12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sullivan: Bi saya HSD’ê DAIŞ têk çû

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê Jake Sullivan têkildarî ji nû ve kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da.

Sullivan got: “DYA pesnê HSD`ê dide ku bi hêzên Koalîsyonê re xebatên kontrolkirina girtîgeha Sînaa temam kir.”

Di daxuyaniya ku Qesra Spî li ser malpera xwe parvekiriye Sullivan wiha got: “Bi saya cesaret û israra HSD`ê ku gelek fedakarî kirin, DAIŞ têk çû.”

Sullivan bal kişand ser xebatên hevbeş ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û ev tişt got: “DAIŞ`ê bi awayekî hovane êriş kir. Ji ber wê divê werin tunekirin. Divê dewlet bi hev re dosyaya bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê çareser bikin.”

Jake Sullivan destnîşan kir ku gefa DAIŞ`ê berdewam e û pêwîstiya wê bi çareseriyeke cîhanî heye û wiha domand: “DYA pabendî xebatên bi şîrîkên xwe yên li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevalbendiya tunekirina DAIŞ`ê ne.”