Wezareta Pêşmergeyan li ser şer û pevçûnên Pêşmerge û artêşa Îraqê yên li Mexmûrê daxuyaniyek da.
Doh li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derketibû. Di pevçûnê de gelek pêşmerge û leşkerên Iraqê birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêmî 12 Pêşmerge bi birîndarî rakirine nexweşxaneyeke Hewlêrê. Her wiha 2 pêşmerge û 2 leşkerên Iraqê jî jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Yehya Resûl ragihand ku der barê şerê duh ên di navbera çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê de Mihemed Şiya Sudanî ji bo lêkolîna sedem û encama buyera li çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê rûdayî, daxwaza avakirina lijneyek bilind kiriye.
Sedemê vî şerî ew bû ku xaleke berê di destê şervanên PKK’ê de bû û xwe jê vekişandibû, herdu aliyan hem PDK û hem artêşa Iraqê xwestine li wê xalê bicih bibin û ew yek bûye sedema şer.
Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan Serokê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan gotibû ku ew şervanên xwe ji Mexmûrê vedikişînin û erka parastina deverê ji ciwanên Mexmûrê re dihêlin.