêbûn, zagonên mirovahiyê hatin binpêkirin, sûcên şer hatin pêkanîn û kujer li derve bi awayekî azad digerin û ew dayika han zarokên xwe radike û bi rondikên çavên xwe dişo û vedişêre. Bifikirin ku ewqas elewî hatin kuştin,da ku HTŞê li ser sûcên kiriye bigire ew cenaze bi komî veşartin û avêtin cihê kûr ên wê herêmê, da ku NY nebînin.

Dijminê jinan nikare sibêrojek baştir pêşkeşî gelên Sûriyeyê bike. Nikare Sûriyeke demokratîk azad wekhev û bi edalet ava bike. Cîhadistên ku îro Sûriyeyê bi rê ve dibin wê Sûriyeyê ber bi şerekî mezhebî ve bibe û wê komkujî û kuştinên ferdî pêk bînin bêyî ku di aliyê zagonî de werin cezakirin. Hîn dê şerekî mezintir biqewime, ji ber HTŞê di destûrê ku daniye û erê kiriye de neteweyên din qebûl nekiriye, mafên wan neparastiye û jinan nas nake. Bi vî awayî pirsgirêka Sûriyeyê û aloziya wê ji berê zêdetir kûrtir bibe. Ji ber Sûriyeyê parçekirî ye niha, bi dagirkeriya heyî û pêkanîna komkujiyên nû û nenaskirina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê Sûriyeke nû ava nebe.