Hevpeymaniya Siyade têkildarî diyarkirina namzetên suniyan ji bo postê Serokê Parlamentoya Iraqê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Musenna Samerayî û Mihemed Helbûsî ji bo wergirtina postê Serokê Parlamentoya Iraqê wek namzet diyarkirine.
Hêjayî gotinêye ku duh Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan got: “Civîna yekem a parlamentoyê divê bi diyarkirina serokê parlamentoyê û cîgirên wî encam bibe. Ji ber ku di warê destûrî û yasayî de nabe were paşxistin û dirêjkirin.”
