Em îro li Amedê li Deriyê Çiyê bûn. Me dixwest di Cadeya Mêrdînê ku di dema Komara Tirkiyeyê de navê wê guhertin û kirin Cadeya Gazî de herin Deriyê Mêrdînê li kafeteryayekê rûnin û li Behçeyên Hewselê binêrin. Tax û cihê zaroktî û xortaniya min li wan deran derbas bûbû. Em gihiştin hinda mizgefta Pêxember ku li wir boyaxçî solan boyax dikin. Rojînê destê xwe li milê min xist û bi kelecan got “bisekine jinika kartoncî ji wir ve tê, ez wêneyek wê bigirim û em li gel wê hevpeyvînekê bikin.” Destê xwe bir berîka çenteyê xwe ku telefona xwe derxîne ku wênê keçikê bigire. Min got.
“Rojîn, pêşî em destûra wê bigirin û piştre ku xwest wêneyê wê bikişîne.”
Min li pêş xwe mêze kir ku jineke bejnzirav di nav çarşefa reş de pêçayî ereboka kartonan a tije daf dide û du zarok jî li nav torbê kartonan ji xwe re dilîzin û ji hember me ve tên. Dema ez nêzîkî wê bûn çarşefa xwe li xwe pêça û pişta xwe da Rojînê ku di fografê de ser û çavên wê dernekevin. Min baş lê nêrî weke keçikeke xama xuya dikir. Min jê pirsî.
“Tu ji Sûriyeyê yî?”
Di nav çarşefa reş de, bi tenê çavên wê weke du zeytûnên reş xuya dikir. Bi gotina min re serê xwe hejand û bi şermokî bersiva min da.
“Erê.”
Rojînê fotografa me dikişan û min pirsa duyem jê kir.
“Tu bi kurdî dizanî?”
Bi bersiva “erê”ya wê re ji hember ve zilamekî bilezûbez ber bi min ve hat û bi dengekî bilind:
“Hûn ji keçikê çi dixwazin ha! Ka ji min bipirse.” got.
“Em rojnameger in, heke ew destûra me bide, em dixwazin pêre hevpeyvînekê bikin.”
“Ew keça min e. Çi pirsên we hene ji min bikin!”
Camêr xwe gelek nêzîkî min kir. Tav û germ bû. Îşlikeke milkurt lê singa wî vekirî, ruyê wî heta bin qirikê kurkirî û weke zixtên jûjiyê spî û reş derketibûn . Lê ji qirikê berjêrtir pirçên reşboz derketibûn ser îşlik. Temenê wî li derdora 50-55 salan hebû.
“Keko min ji te re got em rojnameger in. Em dixwazin ew kesên ku ji Sûriyeyê hatine, bi wan re roportaj bikin, ka rewşa wan çi ye? Zehmetiyên çawa dikişinin? Dewlet, dem û dezgeh û kes ji wan re alîkariyê dikin an na? Gelo dikarin îdareya xwe bikin? Birçî ne, tazî ne, xanî, stara wan hene yan na?”
Hema bi lez û bez bersiva min da.
“Şukur elhemdulîlah rewşa me gelek baş e. Îdareya me rind e. Te fêm kir?”
Ez bîsteke rawestiyam, ji ser serî heta berlingê di ber çav re derbas kir û min lê vegerand.
“Ma ku rewşa we baş e û tu şukur elhemdulîllah dibêjî, ev rewşa keçika te, van her du zarokên biçûk li nav ereboka kartonan çi ne he!?”
“Ma qey ev karê berhevkirina kartonan eyb e?”
“Na, ne eyb e. Divê mirov kar bike, di karkirinê de eyb tune. Mirov kar neke û destê xwe veke eyb e. Em dixwazin bila rewşa we baştir be. Hûn hatine vê derê bila dewlet û xelkê vir alîkariya we bikin. Te fem kir? Ez ji te dipirsim, te vê carê meramê min baş fêm kir?”
“Keko min niha baş fêm kir. Spas dikim. Ma em vî karî nekin dikarin çi bikin?”
“Madem ku me jî hev du baş fêm kir em ê niha çend pirsan ji te bikin?”
“Kerem bikin.”
“Tu ji kîjan bajarê Sûriyeyê yî?”
“Ez ji bajarê Helebê me.
“Çend sal in ku hûn li Amedê ne?”
“11 salên me temam bûn ku em li Amedê ne.”
“Tu û zarokên xwe bi tenê ne yan mirovên te yên din jî hene?”
“Em bi çend malbatên xwe re li vir in. Mala min li nav Surê ye. Roja ku ez hatime vir, ji wê rojê heta niha em di eynî xanî de ne.”
“Tu di xaniyê kirê de yî?”
“Belê, ez di kirê de me û mehê 400 lîra kirê didim. Av û elektrîk jî hema hew qas tên.”
“Çawa yanî?”
“Elektrîk 300 û av jî 100 tê, ew jî dikin 400. Hersê li ser hev 800 lîra dikin.”
“Ev mesrefeke pir e, dewlet alîkariya we dike?”
“Dike, hew qas hindik e ku ber tiştek nagire. Di mehê de serê mirov 150 lîra dide. Em pênc nefer in, mehê 750 lîra didin me.”
“Ma hûn çawa îdareya xwe dikin?”
“Jin û keça min kartonan berhev dikin. Ev keça min e û ev her du zarok jî neviyê min in. Xanima min îro çû nexweşxaneyê, keçik û her du zarokên biçûk li cem vê keça min man. Ez jî li hala fêkiyan dixebitim.”
“Hûn li mala xwe bi çi zimanî dipeyivin?
“Diya min ereb bû û bavê min kurd bû. Li Helebê em li mal bi kurdî û erebî dipeyivîn. Li vir jî em carinan bi kurdî, caranan bi erebî û em tirkî jî hîn bûn. Zarok di nav xwe de bi tirkî jî dipeyivin.”
“Ji derî van her du zarokên te yên biçûk zarokên te yên mezin diçin dibistanê?”
“Erê diçin û bi tirkî baş dizanin. Ez dixwazim ew bixwînin. Dibistana bi erebî li vir tune, diçin dibistana tirkî.”
“Tu dibêjî ev 11 sal in ku em bi malbatî li Amedê ne, hûn heta îro qet çûne Sûriyeyê yan Helebê û hatin?”
“Na, ez naxwazim carek din bi paş ve vegerim Sûriyeyê. Sûriye cehenem e. Em çima xwe careke din xwe bavêjin nav agirê cehenemê.”
“Yanî tu dibêjî em li vir dimînin.”
“Eynen.”
“Navbera we û xelkê Amedê çawa ye?”
“Navbera me gelek baş e. Weke min got ev 11 sal in em li Amedê ne, di navbera me de qet problem derneketine. Em êdî bûne amedî.”
“Hûn dixwazin bibin welatiyên (wetandaşê) Tirkiyeyê?”
Me serî li wetandaşiya Tirkiyeyê da lê hin bersivek nedane me.”
“Ji bo ku te bersivên pirsên me dan, em ji te re spas dikin û serkeftinê dixwazin. Xatirê te.”
“Oxir be!”