Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) têkildarî erdhejên ku li Stenbolê pêk hatin agahî dan. AFADê li ser malpera xwe agahi parve kir û diyar kir ku saet di 12.49an de li navçeya Silîvriyê ya Stenbolê bi hêza 6,2 pêl erd hejiya.
Erdheja ku ji bilî Stenbolê li bajarên der û dorê jî hat hezkirin, 6,92 kîlomêtro di binê erdê de çêbûye. Navenda erdhejê Behra Marmarayê li nêzî Silîvriyê pêk hatiye. Wezareta Karên Hundir jî diyar kir ku hemû ekîbên AFADê û saziyên wan yên eleqedar der barê erdheja ku li bajarên derdorê jî hat hezirkirin de li qadê lêkolînê dikin. Walîtiya Stenbolê jî daxuyanî da û ragihand ku wan heta niha tu îxbarek hilweşandina avahiyekê nebihîstiye û agahiyek wiha nehatiye ber destê wan.
Piştî pêkhatina erdhejê bi milyonan mirovên li Stenbolê dijîn derketin derve û çûn cihê vala û parkan. Rewşa metirsîdar a li Stenbolê didome. Xelk ji ber ewlehiya canê xwe nakeve avahiyan. Bang jî tên kirin ku kes nekve dikanan, kargehan û malên xwe.
Jeolog Nacî Gorur hişyar kir
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur, têkildarî erdheja Sîlîvrî ya Stenbolê ya bi pileya 6.2yê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Saet derdora 12an li Sîlîvriyê bi pileya 6.0ê erdhej çêbû. Di zona faya Kumburgazê çêbû. Ev fay, fayeke girtî ye û enjeriyê kom dike. Bi demê re erdhejên biçûk lê çêdibin. Cihê wê watedar e, hişyarî pê divê. Faya Kumburgazê enerjiyê kom dike.”
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) têkildarî erdheja li Stenbolê diyar kir ku ji ber erdhejê, bajarên Stenbol, Tekîrdag, Yalova, Bursa û Balikesîrê hejiyane.