Festîvala Sûr-Fest II ku ji hêla şaredariya Sûrê ya Amedê û Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ve bi hev re hat organîzekirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Festîval di rojên 19-20 û 21ê îlonê de li sê gundên navçeya Sûrê yên Kabê, Palûke û Tilêlekê yên mezin pêk hat. Bi taybetî jî beşdarên festîvalê zarok û jinên ciwan gelekî kêfxweş bûn. Di tevahiya rojan de, atolye, qadên lîstikê, futbol, voleybol, atolyeyên rîtmê û çalakiyên boyaxkirina rû, atolyeyên neqişandina çenteyên jinan û tîşortan, bala beşdarên festîvalê kişand ser xwe. Her wiha di festîvalê de pêşandanên lîstikên şanoyê, konser û muzîk jî rastî eleqeyeke mezin hat. Li ser armaca festîvalê ya pêk anîna li gundan û eleqeya ku pêş ketî Cîgira Hevşaredara Sûrê Emîne Akşahîn Koroglu axivî.
Cîgira Hevşaredara Sûrê Emine Akşahin Koroglu destnîşan kir ku wan ji vê festîvalê armanc kir ku xwe bigihînin zarok û jinên ciwan ên li gundan û ev tişt anî ziman: “Wekî şaredarî me sala borî Sûr-Fest l li nav bajêr pêş xistibû lê îsal me biryar girt ku em Sur-Fest ll li gundan çê bikin. Lewre gelheya me herî zêde li gundan e. Bê guman di nava salê de me gelek atolye û xebatên ji bo zarokan pêş xist. Lê bi vê festîvalê me armanc kir ku em bigihêjin gelek zarokan, huner, xebatên hunerî û lîstokan bigihînin wan. Ev festîval û xebatên ku di festîfalê de hat pêşxistin ji bo pêşketina hevgirtî ya civakîbûnê ya zarok û jinên ciwan bû. Me xwest bi Sur-Fest ll hunerê bibin gundan û zarokên ku nikarin xwe bigihînin hunerê em hunerê bigihînin wan. Bi vê yekê jî beşdariyek xurd a zarok û jinên ciwan pêş bixin. Bi taybetî ev girse (zarok û jinên ciwan) tevlibûneke xurt pêk anîn.”
Derbarê eleqeya ji bo festîvalê jî Emine Akşahin Koroglu, diyar kir ku eleqeyek baş hebû û wiha got: “Me xwest bi vê yekê cihêrengî û rengînbûnekê bidin avakirin ku bala gundiyan û zarokên li gundan dijîn bikişînin ser hunerê. Bi rastî jî eleqeyek zêde hebû. Bi taybetî zarokan eleqeyeke baş nîşan dan, jinên ciwan eleqeyeke baş nîşan dan û ji ber vê elqeyê gundî jî kêfxweş bûn em jî gelekî kêfxweş bûn.”