15 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sozdar Hacî: Entegrasyon helandin nîn e

Endama Fermandariya Giştî ya HSD û YPJê Sozdar Hacî destnîşan kir ku Peymana 10ê Adarê ji bo hevpariya neteweyî ya xwe dispêre temsîliyeta wekhev firsendeke girîng.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Hacî der barê HSDê û rewşa Sûriyeyê de ji ANFê re axivî.

Sozdar Hacî di destpêka axaftina xwe de hilweşîna rejîm Esad bi bîr xist û wiha got: “Salek li ser hilweşandina rejîma Baasê ya ku di şexsê her du Esadan de hatibû çêkirin, derbas bû. Tevahî gelên Sûriyeyê ji êş, azar û helandineke gelek mezin rizgar bûn. Mirov dikare bibêje xelasbûna ji rejîmeke ewqas înkarker û desthilatdar, rojekî xweşiyê bû. Ji ber ku ev 60 sal in wekî gelê kurd û gelên din yên ku li vir jiyan dikin, di bin zextekî mezin de jiyan kirin. Nasnameya wan dihat înkarkirin. Li ser vî esasî ji bo me, weke gelê kurd, serkeftinekî gelek mezin bû û herwiha ji bo tevahî gelan xilasbûna ji zilm û zordariya Baasê tiştekî mezin bû. Lê beriya wê jî em weke civakên ku bindest jiyan dikin, me tiştekî pir jê cudatir jiyan nedikir. Me dîsa bindestî, dîsa înkar jiyan dikir. Weke pêkhate û gelên li ser wê axê, çi rejîmeke hatî yan jî serwer bibe, ji osmaniyan bigire û pê ve heta roja hilweşandina Beşar jî, me xêr ji jiyana xwe nedît.”

‘Êrîşên pir dijwar pêk hatin’

Sozdar Hacî bal kişand ser şoreşa ku li Rojava pêk hatiye û wiha axivî: “Ji bo me şoreşeke pêkhatî hebû, gelek destkeftiyên gelê me ku li ser vê axê jiyan dikirin hene û ji bo me hilweşîna rejîmê ne ji wê rojê ve destpê kiribû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîna rejîma Baasê ji 2011an ve pêk hatibû. Ji ber ku em êdî bibûn xwedî rewşeke jiyanê yê azadtir, demokratîk û hîn zêdetir nûnertiya xwe dike. Ango weke gelê kurd, gelê ereb, sûryan, asûrî, ermenî, tirkmen û tevahî gelên ku li ser vê axê jiyan dikin bûbûn xwedî nasnameyekî. Bêyî ku cudahî hebe, bi ziman, çand û baweriya xwe, bi rengekî gelek azad van 12-13 salan derbas kir. Em dikarin bêjin helwestekî neqebûlkirina sîstema Baasê jixwe çêbûbû. Wisa bibû ku êdî nedikarîn xwe li herêmên me bidine jiyankirin. Tişta esas a sala derbasbûyî pêk hat ji bo gelên me yên li herêmên din ên Sûriyeyê jiyan dikin, xwe xilaskirinekî ji sîstema desthilatdariyeke pir dijwar e. Ji bo me jî bû cihê kêfxweşî û şanaziyê ku em bikaribin di vê pêvajoyê de sîstemekî demokratîk û azad a hîn baştir ava bikin. Lê eger em werin rastiya ku me vê salê jiyan kir jî, dîsa me pir êş û azarên mezin jiyan kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji serê salê ve heta tifaqiya 10ê Adarê, êrîşên pir dijwar ên ji aliyê pergala ku xwe weke hikûmeta vegûhêz binav dike ve û bi alîkariya dewleta tirk û çeteyên wî, li ser herêmên me hatin kirin.”

