11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Stêrk TV êrîşa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

Stêrk TV derbarê êrîşa çekdarî ya li ser rojnameger Hêmin Mamend daxuyanî da û bang li rayedarên başûrê Kurdistanê kir ku demildest êrîşkaran bigirin.

Duh êvarî rojnameger û pêşkêşvanê Stêrk TV Hêmin Mamend, li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bû. Di êrîşê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketin û bi xedarî birîndar bû. Rojnameger Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyê tê dermankirin.

Stêrk TVyê derbarê êrîşa li ser pêşkêşvanê xwe Hêmin Mamend de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Stêrk TV bi vî rengî ye: “Çavdêrê siyasî, rojnamevan û pêşkêşvanê bernameya televizyona me Stêrk Tv Hêmin Mamend duh êvarî ji aliyê kesên nenas ve li taxa Eqarî hate gulebarankirin. Pêşkêşvanê me Hêmin Mamend bi du guleyan bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Em êrişa li ser hevalê me yê Hêmin Mamend bi tundî şermezar dikin û şîfayê jê re dixwazin.

Êrîş û hedefgirtina rojnamegeran sûcekî navneteweyî ye û êrîşa li ser mafên mirovan û mafên civakê ye. Divê rayedarên herêma başûrê Kurdistanê demildest bûyerê ronî bikin û fail û êrişkarên bûyerê eşkere bikin.”