Nobeta sînorê Nisêbîn Qamişlo Çalakî, di pêşengiya DBP, DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) di roja 10an de berdewam dike. Îro dîsa nûner û aktîvistên TJA, Dayikên Aştiyê yên Êlih, Sêrt, Amed û nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Amedê bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Sêrtê û Êlihê axaftin kirin. Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Êlihê Herdem axivî û wiha got: “Hemû kesên hatine ser vî sînorî ji bo şereş, rûmet û namûsê hatiye ser vî sînor. Kî vî sînorî biparêze, şeref ûrûmeta xwe diparêzin. Dayikên Sêrt, Êlih, Amed û hemu dayikan silav dikim. Em li ser navê dayikên aştiyê yê Êlihê vî şerê qirêj ên li dijî Rojava şermezar dikim. Îro hemû dewletên cîhanê piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Tirkiye vê zilmê li ser gelê Rojava dimeşîne. Li ser jin û zarokan vê zilmê dimeşîne. Em vê zilmê qebûl nakin. Ev zilm qebûl nabe. Em bang li dewletên neteweyî û saziyên mafên mirovan dikin. Em bang li hemû mirovên xwedî wîcdan dikin. Gelo ev kuştin, talankirin û zilm li ser wan pêş bikeve dê qebûl bikin an na. Me heta dawî li pey rojava ne. Hezar silav ji gelê Rojava re. Hezar silav ji şervanê HSD, YPJ û YPGê re. Hezar silav ji rojnamevanên li Tişrinê re.”
Em doza ax, av û zimanê xwe dikin
Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Sêrtê Saliga Sag jî anî ziman ku ew ji ber vê komkujiyê qebûl nakin hatine ser vî sînorî û wiha got: “Em komkujiyê qebûl nakin. Em naxwazin dayik, zarok, kal û pîr u ciwan bimirin. Em naxwazin dilê dayikan bişewitin. Em dixwazin li ser axa xwe û welatê xwe azad bijîn. Em doza ax, av û zimanê xwe dikin. Wekî din em tiştekî din naxwazin. Em şerê li ser Rojava şermezar dikin. Dewleta Tirkî piştgiriyê dide van cahş û hovan. Em vê yekê qebûl nakin. Rojava rojava me ye. Em ê heta dawî gelê Rojava biparêzin. Em ê heta dawî li ser sînor gelê xwe yê Rojava biparêzin.
Em çar parçe yek in
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî axivî û wiha got: “Îro li ser sînorê Qamişlo em bang dikin. Demgê me diçe Qamişlo, Rojava û şoreşa Rojava. Em hemû dizanin û dewlet jî dizane Qamişlo û Serêkaniyê yek e. Serêkaniyê û Ceylanpinar yek e. Em jî dizanin û ew jî dizanin ku Bakur û Rojava yek e. Em jî dizanin û ew jî dizanin Pirsûs û kobanê yek e. Em yek in. Şoreşa Rojava ji bo mirovhaiye Ronahî ye. Ji bo cîhanê mînak e. Dema şerê Kobanê hemû cîhan kom bûn û li Kobanê xwedî derket. Em dibêjin xwedîderketina li Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye. Em dibêjin dest ji polîtîkayên xwe yên şer berdin. Em dibêjin dest ji polîtîkayên tecrîd û parçekirina gelan berdin. Ev polîtîkayên şer û tecridê û parçekirina gelan kaos û qeyrana Tirkiyê bêtir zêde dikin. Em heta dawî li peş Şoreşa Rojava ne.”
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.