Li bajarê Amedê, li navçeya Hezroyê, li gundê Şêxanê kaya Evdilayê Zelîxê diqede. Ji maliyên xwe re dibêje:
– Ez herim gundê Mûnisê hela du sê bar kayê nadin me. Ez bînim.
Evdila ji gundê Şêxanê xwe berdide xwarê diçe Mûnisê. Fedîla hevjîna hecî Mehmûd. Wî dibîne, zane tê kayê dixwaze. Ji hevjînê xwe hecî Mehmûd re dibêje:
– Hecî Mehmûd here axûra jorîn nava kayê, sê kurên Mihemedê Emer hene yek sofî ye, yek mele ye, yek axa ye.
Ji bo palasa kayê hevjîna xwe berdaye. Xalitê Ûso nava riyê xwe da vereşiya ye. Mistê dêrxustî neyarê qotiyê cixarê ye. Îja hinekan van gotinên Fedîlê kirine stran û dibêjin. Derê hayê hayê hayê hayê hayê yo bi min hayê, Hûn çima nabêjin kaya Evdilayê Zelîxê lo ca qediyaye, Evdilayê Zelîxê di qitrê şêxanê re kiriye xwarê, qolê milê xwe badaye.
Hatiye mêze kiriye civata mûnsiyan wayê lê li ser xaniya ye. Li civata mûnisiyan gidî lolo lo silav daye.Yekê silava Evdilayê Zelîxê lê lê lo ca nedaye. Mêze dike Fedika hevjîna hecî Mehmûd ban dike dibêje hecî Mehmûd were axura jorîn nava ga ye. Dibêje wele Fedê ez ê herim binya mala lo nav dehlaye, Lawê Mihemedê Emer yek sofiye yek meleye lo de yek Axa ye, Wele ji bo palasa kayê jina xwe berdaye, Xalitê Osê nava riyê xwe da lo vereşiyaye,
Mistê dêrxustî neyarê qotiyê cixaraye, De hayê hayê hayê lo bi min hayê, Hahîhahîîî.