Îradeya civakan di ser her tiştî re ye. Kanun jî di çarçoveya giyanê tevger û pêşkatinan de têne amadekirin. Kanunên herî baş jî yên şoreşa gelan e. Şoreş, ji aliyê civakan ve têne kirin û di her alî de guhertin e. Dewrgirtina desthilatdariyan nabe şoreş. Balkêş e, tu şoreşên li cîhanê, “şoreşa mezin” ya karsaziyê (1789), ku weke bingeha avakirina burjuwazî derbas nekiriye. Burjuwayê cîhanê kiriye meydana pîkola bazirganiya xwe û hemû gel kole kirine. Ev nifira ku di sedsala 19’an de hat xwendin, destpêka serdemên tarî û dijwar e. Bêguman, civakên şoreşger jî, bi çavekî nû li cîhanê, li jiyanê dinêrin û di çarçoveya bûyerên kevin û nû de, bi azmun, nîqaş û nirxandinên zanistî û têgihiştî dibin û guhertinan dikin. Lê îro rastmalî, di sîstema netewe-dewletê de serdestin.
Gotina, “cîhana îro, bi aql-î selîm tê rêvebirin” jî ne rast e. Ji serdema şoreş mezin û heta îro, cîhan ji şeran rizgar nebûye. Desthilatdarî jî bûne çavkaniya trajedîyên mezin. Îro, şerê 3’mîn yê cîhanê heye û biaweyekî qirêj tê meşandin.
Şerê îro, bi riya hêzên taşaron tê meşandin û dive em li hêzên ku komên taşaron bi kar tinin binêrin. Yek ji van hêzan, Tirkiye ye, ya din jî Îran e!.. Rusya jî hêzên lejyoner avakirin û bi haveynê paşverûtiyê şer dimeşîne.
Tirkiyeyê û Îranê bi komên çeteyên taşaron, direkt êrîşî “dara jiyanê” dikin. Yanî bingeha jiyanê, manewî û madi dikujin. Li cem wan her cure diyalektîk û îdeal, (aliyê mîstîk ya îdealîzmê) suc in.
Ev organîzma heywanî ye û xwedî nasnameyek li derî mirovanî ne, hem hêza ruhî, hem hêza madî dikujin. Mirov derxistine derveyî nirxên jiyanê û li dijî hev kîndar dikin. Vî karê qirêj jî bi naskeya misilmantiyê dikin.
Siyaset û tevgerên civakên li Rojhilata Navîn, wek med-cezîrê ne. Bi taybetî di şerê yekemîn yê cîhanê de, bi peymana Sykes-Pîkot, burjuwazî bi avakirina netewe dewletan, Rojhilata Navîn jî kire holka bazirganiyê.
Bazirganiya burjuwa selefekarî ye û dibê bingeha qiyametan. Sed sal in ku netewe-dewletên hatine avakirin jî bûne welatên harabezar!.. Çar dewletên harabezar, Tirkiye, Iran, Iraq û Suriye, gelê Kurd, her dem kirine nava qiyametan.
Piştî sed salên bi fesadî û provaqatoriya kujerî, di sala 2003’an de ronahiyek pêket û li başûrê Kurdistanê, rêveberiyek defacto derkete hole. Bêguman ev defacto, di encama têkoşîna gelê kurd û di encama berjewendiyên jeopolîtîk ên Amerîka û Ewropa de derkete holê.
Bi sîstema federalî, gotinên nû nû ketin ferhenga kurdî. Kurdan jî hêvî dikir ku “devr-î saadet” dest pê bike.
Lê derkete hole ku gotinên nû, di wateya wan de ne hatine bikanîn. Siyasetmedar û entelektueliya kurd ji, ji vê serdemê re ne amade ne. Keliha –netewe-dewletê (BAAS) hat hêrivandin, lê keliheke nû ya desthilatdariya yekparêz û antî-demokrtaîk hat avakirin.
Mixabin “ansiklopedi”ya nû ya Kurdistanê jî ne hat nivîsandin; derew, teşqele û kumpasên netewe-dewletê ne hatin hêrivandin. Wajî vê, toleransa hat dayin, ji aliyê kurdan ve baş ne hat bikaranîn û hat hebakirin.
Statuko jî kete bin metirsînek mezin.
Her du hêzên serkeye PDK’ê û YNK bi zora Amerîka li Washinton dest dane hev, piştî vegeriyan, herêma Başûr ku weke hêvî dihate dîtin, dîse parçebûyî hiştin. Di vê parçekirinê de du serî derketin hole, çar ling û çar dest derketin hole.
Du serî Hewlêr û Silmanî bû, çar ling û çar dest jî, Tirkiye, Iran, Iraq û Amerîka bûn. Lê lingên cûda yên ahtapotî, komên çete ku ji aliyê Tirkiyeyê û Îranê ve hatin avakirin bûn. Îro jî em dibin ku statukoya li herêma Başûr parçe parçe, gav bi gav, taksît bi taksît têk diçe. Fatureya şaşî û nakokiyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de gel dide. Bi taybetî piştî ku PDK’ê di sala 2013’an de, bi Tirkiyeyê re peyman petrolê ya 50 salî çêkir, dinamît xiste bingeha statukoya herêmê.
