Dewleta tirk bi hevkariya çeteyên paramîlîter di van çend mehên dawî de li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrîşên xwe zêde kirine. Bi van êrîşan hewl dide ku li herêmê dagirkeriya xwe berfirehtir bike.
Di rûniştina Neteweyên Yekbûyî ya 24 îlona 2019’an de şefê faşîst Erdogan bi nexşeyekê plana xwe ya dagirkeriyê aşkera kiribû. Di wê nexşeyê de, ji bo seranserî sînorê di nabera Rojava û bakurê Kurdistanê de bi kûrahiya 30 kîlometreyî bê dagirkirin plan hatibû aşkera kirin.
Bi vê planê dewleta tirk a dagirker li ber çavên cîhanê, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sinyala êrîşên qirkirnê dabû. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî bi hevkariya komên çete 9’ê Cotmeha 2019’an Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir.
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vê plana dagirkeriyê di nava liv û tevgerê de bûn. Lê tevî hemû hewldanan jî, hêzên qaşo xwe hevalbendên herêmê didan nîşandan li dijî van êrîşan bêdeng man û gelê herêmê bi tenê hiştin.
Dewleta tirk niha hewl dide ku plana xwe ya nîvcomayî bibe serî û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bike. Di çarçoveya vê plana dagirkeriyê de ji Şehba heta Til Temir, ji Kobanê heta Minbic, Til Rifat, Qamişlo û Amûdê bi çekên giran tên topbaran kirin. Dema firset dibîne jî bi balafirên bê mirov û bi çek jî êrîşên sûîkastî pêk tîne.
Pêkhateyên herêmê li dijî planên êrîşên dagirkeriyê di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de rêxistinbûyîna xwe xurt dikin. Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe dispêre hêza civakê ya xweparastinê. Ev stratejî di çarçoveya Şerê Gel ê demdirêj ku herî zêde di şoreşên Vîetnam û Çînê de hatiye ceribandin û bi serketiye. Di têkoşîna rizgariya neteweyî ya Cezayîrê de jî gel bi heman stratejiyê beşdarî şer bû û azadiya xwe bi dest xist.
Lê ji ber şert û mercên Kurdistan tê de û halê wê yê parçebûyî, ev stratejî ji tevahiya kurdan û dostên wan berpirsiyariyeke zêdetir dixwaze.
Ev jî diyar dike ku netew ango gelên di warên derfetan de lewaz in bi awayekî rêxistinkirî dikarin xwedî li hebûna xwe derkevin. Ger di pêvajoya demdirêj a şer de xwe bi rêxistin bikin û xwedî li hebûna xwe derkevin dikarin bigihêjin azadiyê. Li ser vê têgehê Şerê Gel ê Şoreşgerî wek stratejiya parastina herî xurt a civakê tê pênaskirin. Ev taktîk, bi xwe re parastin, hevsengî û rêxistineke stratejîk derdixe holê.
Qonaxên hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk, stratejiya şerê rizgariya neteweyî ye. Civak bi rengekî topyekûn mîna serhildanê tevlî pêvajoya şer dibe da ku mêtingeriyê têk bibe. Lewma di stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de jî tevlîbûna gel esas e. Bêyî tevlîbûna gel ya girseyî ev stratejî kêm û lewaz dimîne.
Di rastiyê de ev zêdetirî 40 salan e li Kurdistanê Şerê Gel ê Şoreşgerî di meriyetê de ye. Berxwedan û serhildanên gelê kurd ên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê li ser vê stratejiyê hatine mezin kirin. Rêbazê Şerê Gel ê Şoreşgerî herî zêde li dijî êrîşan, weke xeta parastinê jî tê nirxandin.
Lewma ji ber ku şoreşa Rojava, şoreşa gelan e, stratejiya Şere Gel ê Şoreşgerî ji bo vê herêmê esas e. Di vir de nirxandina gel weke hîmekî cuda yê vî şerî divê neyê wê wateyê ku mîna ji hêzên çekdar û hêzên xweparastinê cuda ye. Ev jî girîngiya xwedî derketina gel a li şoreşa Rojava derdixe holê.
Ger gelê herêmê xwe li ser straratejiya gelê şoreşger bi rêxistin bike dikare li dijî her cure êrîşan xwe biparêze û bersiv bide.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîna civakî ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî şert û mercên guncaw ava dike. Ger pêkhateyên herêmê xwe di vê çarçoveyê de bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest wê planên hêzên mêtinger bi temamî têk bibin.
Lewma divê bê zanîn ku hêza herî mezin hêza civakê ye û qedera şerekî muhtemel jî dê ev hêz diyar bike.