‘Tiştek nehat guhertin’

Sozdar Hacî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi vê berxwedaniyê helwesta xwe ya ku em naxwazin ji pergalekî serdest xilas bibin û bikevin destê pergalekî xiraptir, nîşan didin. Ji ber vê yekê destguhertinekî bi vî awayî ya desthilatdariyê ji bo me nabe. Ji bo gelê me jî nedibû û gel jî kete ferqa vê yekê. Ger sîstem demokratîk nebe, sîstema dewletê desthilatdarî be, ger ku navendî be, di aliyê bîrdozî û zîhniyetê de xwe neguhere, wê heman rewş hebe. Ha te bi navê dewleta laîk kir û ha te heman tişt anî serê gelê xwe, ha te bi navê sosyalîzmê kir û heman tişt anî ser gelê xwe, ha te bi navê ol kir û heman tişt anî ser gelê xwe; di encamê de yên ku di vê salê de hate perçiqandin, yên ku ji êşan, ji komkujiyan derbas bûn, gelên bêguneh bûn. Tiştek nehat guhertin. Em dikarin bi vî awayî bi nav bikin.”

‘Peymanek hat îmzekirin’

Sozdar Hacî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wek HSD di vê salê de tifaqekî me yê ku di 10ê Adarê de pêk hatî heye û gelek xalên vê tifaqê hene ku hewce ye werin pêkanîn û herkes jî vê yekê dibêje. Berdevkê AKPê vê dibêje, serokkomarê Tirkiyeyê vê dibêje, Ehmed El Şara vê dibêje, wezîrê karên derve, wezîre parastinê vê yekê dibêje û em jî vê dibêjin. Gelo, xalên vê tifaqê herkes bi rengekî rast bi cîh tîne yan na? Bi rastî ev cihê pirsînê ye! Di vê tifaqê de tiştekî li dijî hikûmeta heyî yan jî dewleta Sûriyeyê tune ye. Lê di aliyê pêkanîna wê de nîqaşên wekî ku em vê dereng dixînin an jî hikûmeta niha dereng dixîne heye, ev tê nîqaşkirin. Kî dereng dixe tiştekî din e. Lê gelo di xalên wê de, di pêkanîna wê de tiştekî ku hatiye guhertin heye yan na? Di 10ê Adarê de ev tifaq ji aliyê Fermandarê me Mazlûm Ebdî û ji aliyê Ehmed El Şera ve hate îmzekirin. Xalên pir girîng ên vê tifaqê hene, rast e. Di xala yekemîn de; tê gotin ku dewlet û hikûmeteke hevbeş çêbe, wê herkes di wê hikûmetê de cihê xwe bigire û bi rengekî herî baş were temsîlkirin. Beyî ku tu ol, nijad û netewe were cudakirin wê mafê xwe yê temsîlkirinê bi rengekî herî baş ji bo hemû pêkhateyan hebe. Herwiha ji bo gelê kurd mafê hemwelatiyeke rast a Sûriyeyê û di destûrê de cihê xwe bigire, heye. Di aliyê ziman, çandî û hwd de mafên hemwelatiyekî çi be, wê wekî hemwelatiyekî kurd jî ev maf bê naskirin. Beriya ku em sûriyeyî bin em kurd in, em nikarin netewa xwe înkar bikin! Em ji bo bibin sûriyeyî, em ne neçar in bibin ereb, an jî kesek ji bo bibe sûriyeyî ne mecbûre baweriya xwe bibe sunî. Dikare elewî be, dikare xiristiyan be, dikare aşûrî be û dikare ermenî be! Rêza me ji tevahî gelan re heye. Di aliyê me de tu cudakarî nîn e. Ji ber ku weke hêzên HSDê, me soza vê ji tevahî gelên xwe re daye; heger ku êrişek an jî xeteriyek li ser pêkhateyekî hebe, li her derê Sûriyeyê, ji ber ku em sûriyeyî ne, em ê parastina tevahî axa Sûriyeyê bikin, em amade ne wan biparêzin. Bêyî ku em di navbera wan de cudakariyê bikin.”