Yanî rola kurdan a kîlîda otorîte û hevsengiya Iraqê, ya tevahiya herêmê û Kurdistanê hat şikandin. Siyaseta kurd, bi saya PDK’ê ji riya rast derket û derfet dane dijminên kurdan. Amerîka jî dît ku rola ji destê desthilatdariya navendî ya Iraqê (Baxdadê) girtiye û radestî kurdan kiriye, serneket. Kurd bi vê rola xwe ranebûn û rîskek mezin derketiye hole.
Encama vê jî; Yek: Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û reva pêşmergeyên PDK’ê ji Şingalê. Du: Mudaxeleya Tirkiyeyê û Îranê di sala 2017’an de li dijî referandûmê… Sê: Dagirkirina Kerkûkê û girêdana bi Baxdadê re… Yanî bicihneanîna xala 141’ê ya Desturnameya Iraqê!..
Amerîka jî li hemberî van pêşketinan bêdeng ma. Tenê bêdeng nema, li hemberî darbeyên hiquqî yên Baxdadê, êrîşên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê, êrîşên Îranê yên li dijî herêma Kurdistanê dengê xwe dernexist. Hem Tirkiye li herêmê bi cih bû, hem Îran li Iraqê bi cih bû…
Ev jî tê wateya ku Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir kiriyê. Îranê jî hegemonya li ser Baxdadê xurt kiriye. Aliyê hiquqî jî, biryarên Dadegeha Federal a Iraqê ne û van biryaran rewşek cuda derxiste hole. Ev rewşa neyînî dikare bibe sedema îflasa statuko.
Piştî van biryaran, eger gavên din-cuda bên avêtin, satukoya Başûr, wê bikevê rewşek sembolîk. Ji bo vê jî dive civak bikevê nava liv û tevgerê, bi têgihiştinek hemdemî û îradeyek civakî li statuko xwedî derkeve, bi taybetî rê li ber êrîşên Tirkiye û Iranê bigire.
Îro, li başûrê Kurdistanê parlamento nemaye desthilatdariyek ne meşrû heye!… Eger ev rewş demek dirêj dewam bike, wê bibe sedema sendromên civakî
Ya herî giring û metirsînî jî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ye. Vê jî, hêvî şikandine. Bi gotineke edebî; li başûrê Kurdistanê, ronahiya rojê hatiye tunekirin, ronahiya findikan hatiye pêxistin.
Pêxistina findikan têra ronahiya Herêma Federal a Kurdistanê û parastina statuko nake.
Tirkiye, bi şantaja avê, têkiliyên ekonomîk û ewlekariya sînoran zorê li desthilatdariya Baxdadê dike, bihenaya şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, dixwaze sîstema federatif ji holê rake. YNK’ê ev metirsînî dît û têkiliyan bi desthilatdariya Baxdadê re xurt dike.
Lê PDK û Tirkiye, zexta li ser Silêmaniyê zêde kirine û her roj, suqîasteke siyasî li Silêmaniyê dikin, di aliyê aborî de şantajan dikin.
YNK, Goran, Nifşê Nû, Yekgirtû, Komel, xiristiyan, êzîdî, feylî, şebek û gelek pekhateyên din, ji siyaseta PDK’ê û têkiliyên bi dewleta tirk re ne razî ne. Nerazîbûna wan jî, tê wateya têkçûna serdestiya PDK’ê. Ji bo vê jî, PDK’e têkiliyên bi Tirkiye, ereb û turkmenên netewperest re xurt dike û di aliyê îstîxbaratî, leşkerî û aborî de êrîşan dike.
Dema mirov li resmê mezin yê herêmê dinêre, bi taybetî di pozîsyona PDK’ê de, statukoya li herêmê ketiye bin metirsinek mezin. Hevkariya PDK’ê û Tirkiye, dengeyên hundir serûbinî hev kirine, rêkûpêkî û ewlehiya li bajar û gûndan tune kiriye. Li gel êrîşên dewleta tirk ên hewayî û êrîşên li sînoran, bi cihbûna baregehên leşkerî li başûrê Kurdistanê, hevparên girêdayî MÎT’ê ku bazara başûrê Kurdistanê dagirkirine, kiryarên MÎT’a tirk û Parastina PDK’e siyaset, sîstem, otorîte û hebûnek serbixwe û azad li herêma başûrê Kurdistanê ne hiştiye.
Divê were zanîn, Tirkiye ne tenê dagirkeriya bazar û erdnigariyê dike, dagirkeriya, çand-kultur û dîrokê jî dike. Toynbee dibêje: “Ergnîgarî û dîrok hesab ji civakan dipirse, eger civak bersiva van pirsan nedin, tune dibin.” Erdnîgarî û dîrok, pirsan ji civaka kurd, bi taybetî ji kurdên li başûrê Kurdistanê dike, dive bersivê bidin.
Îran jî ji vê rewşê ne razî ye, lê tê zanîn ku di pirsa kurd de, Iran û Tirkiye her dem li hev kirine û bi hev re êrîşî kurdan kirine..