Stranbêje îrlandayî Bono ji bo piştgiriya gelê Ukraynayê li jêrzemînekê konserek lidar xist. Hunermend Bono li ser hesabê xwe yê tweeterê ev agahî belav kir û wiha nivisand: “Li ser daxwaza serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenski em hatin Ukraynayê û me konserek lidar xist. Konsera me li jêrzemînekê pêk hat ku gelê sivîl ê Ukraynayê ji ber şer û topebaranê xwe tê de vedişêrin.”
Bono konsera xwe li jêrzemîneke Meteroyê yê bajarê Kievê pêk anî û bi vê yekê piştgiriya xwe ji bo gelê Ukraynayê nîşan da.
Her wiha piştî konsera wî ya li Kievê hunermend serdana bajarê Buçayê jî kir ku tê idiakirin li wir komkujî û sûcên şer hatine kirin.