Neteweyên Yekbûyî, sûcên şer weke çalakiyên pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê dikin pênase dike. Li gorî peymana Romayê ya Dadgeha Cezayê yê Navneteweyî, êrîşên li dijî sivîlan, êşkenceya li girtiyan, hedefgirtina hawirdorê, dibistan, nexweşxane, îbadetxane, qadên enerjî û avê, koçberkirina sivîlan, îhmalkirina bîrîndar û nexweşan, bikaranîna çekên kîmyewî wek sûcên şer tên pênasekirin.
Neteweyên Yekbûyî ji bo darizandina sûcên şer li gorî pîvanên hiqûna navneteweyî bi armanca pêşî li van cûran bigire gelek mekanîzma ava kirine. Lê ev sûcên şer ên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine pênasekirin, dadgeh û mekanîzmayên kontrolê yên ku hatine avakirin dema mijar dibe gelê kurd weke tê xwestin nakevin hereketê. Bi taybet dema mijar dibe êrîşkariya Dewleta Tirk a li dijî gelê kurd ev hemû bêhikum û bêwate têne hiştin.
Li gorî pênaseyên Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê sûcên herî mezin ên şer in. Bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re bi sedhezaran welatî bi darê zorê hatin koçberkirin. Bi taybet li herêma Efrînê bi destê komên çete talana dewlemendî û xwezaya herêmê, desteserkirina mal û milkê welatiyen, qetilkirin û revandina xelkê herêmê sûcên herî mezin ên Dewleta Tirk a dagirker in.
Di nava çand salên dawî de bi balafirên şer û balafirên qatîl ên biçek û bêmirov hedefgirtina binesaziya herêmê, dibistan, stasyonên avê û kehrebeyê, nexweşxane, saziyên gel û hwd. gelek caran hatin hedefgirtin. Ji belgeyan wêdetir di serî de şefê rejîma faşîst û qirker Erdogan bi xwe derket pêşberî kamerayan û digot “Ev ji bo wan hişyarî ye.” Li gel vê herdem gefên êrişên nû û dijminatiya li dijî xelkê herêmê ji devê wî neket.
Dewleta Tirk dagirker û qirker li Sûriyeyê hebûna xwe li ser dijberiya gelê Kurd daye avakirin. Bi vê dijminantiyê herêmê gav bi gav dagir dike û hebûna xwe li herêmê berfireh dike. Komên çete yên mîna Artêşa Mîlî ya Sûrî ku bi hovîtiya xwe tên naskirin Dewleta Tirk hewl dide mudaxeleyî mesleya navxwe ya Sûrî bike. Piştî hilweşandina rejîma Baas jî ev rewş nehat guhertin. Gef û êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî herêmê dewam dikin.
Êrişên li dijî herêma Bendava Tişrîn nîşaneya vê ye. Dewleta Tirk dixwaze ji rewşa aloz a Sûrî sûd werbigire û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bike. Bi taybet êrîşên li ser bendavê hewldanên dagirkeriya rojhilatê çemê Firatê ye. Li dijî van hewldanên dagirkeriyê li Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin a şervanên HSDê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heye.
Li vê bendava ku ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezin e, zêdetirî mehekê ye şerekî giran heye. Herî dawî ji kantonên Cizîrê, Kobanê, Tebqa û Reqayê gel bi armanca piştevaniya bi şervanên HSDê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berê xwe dan bendavê.
Dewleta Tirk weke her carê ji bo pêşî li gel bigire êrîşî welatiyan kir, komkujî pêk anîn. Çapemeniya Azad ev hemû sûcên şer ên Dewleta Tirk ku li dijî xelkê herêmê pêk tîne bi belgeyan weşandin. Her kesên ku li wan dîmen û wêneyan dinere li gel hovîtiya Dewleta Tirk a li ser xelkê herêmê ferz dike bi awayekî aşkere dibîne. Lê tevî van belgeyan jî li himberî van sûcên şer di qada navnetweyî de bêdengiyek mezin heye.
Bi taybetî ji serê meha çileyê û vir ve Dewleta Tirk êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne dikevin çarçoveya sûcên şer. Ji ber vê bêdengiyê rojane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hene. Dewleta Tirk gelek caran bi balafirên biçek û bêmirov li bBndava Tişrînê komkujî pêk anî. Hunermend, siyasetmedar û endamên saziyên civakî jî di nav de 26 welatî kuştin. Zêdetirî 203 jî birîndar kirin. Her çiqas li himberî van êrîş û sûcên şer di qada navnetweyî de bêdengiyek hebe jî, xelkê herêmê ji sekin û têkoşîna xwe tavîzan nade. Xwedî li berxwedana Bendava Tişrînê derdikeve û rê nade ku destkeftiyên Şoreşa Rojava wisa erzanî têk biçe.
Êrîşên li ser herêmê pêş dikevin careke din nîşan da ku di qada navnetweyî de berjewendiyên dewletan di ser ên gelan re tên destgirtin. Tevî ku xalên biryarnameya li dijî sûcên şer diyarin û ev ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hatiye qebûlkirin jî; dema mijar dibe gelê kurd bêdeng û bêhelwestmayîn bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bêdengmayîna Neteweyên Yekbûyî û hemû welatên qaşo xwe di mijara mafên mirovan de berpirsyar dibînin tê wateya şirîkatiya bi Dewleta Tirk re. Ger bi rastî di van êrişan de li hevkirinek nîne û ew li dijî van êrîşan e, çima li himberî sûcên şer ên di peymana Romayê ya Dadgeha Cezayê yê Navneteweyî de hatine erêkirin bêdeng dimînin?
Divê bê zanîn ku desthilat, hikumet, rêveberî û zagon tên guhertin. Ya nayê guhertin gel bi xwe ye. Îradeya gel di ser hemû zagonên ku ji aliyê destan ve hatine nivîsandin de ye. Zû dereng wê rojekê gel hesabê van komkujiyan ji berpirsê rasteqîn bipirse. Wê demê perdeya reş a li ber çavê gelek welatan jî wê rabe û rastiyê hîn baştir bibînin. Ya girîn ew e ku bêyî êşên hîn mezintir werin jiyîn dîtina rastiyan e. Ji bo vê jî divê êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hûrgilî ji aliyê komîteyek serbixwe werin lêkolînkirin û rastî ji hemû cîhanê re were ragihandin. Wê demê wê kujerê rasteqîn were dîtin û darizandin. Na, eger pêşî li ronîkirina rastiya bê girtin, wê demê tu hikmê peymana Romayê ya Dadgeha Cezayê yê Navneteweyî jî nîne û wê ser hemû sûcên şer jî bê girtin. Jixwe ya ku niha welatên dagirker û serdest dikin jî ev bi xwe. Divê ev were guhertin û li gorî rastiya civakê nêzîkatiyek were raberkirin.