6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa Rojava bi xwe re modela xweseriya demokratîk anî

Asya Waşûkanî

Şoreşa Rojava li ser ezmûna Tevgera Azadiyê hatiye destpêkirin û her kes jî dizane ku Rêber Apo 19 salan li Rojava û Sûriyeyê ma, têkoşiya. Ji bo gel, rastiya şeran bibîne û doza azadiya xwe bike, têkoşîn pêş xist.

Şoreşa Rojava ji tevahî Sûriyeyê re bû modela xweseriya herî rast a demokratîk û weke diyar dibe wê bibe çareseriya herî pozîtîf ji tevahî herêmê re. Wê teyisîna xwe li ser tevahî cîhanê jî bike. Xuya dike ku dê herêmên Sûriyeyê yên din jî vê modelê ji xwe re bikin mînak û di qadên xwe de wê yekalî pêk bînin. Ji xwe modela xweseriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî dibe hîna li tu welatên Rojhilata Navîn nehatiye pêkanîn. Di cîhanê de jî gelekî nadîr e. Lê teqez divê were zanîn ku çareya herî rasteqîn jî ew e ku demokrasiya xwecîhî were rêkûpêkkirin. Weke tê dîtin HTŞê ji çareseriyeke wiha re xwe amade nekiriye û tenê li gorî xeyalên xwe yên desthilatdariyê diçe.

Ew desthilatdariya ku kevnar bûye û belaya serê jin û civakê ye, beriya 5 hezar salan û heta roja niha berdewam dike. Di serdema niha de jî mirov dibîne ku di kêliyê de dikarin gund û bajaran xera bikin, bibin sedema kuştina bi hezaran mirovan. Ji xwe gelek nimûneyên vê hene. Xezaya wêrankirî jî weke rojê diyar dibe. Rêber Apo di nava peyamên xwe de qala Xezayê kiriye û gotiye: “Eger em dawiyê li şer û pevçûnan neynin wê gelek Xeza çêbibin. Em rewşa şerê Îsraîl û Îranê dibînin. Li vir mijara me dewlet nîn in, mijara me ya sereke gel in. Ew xelkên sivîl in ku haya wan ji şeran nîne. Qet beşdarî şeran jî nabin. Heke dewlet ji gel bipirsin wê her kes bêje: “Ji şer û tundiyê re na.” Nexwê divê were zanîn ên şeran dixwazin komên çete yên di nava dewletê de ne, navê wan serok û wezîr in.

Şerxwaz û tundrew, li pey desthilatdariya xwe digerin û hewl didin serweriya xwe berfireh bikin. Ji bo wê ketine nava pêşbirkê.  Her tiştî ji xwe re dikin qurban. Ez li vir lêborînê dixwazim li ser vê gotina xwe ya ez ê bibêjim. Lê hûn teqez bizanin ez ji gotina xwe yeqîn dikim û dibêjim. Ew serokên dewletan ên di şer de israr dikin teqez çete ne û mirovên ji rêderketî ne. Çavsoriyê li gelan dikin. Dema em dibêjin, “rewşa gelan” teqez divê em tu hêviyan ji wan çeteyên hemdemî nekin. Weke gel pêwîst e em çareseriya xwe bi xwe bibînin. Tevahî gel divê zanibin Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê li çareseriyê digere. Erka me ye ku em rastiyên heyî bi gelan bidin fêmkirin. Hewce ye were zanîn ku ev 27 sal in Rêber Apo bêrawestan ji bo çareseriya aştiyane têdikoşe.

Rêber Apo 52 sal in têkoşîna azadiyê dide û 27 sal in dibêje xwişkûbiratiya gelan. Gelê kurd li ser esasê xwişkûbiratî, edalet, wekhevî û demokrasiyê perwerde kiriye. Her hewl dide vîna gelan li ser pergala dewletê hakim bike. Divê gel û tevahî welatên heyî ji ezmûna Rêber Apo dersan derxînin û dest bi têkoşînê bikin. Şoreşa Rojava li ser ezmûna Tevgera Azadiyê hatiye destpêkirin û her kes jî dizane ku Rêber Apo 19 salan li Rojava û Sûriyeyê ma, têkoşiya. Ji bo gel, rastiya şeran bibîne û doza azadiya xwe bike, têkoşîn pêş xist. Ez wiha texmîn dikim ku HTŞ û serokê wê Colanî weke her hêzeke ku nû tê ser desthilatê gelekî newêrek e. Nêzikatiyên tund û tûj raber dike û weke ji şemitîna kursiya xwe ditirse.

Pêwîst e pir baş zanibin ku gel kursiyan dişemitîne. Ji ber gel bingehê her tiştî ye û dema xezeba gel bi ser desthilatê de were, tu hêz nikare wê rawestîne. Ji xwe gel nebe wê desthilatdar jî nebin. Ji ber vê hewce ye desthilatdar gelekî haj ji xwe hebin, vîna gel esas bigirin. Nexwê wê têk biçin û wê navê wan jî weke zebalecî derkeve. Ji ber serokên xerab dibin zebale û dikevin nava zebalê. Ji xwe welatên Rojhilata Navîn û cîhanê jî tijî serokên wiha çete û tundrew bûne. Cihê wan jî pir zelal diyar e. Her mirov heta demekê dijî. Weke Rêber Apo gotiye her însan fanî ye. Yanî dawiya her kesî wê were. Lê divê rabihuriya mirov pir pak û paqij be. Hewce ye piştî mirina mirovan jî her kes bi hesreta mirov be, bi başî û qencî behsa mirov bê kirin.

Ji bo min tenê yek Rêber heye û wê her ew bimîne. Ew pêşengê pergala civaka demokratîk e. Eger em li gor Rêber Apo tevbigerin, em ê qet zerarê nebînin. Ji ber ew gihiştiye heqîqetê. 52 sal in ji bo bi me bide fêmkirin têdikoşe. Niha jî divê em weke jin, ciwan û tevahî beşên civakê têkoşîna Rêber Apo jiyanî bikin. Heke tevahî serokên welatan, fikir û ramanên Rêbertî pêk bînin wê sedsalan qezenc bikin. Dem hatiye li Sûriyeyê, Iraq, Îran û di serî li Tirkiyeyê rêbazên Apogerî esas bên girtin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê