30 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Stratejiya bingehîn têkoşîn e

Divê em qefle qefle dest bi perwerdehiya mejî bikin. Ev prensîp divê bibe stratejiya bingehîn têkoşînê û pêwîst e em ji malan dest pê bikin û ber bi qadên civakî herin.

Ji bo em karibin li dijî tundiya jinê bisekinin, divê em pêşî li koka vê problemê bigerin, çimkî tundiya li ser jinê ne tenê ji hêrsê ye, lê belê nîşana zîhniyeteke ku kokên wê yên civakî û dîrokî hene. Divê em qefle qefle dest bi perwerdehiya mejî bikin. Ev prensîp divê bibe stratejiya bingehîn a vê têkoşînê ye.

Pêwîst e em ji malan dest pê bikin û ber bi qadên civakî herin. Ji ber ku ew mejiyê zayendîperst ku tundiyê çêdike, kedî dike û tîne asteke ji rêzê, pir caran di destpêkê de di malê de perwerde dibe. Rolên kevneşopî, darizandinên pêşdaraz û têkiliyên hiyerarşîk ên ku ji zarokatiyê ve di malbatê de têne veguheztin, toxîmên yekemîn ên  xerab diavêjin erdê.Û ew toxim her ku diçe mezin dibe û pir dibe.

Wexta ev mejiyê zayendîperst mezin dibe, ew şêwaza xwe ya ku li malê hîn bûye, dibe derve bi xwe re û bi normekî di nav qadên civakî de berbelav dike. Bi vî awayî, li ser hemû kesên jiyana civakî – di perwerdehiyê de, di jiyana kar de, di medya de û di siyasetê de – deştek ji bo desthilatdariyek zayendîperst tê amadekirin. Mixabin, tundî bi vî rengî dibe pejirandineke normal û dibe ji rêzê. Ji ber vê yekê, çareserkirina vê pirsgirêka kûr ku ji wijdana kesekî derbas dibe, û hemû qadên civakî jî hedef digire û şoreşeke zîhniyeta berfireh û bênavber dixwaze.

Divê em wekî din çawa rê li ber vê tundiyê bigirin? Bêguman, tenê bi perwerdehiyê em nikarin çareseriyê bibînin; pêwîst e gavên şênber piştgiriya veguherîna zîhniyetê bikin.

Di vê paceyê de, ji bo em pêşî li tundiyê bigirin kiryar û bandora  hiqûqî û civakî bingehîn e:

Pêwîst e ku kesên tundiyê li jinê dikin cezayên giran re rû bi rû bimînin da ku kesên tundiyê dikin cezayên ku heq dikin bistînin û pêvajoyên dadweriyê ji bo jinan zûtir bibe, da ku ew têgihîştina ku ez ê ceza negirim ji holê rabe. Ji ber ku mêrek dikare jineke haya wê ji bayê felekê tunebûyî, ji ber adiziya canê xwe wê qetil bike. Piştî qetil kirinê li dadgehê wiha xwe diparêze: “Ez adiz bûm li kuçeyê rastî vê jinê hatim û min qetil kir.” Dadgeh cezayekî pir hindik dide wî kesî. Bi rastî xwîna mirov dicemide. Her wiha, bicîanîna bi bandor û biryardar a peymanên navneteweyî, di ewlehiya hiqûqî ya jinan de roleke sereke dilîze. Divê em wek mirov û jin serê xwe biêşînin, lê barê giran li ser me hemûyan e: Komeleyên mafên jinan diparêzin, komeleyên mafên mirovan hwd. Dixwazim buyera ku herî nêz e bînim bîra we: Rojin Kabaiş tenê wiha gotin: “ji wargeha xwe derket û çû ser golê û di avê de fetisiye.” Lê malbata wê û Saziyên Jinan ji dû lêgerîna rastiyê venegeriyan, lewma me dît ku dîsa ji binê vê buyerê jî mêr derket.

Zêdekirina hejmar û gihîştina malên penaberiyê yên jinan, Navendên Pêşîlêgirtin û Çavdêrîkirina Şîdetê, xurtkirina budçeyên wan û pêşkêşkirina piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û aborî ya belaş ji bo jinan di van navendan de pir girîng e. Divê jin karibin bêyî aborî bibe pirsgirêk bigêje van mafan.Ji ber ku gelek jin ji ber neçariyê nikarin bigên van mafan û di halê xwe de dimînin.

Divê di warê aborî de piştgirîya jinan bê kirin. Di derbarê mafê wan de li her qadan perwerde bê dayîn.

Pêwîst e medyaya civakî ji zimanê zayendperest bê paqijkirin,û li wir jin weke meta neye bikaranîn. Dijberî vê kirinê,divê medyaya civakî zimanekî wekhevî parvekirinên xwe bike,ji zimanê qirêj xwe azad bike û li henber civakê wekheviya jin û mêr biparêze.

Ev nêzîkatiya berfireh û piralî, di civakekê de ku bingehê xwe li ser perwerdehiya zîhnî avêtiye, dê mafê jiyanê û rûmeta jinê bi tevahî teqez bike.

Ji bo ku em koka zîhniyeta zayendperest bi temamî qut bikin, divê perwerdehiya wekheviya zayendî wekî dersên mecbûrî têkeve nav hemû qadên perwerdehiyê – ji baxçeyê zarokan heya zanîngehê. Di sîstema perwerdehiyê de, divê pirtûkên dersê ji rolên pêşdaraz û zimanê zayendperest bêne paqij kirin. Divê zarok, ji temenekî biçûk de fêr bibin ku keç û kur bi heman awayî xwedî hêz, heq û maf in. Mamosteyên me, ku mîmarên pêşerojê ne, divê di derbarê wekheviya zayendî de bi perwerdehiyên taybet di vî warî de xurt  bibin. Bi vî rengî, em dikarin garantî bikin ku nifşên nû êdî zîhniyetekê ku tundiyê rewa dike hilnegrin.