Hunermend û Stranbêj Rojda Şenses di 24’ê Tîrmehê de li ser Denîz Poyraz a li Îzmirê di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê de hat qetilkirin strana bi navê “Denîza Me” weşand. Strana “Denîza Me” ku li ser You Tubeyê hat parvekirin, di nava 2 rojan de ji aliyê 60 hezaran kesan ve hat temaşekirin. Strana “Denîza Me” ku gotin û muzîk aydî Rojda Şenses e li ser medya dijîtal eleqeyek mezin dît.
Gotinên Stranê wiha ye:
Denîza me qetil kirin
Ev jina şirîn û delal,
Mafê jinê ji dest girtin
Wê rûkena çav xezal,
Negrî negrî daykam negirî
Serê me pê bilind e
Ew jîn dibe bi wate dibe
Bi hezar canan dide
Li ser taştê gule lê dan
Pêş çavên xelkê
Ev qas zilim ev bê bextî
Êdî bila xelas bibe
Navenda Nûçeyan