‘HSD parastina hemû pêkhateyan dike’

Sozdar Hacî li ser rewşa Sûriyeyê got: “Gelek tişt çêbûn li Sûriyeyê û pêdivî hebû ku em bi rengekî herî rast destwerdanê bikin. Bi rengekî dadwerî tê de hebe, bi rengekî hesabê pêkhateyên din were kirin û li ser wê were sekinandin. Lê ji ber van sînorên ku dewletê avakirine yên heyî, me nekarî van gelan ji komkujiyan xilas bikin. Lê heger tişta ku niha tê axaftin pêk were, weke HSD em amade ne bibin bersiva tevahî êrîşên li hember gelên Sûriyeyê tên kirin. Me li Beravê û Siwêdayê êrîşên pir dijwar li ser gel dîtin. Li Şamê di hundirê Dêra Mar Îlyas de êrîşeke DAIŞê ya hovane hate kirin. Em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê Mesihî re jî dixwazin. Hêza me heye ku em van êrîşan asteng bikin. Ev nêzî 13-14 sal in, êrîşên DAIŞ û êrîşên ku li ser gelê me û tevahî pêkhateyan tê kirin hatin sekinandin, tecrûbeyekî gelekî mezin e. Em bûn xwedî nêzî 14-15 hezar şehîd li ser vê axê ji bo ku bikaribin tevahî pêkhateyan biparêzin. Hinek diaxivin li ser ragihandinê ku têkiliyên xwe bi leşkeriyê re jî nîn in, têkiliyên xwe bi kedê re nîn in û êrişî HSDê dikin. Dibêjin ku HSD temsîla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake yan jî HSD tenê temsîla kurdan dike, heta hinek hene dibêjin HSD kurdan jî temsîl nake. Bersiveke bi vî awayî ji wan re pêwîst e: HSD, hêzekî ku ji tevahî pêkhateyên li ser vê axê jiyan dikin ava bûye. Belê, rast e, hêzên destpêkê li warên ku kurd lê dijiyan derket û destpê kir, lê ji ber hişmendî û felsefeya me ya parastinê ne pêkan e ku tenê ji qadekî yan jî tenê ji pêkhateyekî bigire nava xwe pêk were. Ji ber vê HSD niha nêzî ji 70 hezar jin û xortên vî gelî pêk tê û ji hemû pêkhateyan kes cihên xwe tê de digirin. Ne tenê ji gelê me yê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dike, ji gelê me yê Îdlibê ku ji ber ber zilma dewletê revî û gelê me yê Efrînê ku ji ber zilma heyî revî û herwiha ji Helebê, Şamê gelek mirov di nava HSDê de cihê xwe digirin û bûne yek ji endamên hêza parastina gel. Ji bo wê em dikarin bêjin em temsîla hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin û em amade ne îro parastina hemû pêkhateyan bikin bêyî ku cudakariyê bikin. Ji bo pêkhatina vê tifaqê em amade ne hemû bendên vê tifaqê bi rengekî herî rast, bi rengekî demokratîk pêk bînin.”

‘Em amade parastina Sûriyeyê bikin’

Sozdar Hacî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heger wê hemû pêkhateyan di nav xwe de bihelîne em vê yekê napejirînin û heger bi rengê şerîatê be û bi rengê yek alî be, em dîsa vê yekê napejirînin. Jixwe me ev yek ji herkesî re daye diyarkirin û dostên me vêya pir baş dizanin. Ji ber vê em dixwazin bi rengekî demokratîk temsîla tevahî gelên li ser vê axê hebe û her kes bi nasnameya xwe, bi baweriya xwe, bi çanda xwe di nava artêşa Sûriyeyê de cihê xwe bigire. Ne ya heyî, ji ber ku artêşa Sûriyeyê ya heyî di hundirê vê salê de hate hilweşandin û heger artêşa Sûriyeyê ya nû xwe tenê li ser yek komî ava bike û vê ji xwe re esas bigire, em bawerin wê ev yek li tevahî cîhanê neyê pejirandin.Lê heger bi awayê demokratîk be û weke hêzeke ku ji tecrûbe û fedakariyên me jî sûd wergire be, ev yek li ber berçav bê girtin, em amade ne bi rengekî herî baş parastina tevahî axa Sûriyeyê bikin.”