Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 12emîn salvegera damezrandina xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi merasîmekê bi dirûşmeya “Artêşa jin temînata jiyana azad e” pîroz kir.
Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Myanmarê bi sînevîzyona ku ji merasîmê re şand, damezrandina YPJê pîroz kir. Di sînevîzyonê de yekîneyên jinan diyar kirin ku ji YPJê hêz girtine û damezrandina wê silav dikin û wiha gotin: “Salvegera hevalên me yên YPJê yên şoreşger pîroz be. Em şoreşgerên jin ên Hêzên Parastina Neteweyî ya Çîn a li eyaleta Çîn a Myanmarê ne. Ezmûna we ji bo me îlhamek e. Em dikarin jêhatiya jinan bibînin ku çawa dikarin di şer de bê sînor şer bikin û bibin fermandar.
Em hêvîdar in ku di paşerojê de em bi hev re li herêmên xwe li dijî dîktatoriyê têbikoşin, mil bi mil bi we re, ji bo mafên xwe heta ku dîktatorî ji ser rûyê erdê rabe têbikoşin. Em bi we serbilind in û hurmeta xwe radigihînin. Em we pîroz dikin.”