14 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê mafê hêviyê biparêzin

Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal, anî ziman ku avakirina komîsyonê destpêkê girîng e û divê beriya her tiştî mafê heviyê bê parastin.

Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Nûman Kurtulmuş di 5ê Tebaxê de civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratiyê û Hevgirtina Mîllî ya ewil pêk anî. Parlamenterên endamên komîsyonê nêrîn û fikrên xwe vegotin. Parlamenteran navê komîsyonê jî diyar kirin û navê “Komîsyona Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Milî” lê kirin. Têkildarî şekl û naveroka komîsyonê Seroke Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal ewil ser avakirina komîsyonê rawestiya û wiha got: “Ji bo bendewariyên gel bû gaveke ewil. PKKê li ser banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk di 11ê Tîrmehê de bi merasimekê çekên xwe şewitandin. Erka ked ser milê wê pêk anî û sira hat meclisê û dewletê. Dor hat ser saziyên civakî û raya giştî. Ji ber vê yekê. Avakirina vê komîsyonê ji bo destpêkê girîng e. Axaftina Serokê Meclisê ya vekirinê berfireh bû. Di vê daxuyaniyê de anîn ziman ku dê bibe bersîva bendewariyan. Dê rê li pêşiya azadî, wekhevî û edaletê veke. Diyar kirin ku dê niqaşên li meclisê aşkere û vekirî bin. Ev girîng e. 10 meh in divê çi bê kirin tê niqaşkirin û ev yek tê zanîn. Meseleya 100 salan anîn ser masê. Meseleya siyasî, abori, çandî tê zanîn. Divê di serî de li ser nexşerêyek hevpar bibin yek. Divê rewşa girtiyên nexweş û siyasî bînin ser masê.”

Akin Bîrdal, da zanîn ku divê zagonak TMKê bînin ser masê û rakin. Divê encama pergala totalîter li ser masê bê niqaşkirin û mahkumkirin. Divê hemû endamên komîsyonê li ser ajandayê û nexşerêya çareseriyê bibin yek. Xuya ye dê êdî veger tune be. Divê di serî de binpêkirinên mafan bi dawî bibin û bêhiqûqî bi dawî bibe. Di serî de divê bi lez bi ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe li ser mutabaqatek hevpar bibin yek.”

Divê mafê hêviyê bê naskirin

Akin Bîrdal bal kişad ser rol û erka komîsyonê û wiha berdewam kir: “Di serî de divê TMKê û TCK bê rakirin. Ji bo tişta lazim bê axaftin, niqaşkirin û gav bên avêtin divê zagonên bûne asteng bên rakirin û bi zagonan mafê van kesan bên mîsogerkirin. Divê hesap ji bûyerên berê bên pirsîn û bersûc bi rastiya xwe re rû bi rû bibin. Ji bo vê yekê divê zagon bên guhertin û her kes karibe azad bi axive. Divê di serî de mafê heviyê bê naskirin. Divê zimanê aştiyê bê pêşxistin. Divê dest ji zimanê berê berdin. Di serî de divê medya alîgir dest ji zimanê şer berde. Divê li bez girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Divê ji xeynî kesên sûcê mirovahiyê kirine, tacîz, tecawiz, dizî û sûcê li diîjî civakê kirine, ji xeynî wan hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Divê qeyûm bi daqî bibin û hevşaredar dîsa vegerin ser karên xwe. Divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê parastin. Divê zêdeyî 100 hezar kesên ku sirgûn bûne bi zagonan paşve bên vegerandin. Dîsa ji bo kesên çekdar divê zagonên entegrasyonê bên avakirin. Divê aştiya posîtif mayinde bibe. Divê rê li pêşiya siyaseta demokratîk û hiqûqê bê vekirin. Divê kesên i karên xwe hatine avêtin dîsa li karên xwe vegerin.”

Akin Bîrdal xwest kesên ku cezayê wan qediya ne bi lez bên berdan û Lijneya Çavdêriyê bi lez bê fesixkirin û got: “Divê gavên ku baweriyê davêjin bavêjin. Divê bariyên li pêş lêgerîna heqîqet û edaletê rakin.”

Akin Bîrdal li ser erka saziyên sivîl û rêxistinên civakî jî rawestiya û wiha got: “Divê ev sasî vê mijarê her dem di rojeva xwe de bihêlin û tenê ji meclisê re nehêlin. Divê her tim bişopînin û lêpirsîn bikin. Aştî me hemû kesan eleqeder dike. Divê em cereke din vê derfetê bernedin. Divê kî çi dikeve ser milê wan bikin.”