24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Stêrka Rojhilat’ li Parîsê hat bibîranîn

Li Parîsê Orkestreya Mûzîka Erebî bi boneya salvegera koça dawî ya hunermend û Oum Kalthoum konserek li dar xist.

Li paytexta Fransa Parîsê Orkestraya Mûzîka Erebî bi serokatiya Mastro Aala Ebdulselam û bi beşdariya hunermendên jin Rîhab Omar û Îman Ebdulxanî, konserek taybet bi boneya 50emîn salvegera koça dawî ya ‘Stêrka Rojhilat’ hunermend Oum Kalthoum, li dar xistin.

Konser li hola mezin a şanoya “Philharmonie de Paris” ku yek ji girîngitirîn navendên Çand û Hunerê yê Fransayê ye, hat lidarxistin.

Di vê konserê de mêvanên ji gelek pêkhate û mezheban, herwiha hezkiriyên mûzîkên erebî û stranên klasîk amade bûn. Konserê bi strana “Elf leyle û leyle” a hunermend Oum Kalthoum destpêkir. Piştre stranên wê yên “Ent e Omrî”,”Hezîyî Leyletî” ji aliyê stranbêjên Îman Ebdulxanî û Rîhab Omar ve hatin vegotin.

Oum Kalthoum di 31ê Kanûna 1898an de li Tamay ez Zaharya ya Misrê jidayik bû. Oum Kalthoum a hunermend û lîstikvana sînemayê, weke ‘Stêrka Rojhilat’ û ‘4emîn Pîramîda Misrê’ tê nasîn. Oum Kalthoum bi welatparêziya xwe tê nasîn û di nav hunermendên ereb de bûye sembolekê. Stêrka Rojhilat Oum Kalthoum di 3yê sibata 1975an de li Qahîreyê jiyana xwe ji dest da.