31 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sozdar Avesta: Dem dema civaka demokratîk, aştî û yekîtiyê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta anî ziman ku li ser mîrateya berxwedanê ya 52 salan a PKKê wê têkoşînê hîn mezin bikin û got, "Êdî dema civaka demokratîk, dema aştî û yekîtiyê ye."

PKKê kongreya xwe ya 12emîn di navbera 5-7ê Gulanê de lidar xist. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta piştî kongreyê axivî û anî ziman ku PKKê navê xwe bi tîpên zêrîn û lehengiyeke mezin li dîrokê nivîsî ye û wê bi vî rengî bê bîranîn. Sozdar Avesta  di destpêka axaftina xwe de hemû şehîtên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û ev tişt got: “Me Kongreya 12emîn a PKK’ê lidar xist. Di serî de Hakî Karer, Mazlum Dogan, Sakîne Cansiz, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn em tevahî şehîdên azadiya gelan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Ez damezrînerê vê partiyê Rêber Apo ku ji kongreya ewilî heya vê kongreyê bû ruh, felsefe û şêwazê jiyana azad, bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Kongreya me ya 12emîn, kongreyekî awarte bû. Di şert û mercên pir awarte de hate lidarxistin. Ev kongre encama têkoşîna 52 salan a PKKê ya bi pêşengiya Rêber Apo ye. Her wiha li ser hîmê qehremaniyên mezin ên şehîdan, kongre hate komkirin.”

Sozdar Avesta destnîşan kir ku PKKê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê xeyalê ciwanan zindî kir, ruh û enerjiya ciwantiyê di ciwanan de bi rêxistin kir û wiha got: “PKKê di dîroka Kurdan de gelek pêngavên şoreşgerî pêş xistin. Beriya her tiştî Kurd ji doşeka mirinê rakir ser piyan. Kurd veguherand gelê herî berxwedêr, azadîxwaz û têkoşer. PKKê rûmet ava kir. PKK’ê ji bo tevahî mirovahiyê şoreşeke esasî, şoreşa jinê pêş xist. PKKê cewherê xwe ji têkoşîna azadiya jinê girt. Bi pêşengiya Rêber Apo û PKKê jinên Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bûn jinên herî pêşeng û têkoşer. Dîsa PKKê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê xeyalê ciwanan zindî kir, ruh û enerjiya ciwantiyê di ciwanan de bi rêxistin kir. PKKê di nava Kurdan de zanebûneke mezin pêş xist. Bi saya Rêber Apo û PKKê Kurdê azad, hevgirtî û têkoşer hate afirandin. Bi vê şoreş, pêşketin û têkoşîna mezin PKK hate Kongreya 12emîn. Li ser hîmê banga Aştî û Civaka Demokratîk û bi perspektîfên Rêber Apo Kongre kom bû. Ked, ruh û xebatên PKKê bi rengekî pir vekirî û pir dewlemend, bi rengekî ku êdî bibe malê dîrokê hate şîrovekirin. Her çendî ku xemgîniyek hebe jî, lê hemû endam û delegeyên kongreyê di wê zanebûnê de bûn ku PKKê êdî qalibê partiyên klasîk jî şikand. PKK perspektîfa jina azad, sosyalîzma demokratîk, civaka komunal û demokratîk e û dixwaze vê yekê pêş bixe.”

Dem dema civaka demokratîk e

Di berdewamiya axaftina xwe de Sozdar Avesta ev tişt anî ziman: “Ti kesê PKK têk nebiriye. Rêber Apo jî di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kiribû, hemû rêxistin û cemiyetên bi vî rengî yên ku bi zorê nayên tunekirin, divê xwe bike malê tevahî dîrok û civakê. PKK jî bi vî rengî nehatiye têkbirin, PKK bi guhertin û veguhertineke mezin erkê xwe yê dîrokî pêk anî. Êdî erk û mesûliyeta xwe bi zanebûna dîrokî wê di nava civaka demokratîk de pêş bixe. Civaka komunal, sosyalîst, demokratîk bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê, ciwanên enternasyonal û tevahî kesên azadîxwaz wê li her derê belav bibe. Êdî dawî li zihniyeta desthilatdariya mêr a şer tê. Pêşî li siyaseta demokratîk vedibe. PKK’ê tenê ji bo xwe ev guhertin û veguhertin pêk neanî, tenê ji bo xwe ev têkoşîn nemeşand. Ji bo tevahî mirovahiyê, jinan û gelan ev têkoşîn meşandiye. Vê yekê jî bi lehengiyeke mezin û bi tîpên zêrîn di dîrokê de cihê xwe girtiye. PKK bûye malê dîrokê û di dîrokê de bi cih bû. Ti hêz nikare vê yekê berevajî bike. Li ser vî esasî li ser xeta Apoyîtiyê, li dora Rêber Apo, bi vê fikrê mezin kongreyê hemû gotinên ku PKK terorîze dikir, vale derxistin. Kongreyê da diyarkirin ku kesên van gotinan dikirin, xwedî zihniyeteke çawa rûreş bûn. Dem dema civaka demokratîk e, dem dema aştî, hevgirtin, jin û ciwanan e. Li ser vî esasî kongre bi rengekî serketî, hevgirtî û bi yek helwest, yek ruh, yek deng û bi yek fikriyatê kom bû. Ev jî ji bo tevahî gelê me, jinan, mirovahî û tevahî gelên Rojhilata Navîn jî diyariyeke mezin e. Tiştek wisa cara yekemîn di nava PKKê de pêk tê. Partiyeke 52 salan bi têkoşîneke mezin xwe aniye vê roja îro. Têkoşîn hîn berdewame, di esasê xwe de nû destpê dike. Li ser vî esasî divê mîrateya 52 salan û ev têkoşîn hîn zêdetir were bilindkirin. Em bi gelê xwe bawerin, bi ruhê ku hatî afirandin, bi vê zanistê bawerin, em bi Rêber Apo bawerin. Ez vê pêngavê li Rêber Apo, jin, ciwan û tevahî gelan pîroz dikim.”