2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sûrên Amedê nale nale

Restorasyona Sûrên Amedê yên qada Deriyê Mêrdînê ku 2.5 sal berê dest pê kir, diviyabû ku 7 meh berê biqediya ya. Lê îskele ava kirin û bi dawî nekirin

Restorasyona Sûrên Amedê yên qada Deriyê Mêrdînê ku 2.5 sal berê dest pê kir, diviyabû ku 7 meh berê biqediya ya. Lê îskele ava kirin û bi dawî nekirin. Sûrên Amedê ku bi îskeleyan hatine dorpêçkirin, li şûna bê restorekirin, nêzî 2 sal in di halê xwe de hatiye hiştin û bê xwedî maye.

Şîrketa restorasyonê 2.5 sal berê bi kontrola Wezareta Çand û Tûrîzmê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku wê demê di destê qeyûm de bû, li milê Deriyê Mêrdîn dest bi xebata restorasyona Sûrên Amedê kir. Şîrketa Anonîm a Muşavîrî û Gokalp Proje ya ku kar dimeşîne di 21ê Tebaxa 2023an de bi 88.626. 160.00 tl îhale wergirt. Şîrketê piştî îhayeyê cihê restorasyonê teslîm girt û dest bi xebatê kir. Lê bi sedema pere kêm e, ji sedî 25 karê restorasyonê kir û di nêvî de hişt. Diviya bû şîrketê karê restorasyona Sûrên Amedê di 24ê Îlona 2024an de temam kiribûya. Lê 7 meh di ser dîroka dawî ya restorasyonê re derbas bûye hîna ji sedî 75ê rastorasyonê li erdê maye. Sûr û bircên Amedê ku 2.5 sal berê îskeleyên hesinî li dora wan hatiye pêçan, 2.5 sal in di nava îskeleyan de hatiye hepiskirin û tecrîdkirin. Sûr û bircên Amedê ji ber ku bi îskeleyê hatiye dorpêçkirin, ji turîzmê re jî hatiye girtin û 2.5 salin hatiye tecrîdkirin.

Şaredariyê peyman fesih kir

Dema em bi şopa xebata restorasyonê suran ketin, me dît ku sûr bê xwedî hatine hiştin. Têkildarî mijarê tu sazî û kes xwe li xebatan nake xwedî. Di encama lêkolînê de hat dîtin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di kanûna 2024an de karê îhaleya restorasyonê fesih kiriye. Karê restorasyonê ji şîrketa kar û Wezareta Çand û Turîzmê re maye. Li gel ku 4 meh berê Şaredariyê peymana bi şîrketê re fesih kiriye jî hîn tu xebat nehatine kirin.

Em ketin şopa mijarê û em li Midûriyeta Çand û Turîzmê geriyan. Lê rayedarên li vir em arasteyî Midûriyeta Turîzmê kirin. Dema em li Midûriyeta Turîzmê jî geriyan, rayedarên li wir jî destnîşan kirin ku tu eleqeya wan û vê xebatê bi hev tune ye. Midûriyeta Turîzmê em arasteyî Midûriyeta Roleve û Bîrdariyan (Röleve ve Anıtlar) kir. Li ser vê agahiyê vê carê me berê xwe da Midûriyeta Roleve û Birdariyan û em li wan geriyan. Rayedarên li vir jî destnîşan kirin ku ew pê eleqeder nabin û em arasteyî Buroyên Venêrtin, Kirin û Parastinê (KUDEB) kir. Rayedarên li vir jî bersîv nedan. Lê rayedarên şaredariyê destnîşan kiribûn ku peyman 4 meh berê hatiye fesihkirin.

Sedem qeyûm e

Têkildarî rewşa Sûran Serokê Odeya Mîmaran a Amedê yê berê Ferît Kahraman jî anî ziman ku li gorî peymanê divê fîrma kar temam bike, lê li vir kar temam nebûye. Her tişt nîvco hatiye hiştin. Ev zerarê dide berhemên dirokî. Berê Wezaretê piştgirî dida restorasyonê. Lê niha nade. Sedema wê jî qeyûm e. Niha piştgiriyê nade rêveberiya herêmî.  Wezaret cudakariyê dike. Bajarê 33 şaristaniyan divê ne di vî halî de be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê