Li nav me kurdên Xorasanê weke her devereke kurdnişîn, hin deb û resmên kevn hene. Yek ji wan resman sinetkirina zarokan an bi gotina me ‘desthelalkirin’a wan e ku em bi şahî û dîlan bi rê dixin. Çend rojan piştî birêxistina cejna desthelalkirinê, bang li kirîvê xwe dikin û bi wan re dibêjin ku dixwazin wî karî bikin. Kirîv li nav me kurdan pir bi qedr û girîng in. Kirîvatî cureke soz û qirarê li nav du malbatan e. Gava ku du malbat bi hev re dibin kirîv, hin erk û wezîfeyên wan li beranberî hev hene. Wek mînak li keçikdayîn û bûkxwestinê. Li desthelaliya lawikan îzna kirîv pir girîng e û divê ku bi wan re şêwirînek bê kirin. Dema bêçinê û karên bax û jêkirina mêweyan ji daran û her wekî din jî alîkariyê didin hev, kirîvbûn ewqas girîng, giranbiha û pîroz e û ewqas du malbat bi hev re nêzîk in ku nikarin ji hev bizewicin.
Orinça cejnê
Li baxê paş hewşa mala bavê min li gund, me konek vedabû. Me ji wî baxî re digot baxê gwîzê, ji ber ku çar aliyê bax darên gwîzan bûn û li nav wan jî bavê min orinçe çandibû. Ew orinça bo sexel û pezên kulek ku ji keriyê pêz diman, berhev dikirin û dibû binceya wan. Çend rojan beriya ku cejn were lidarxistin, birayên min orinçe çinîbûn û piştre erdê wê av dabûn, niha orinçe û gihayên nav wê hêşîn bûbûn û amade ji bo cejneke kurmancî.
Coşeke xweş li nav hewşê bi rê ketibû; li aliyekî çend pez serjê kiribûn û hinekan goştê wan hûr dikirin, hinekan pîvaz hûr dikirin û kartol dişûştin. Li aliyekî hewşê bi keviran û heriyê ûcax çê kiribûn û beroşên tije av danîbûn ser wan, li kêleka ûcêx ji dar û gwîniyan heta tapî û kemre li ser hev danîbûn. Pismam û pisxaltiyên me jî bi meşk û cêran ji kaniya ser pirê ku li paş baxê me bû, av tanîn û berdidan nav beroş û satilên darîn.
Yek ji gundiyên me yê bi navê Tacmeme ku bawer im hosteyê wî karî bû, xurcîneke sor ku dayika min bo sercihaza birayê min (ku niha desthelalkirina du lawên wî bû) çêkiribû, tije kişmîş û şekir û şikolat kiribû û li ser milê xwe danîbû. Erka wî camêrî ew bû ku yek bi yek gundiyan vexwîne cejnê. Ez ji Tacmeme re ji ber vê dibêjim hoste ku hîn jî kes peyda nebûye ku carekê bibêje wî bangî min nekiriye bo filan dawetê. Erê ew li karê ku dispartin wî pir jêhatî bû.
Amadekariya cejnê
Nîvroj bû û li bin konê, keçikên xizm û cînaran bi xwişkên min re bi kelecaneke bêdawî mîna ku daweta wan bixwe be û bûka vê dawetê bin, sifreyek ji bo firavînê vedabûn. Xwarina nîvroja berî birêketina cejnê ji kezebên pêz û kartol û pîvaz û hinek goştê çinîbûyî pêk dihat. Resm ew bû kesên ku li dawet an cejnekê alîkarî didan ji aşpêz bigire heta berdestên wî û yên av û êzing dianîn û xizmên nêzîk, dibûn mêvanê wê firavînê. Li ser sifreyê jî ji xwarina taybet ya min got bigire heta dewê teze yê mêşk ku dayika min berbanga sibê beriya hilatina royê dan kiribû, heta nanê tendûrê û pincara teze ku ji baxê me yê Çiraxpê hatibû berhevkirin û mastê teze yê pêz hebû. Dema mêvanan xwarina xwe xwar, niha hêdî hedî keç û lawan qada nav hewşê û bêx paqij kirin û diçûn ku xwe bo cejnê bi cil û bergên nû bixemlînin.
Dîlana kurmancî ya keç û xortan
Berêvarê bû û êdî dengbêj û sazjen û dutarvan gihîştibûn cejnê. Heyderqulî pîqa xwe kok kiribû û bi birayê xwe Saetqulî re li ber deriyê hewşê rawestiyabûn. Saetqulî li doholê dida û Heyderqulî jî pîqa xwe anîbû dêng. Li ber piyên wan ji nav sîniyekê dûyê ûrzelingê li derdorê belav dibû û wan bi melodiya ku ji sazên xwe derdixistin, xêrhatina mêvanan dikirin. Mêvanan jî wek erf û edeteke kevn pereyekî hûr li kêleka sîniyê datanîn. Mêvan bi coşeke mezin dihatin nav bêx. Li wir Metqulî birayê din ê Heyderqulî kemançe lêdida û kurê biçûk ê Heyderqulî jî li defê dida. Heng henga Xanan bû, keçik û xort ketibûn nav govendê û dîlaneke kurmancî bi rê ketibû. Piştî hengê Xanan, yek qerse, du qerse, enarekî, pênc qerse, şeş qerse, diyanzdeh qerse. Matmatî û Qeşmarkî lîstin û paşê lîstika bi şivan bi dar xistin, keçên me bi şîlvarên sor û kesk û şîn, govend xemilandibûn. Gava ku li meydanê diketin çerx û tawê, şemal û gulên ser şîlvarên wan bi hev re hişê meriv dibir.
Hine, noxl û keleqendek
Bêhna xwarina ser ûcêx, dengê dengbêjan û coş û kelecana govendê heyecaneke bêmînak pêk anîbû û te nikarîbû çavên xwe ji wan bibirî. Êdî şev hatibû û stêrkên nav asimîn û şelpeyên darên gwîzê jî ev xeml û rewş zêdetir kiribûn. Birêvebera cejnê kirîv bûn, haya wan ji hemû tiştî hebû ku kêmasiyek tune be. Ji vî alî ve jî hinek ji xortan bi dengê dahol û pîqê ji mala kirîv mejmeyek xemilandî ku di nav wî de hine û noxl û şekir û keleqendek hebû tanîn. Çend keçik û jinan mejme û mafûreke biçûk li ser serê xwe danîbûn û dihatin, hinek jî li pêşiya van dilîstin. Ewna hatin û cihek li meydana lîstikê çêkirin, hine li ber mafûrê danîn û çend mist noxl û şekir li derdora mafûrê belav kirin. Du lawikên birayê min li ser dan rûnişkandin û hengên bexşî û dengbêjan zivirî ser merasima desthinekirinê. Bavkal û dapîra wan li kêleka mafûrê û kirîv li paş zarokan rûniştin. Resm ew e ku divê dapîr niha bistirin. Her yek ji wan sitranek bo desthinekirinê distirîn û kirîvê wan jî destê zarokan hine dikir;
-Va daweta lawê min e // kirîv hinê distirê
-Ew hem dê û bavê min e // kirîv hinê distirê
-Ew roniya çavê min e // kirîv hinê distirê
…
Dapîra din;
-Çiraxpe jî we kereng e // kirîv hinê distirê
-Keçik têne renge-reng e // kirîv hinê distirê
-Keça pêşiyê pir qeşeng e // kirîv hinê distirê
…
Pistî dest hinekirinê û piştî ku zarokan para hineya xwe ji kefa mistê her du lawikan rakirin, hineya mayî û şîranî û noxl û newat li nav mêvanan belav kirin û domahiya cejnê heta nîvê şevê berdewam bû.
Cil û bergên li nav mejmeyekê
Sipêdeyê, beriya hilatina royê, çend kes ji bo paqijkirina hewş û bêx ji xewê hulistiyan; jinan nan li tendûr dipatin û hinekan av ji kaniyê dianîn û hinek jî dibûn berpirsa amedekirina taştê. Taştêya sibetira şeva cejnê jî ji penîr û mastê nav tîcên û rûnê zer û nanê ku teze ji tendûrê derketibû, pêk dihat. Piştî xwarina taştê ku xelk hêdî hêdî dihatin, niha gerê zarok bibirina hemamê. Cil û bergên van du lawikan li nav mejmeyekê danîbûn û sabûn û şeyekî teze û lîf û kîse jî li kêlekê. Keleqendek jî ku xelata hemamçî bû li nav mejmeyê bi awayekî tîk hatibû. Hevriyên wan jî her yekê cil û bergên xwe li nav zembîlê danîbûn; sazjen ketine pêşiyê û bi çepik û şahiyê ew her du lawikên xweşik birin hemamê. Li vir jî gerê yek ji lawikên kirîv hebûya û ewna bibirina û bişûştina. Heta ku ewna ji hemamê vegerin, li nav bêx cejn di roya duyem de bi rê ketibû û dîsan keç û xortan govend xemilandin.
Li hewşê bêhna yexniyê hişê meriv dibir û li bêx jî dîlan û dengbêj. Yexniya ku xwarinek bi goştê pêz û nasyar li navçeya me ye.
Kuşnî
Nêzikî nîvrojê dîsan sazjen bi dohol û pîqê ber bi mala kirîv ve bi rê ketin û ji wir keçikan bi şîlwarên xwe yên reng bi reng weke tawûsan, bi mejmeyên tijî li ser destên xwe, bi pêşengî û lîstin û hilperikîna xortan, tev li cejnê bûn. Resm ew bû ku kirîv cil û bergên teze bo lawikên ku dixwestin destê wan helal bikin distand, kûzekî rûnê zer û birinc û berxek jî wek xelat dida wan. Ew xelatên xwe jî bi hevrêtiya malbat û xizmên xwe û bi saz û stran û lîstina keç û lawan dianîn nav govendê. Li govendê jî çend tezexortên nûrastevahatî amade dibûn ku li pêşiya wan guleşta kurdî an bi gotina me kurdên Xorasanê, ‘kuşnî’ bigirin. Kirîv û xelatên wî gihîştin nav govendê û li çar aliyên govendê, xortan dest bi kuşniyê kirin. Piştî nîv saeteke kuşnî derbas bû û yê serketî yekem hat û ji kirîv û xwedî cejnê keleqendek û hinek pere xelat stand. Niha dîsan li nav meydanê mafûr danîn û parçeyeke qemîs kişande ser wê û derdora wê xemilandin ku cil û bergên teze yên xelata kirîv li her du lawikan bikin. Berê resm wiha bû ku delak dihat û li vir zarok sunet dikirin. Gava ku delêk karê xwe dikir, kirîv gerê şekirek bikira nav devê zarokan. Lê niha ev yek nemaye û piştî derbasbûna cejnê ewna dibirin bajêr û diktoran ew kar dikir.
Hemî tişt amede bûn û niha gere cil û bergên her du biraziyên min li wan bikirina; lê ji nişka ve me dît yek ji wan tune!! Yê mezintir li ser cihê xwe li ser mafûrê amade rûniştibû, lê yê biçûk peydatune bû. Li nav hewşê, li nav bêx, zeviyên derdorê, li her cihê li wî geriyan, lê ew tune bû. Heta wê demê ku ez çûm min dît wî xwe li xaniyê jêr û li paş kendûya gênim veşartiye!
Bi çavên tije hêstir li min dinêrî. Min got;
-Biraziyê delal! Were, daweta te ye, were gere kincên nû û xweşik li te bikin.
-Na, ez nayêm.
-Te ku hez dikir bo te dawetê bigirin, cilên xweşik li xwe bikî, ma ew daweta te nîne?
-Na ez naxwazim.
-Bo çi?
_Ew çi dawet e we bo min girtiye ku bûk tê de tune?!
Min qet fikra vê yekê nedikir, piştî çend kêliyan min hişê xwe berhevî ser hev kir û ji wî re got;
-Me ev dawet bo vê yekê girtiye ku tu fêrî dawetgirtinê bûyî, lê niha pêwîst nîne bûk jî hebe. Were birazî can. Were ez bixwe soz didim biraziyê xwe ku bûkeke bedew bo te peyda bikim.
-Soz didî Apo?!
-Erê soz didim!
Em bi hev re çûn û me cil û bergên nû li biraziyê xwe kirin û piştra firavîn xwarin û cejn bi dawî hat.
Niha ez mame û soza ku min dabû biraziyê xwe.