Nivîskar Bêrîvan Karatorak bi romana xwe ya yekemîn STRÎ ku bi zimanekî dewlemend ê civakê û wêjeyî girtiye dest, xwînerên xwe dixe nava meraqê û heta dawiya romanê li pey xwe dikişîne. Karatorak bi zimanekî pir dewlemend û peyvên ku ruh dide ziman û wêjeya kurdî, berhemek giranbuha li nava refê wêjeya kurdî zêde kiriye.
Strî tirsê, tirs nexweşî û têkçûnê belav dikin. Kulîlk hêvî û hêvî jî bawerî, kelecan, têkoşîn û berxwedanê direşînin. Cihê ku hêvî lê hebe tenduristî, bawerî, berxwedan û serkeftin heye. Nivîskar Berîvan Karatorak di romana Strî de 2 nebatên ku parçeyekî xwezayê ne, wekî têgehên tirs û heviyê girtiye dest.
Yek jê striyên ku li dora gund wekî ewrê reş bi ser gundiyan de diçin û nexweşiya tirsê belav dikin. Nebata din jî gul û kulîlkên ku li ber çavên gundiyan di bin siya striyan de diçilmisin, lê di esasê xwe de dermanê tenduristî û hêviyê ye. Karatorak striyan wekî sembola tirsê û kulîlkan jî wekî remza hêvî û çareseriyê tîne ziman.
Karatorak di pirtûka xwe ya yekemîn STRÎ de çîroka ku li gundekî derbas dibe bi zimanekî herikbar, wêjeyî û peyvên di tûrikê ziman de derdixe û bi ostatiyek pir mezin wan peyvan li pey hev dirêse. Bi peyvên dewlemend hevokan bi ruh dike. Bi zimanekî pir resen, hêsan û zelal xwîner bi xwe re digerîne û wekî filmekî dide temaşekirin.
Karatorak, peyv û şibandinan ku ji binê tûrikê xezîneya kurdî yek bi yek zindî dike, geşedanên li gund pêş dikevin, çand û kevneşopiya li gund pêş dikeve rengîn dike û dineqişîne.
Dema mirov romana STRÎ dixwîne, jiyana li gund, çanda jiyana gund, kevneşopiya gund, civakîbuna gundiyan, têkoşîna gundiyan a hevpar bi zimanekî herikbar, peyvên dewlemend ku gelek ji wan êdî tên jibîrkirin dîsa reng û rû dide wan. Karatorak di vê romanê de geh mirovan dibe zozanên ku berfa wan nû dihile û dike gavan û şivan.
Geh dike bêrîvan. Hin caran jî dike guhdarê civata dengbêjan û li Mala Mîrza dike mêvan. Hin caran jî dike Olan, Arî û tirsa Striyên ku li pêş gund dikin mijara tirsê û li gund belavdikin. Hin caran jî dikin Dayika Berfo û ji bo derman ji nexweşiya tirsa striyan re çêke şev û roja xwe bi amadekirina dermanan derbas dike.
Ev roman hin caran xwînerên xwe dide şopa Berfo û dibe bajêr û li cem Bijîşk Cangir dike mêvan. Hin caran jî dike Xezalê û ji bo nexweşê tirsê Loran kulîlkan kom dike û ava kulîlkan dide Loran.
Nivîskara romana Strî Karatorak Dayika Berfo ku ji aliyê gundiyan ve wekî bijîşkê dermanê xwezayî û sêhrbaz pênase dikin, dike nava lêgerîna çareseriyê. Xwîner dikevin şopa Dayika Berfo û geh li gund bi nexweşan eleqeder dibe, geh diçe bajar û ji bo çareseriyê hewarê ji bijîşkê bajêr Cangir dixwaze. Roman xwîneran bi Dayika Berfo re ku piştî demekê her kes bi şev û roj li pêş mala wê nivênên xwe datînin û ji wê çareserî û derman dixwazin, dixe nava xewn û xeyalên çareseriyê. Bi Berfo re dikevin xewnan û rêya çareseriyê dibînin.
Wekî Berfo xemgîn dibin û wekî berfo bi kelecan dibin û mizgîniya çareseriyê li gundiyan belav dikin. Li gel Berfo li nava nexweşan digerin û yek bi yek wan digînin tenduristiya wan. Dîsa li gel Berfo berê xwe didin bajar û ji bo nexweşên lal jî hevî û çareseriyê pêş dixin.Nivîskar hemû nexweşên tirsa striyan bi dermanê Berfo, Berfo jî bi dengê dengbêjan derman dike. Berfoya ku bi dengê dengbêjan bi hêz dibe, di xewna xwe de li nava kulîlkên heftreng dibe mêvan û di nava reng û bêhna wan de heviyê dibîne.
Ev hêvî, dibe piste pista kal û pîran a di kerika guhan de û li odeyên tijî mirov belav dibe. Kulîlk dibin hêvî û hêvî dibin dermanê tirsa striyan. Xewn dibe kulîlk û kulîlk heviyê direşînin.