13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa perwerdeyê ya li rojavayê Kurdistanê

Îro dilê hemû kurdan bi Şoreşa Rojava re li rojavayê Kurdistanê diavêje, dengê hemû kurdan li Rojava berz dibe. Pêvajoya şoreşê pêvajoya afrîneriyê ye, ji jînên şikestî û nîvco, ji kavilan, ji wêranxaneyan û ji bermayiyên tofanê meriv jiyan û cîhaneke nû hildiberîne. Li Rojava jiyanek pêş dikeve, cîhanek tê berzkirin. Me jî xwest em di çarçoveya Şoreşa Rojava de dêhn û bala xwe bidin ser perwerdeya li Rojava pêş dikeve. Ji bo vê yekê jî em ê pêşiyê guh bidin pêşeng, dahêner û mamosteyên pergala perwerdeyê ya Rojava. Mamosteyên Zanîngeha Kobanê dê jî me re behsa Zanîngeha Kobanê bikin.  Mamoste Şervan Muslim ku Endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Kobanê ye û mamoste Egîd Nasro ku Hevserokê Fakulteya Wêje û Zimanê Kurdî ye dê bibin mêvanên hevpeyvîna me. Ji bo alîkarî û piştgiriya Berpirsa Odeya Têkiliyên Derve Xunav Îsa jî em spasiyên xwe dikin.

Di destpêkê de ez dixwazim bipirsim ka bandorên Şoreşa Rojava li ser perwerdeyê çawa çêbû? Ferq û cudahiyên çawa di navbera pergala perwerdeyê ya berî şoreşê û ya piştî şoreşê de hene?

Şervan Muslim: Wekî tê zanîn şoreş di mefhûmê xwe yê bingehîn de jî guhertinek e. Yanî guhertina rewşekê bi rewşeke din e, mirov ji rewşekê derbasî rewşeke din dibe. Ew guhertin jî piralî ne. Em baş pê dizanin ku Şoreşa Rojava gelek şoreş di nav xwe de hewandin, di nav xwe de şoreşa jinê, şoreşa ziman, şoreşa ciwanan hewand. Şoreşa ziman an jî bi giştî şoreşa perwerdehiyê ji bo gelê me şoreş û vejîneke nû bû. Nexasim ji bo gelê kurd yê li rojavayê Kurdistanê.

Di eslê xwe de pergala perwerdehiyê ya berî Şoreşa Rojava ya li Sûriyê li ser me dihat ferzkirin xwe dispart hin xalên bingehîn yên şovenîzmê. Meseleya nijadperestiyê tê de li pêş bû, meseleya tekzimanî, tekçandî tê de li pêş bû. Em di bin sîwaneke bi vî rengî de dijiyan û li gorî van xalan em dihatin perwerdekirin.

Li rojavayê Kurdistanê li ser kurdan û li ser pêkhateyên din yên wekî suryan, aşûr, çerkez, ermen hwd. dihat ferzkirin ku ew perwerdeyê, zanistê bi zimanê erebî fêr bibin û werbigirin. Her wiha çanda ku pêwîst bû bihata zanîn çanda ereban bû. Ji ber ku nasnameya me qedexe bû, me nikaribû bi zimanê xwe deng bikira.

Digel vê yekê tê zanîn, kurdan di seranserî dîroka xwe de dagirkeriyê nepejirandine û dem bi dem li beramberî dagirkeriyê jî serî rakirine. Bi vê yekê re jî çanda kurdî, zimanê kurdî û zanavê kurdî tim û dayîm di nav dil û hinavê me de bû. Tim xeyalê me bû ku em ê rojekê bikaribin bi zimanê xwe deng bikin, bi zimanê xwe perwerde bibin, her wiha em ê bikaribin çanda xwe ji nêz ve nas bikin. Lê bi awayekî aşkera me nikaribû ev yek bi lêv bikira.

Zanîngehên ku me di wan de dixwend li gorî feraseta dewletê bûn û  li gorî zîhniyeta wan bû. Lê bi demê re li Rojhilata Navîn şoreşan dest pê kir. Çirûska van şoreşan derbasî Sûriyeyê jî bû. Sûriye dewleteke wisa bû ku pêwîst bû şoreşek lê rabe. Ji ber ku zilm û zor, nijadperestî li vê derê jî pir zêde li pêş bû. Li ser van esasan di salên 2011-2012’an de gelê Sûriyeyê jî dest bi doza azadiya xwe kir. Em jî wekî gelê kurd yê li rojavayê Kurdistanê ji bo doza azadiya xwe hişyar bûn. Em jî xwedan felsefeyekê bûn ku me karibû cihê xwe di vê şoreşê de bigirin; me di aliyê siyasetê de xeteke sêyemîn hilbijart, li ser vê yekê me rêxistina xwe damezirand û me di hemû biwaran de xwe birêxistin kir. Meseleya perwerdeyê û meseleya ziman jî yek ji van biwaran bû. Me bi tîpên kurdî, bi sazî û dezgehên kurdî, bi xwendekaran dest pê kir lê dû re me dît ku em gihîştine wê astê; pêwîst e êdî em li vir zanîngehan vebikin û bi zimanê xwe perwerdeya xwe temam bikin. Lê ev yek ne tenê ji bo zimanê kurdî bû, me ev yek ji bo hemû zimanên pêkhateyên li rojavayê Kurdistanê ji xwe re esas girt. Ji bo van yekan jî ferqeke pir mezin di navbera perwerde û pergala berî şoreşê û piştî şoreşê de heye.

Ser meselê ferqeke mezin jî ev bû; tevahiya dîrokê bi awayekî berovajî dihat fêrkirin, her wiha zanist jî li gorî xizmeta desthilatdariyê dihat dayîn, bi zimanekî tenê dihat îfadekirin. Zarokan dema dest bi dibistanê dikirin nikaribûn xwe îfade bikirana, lewra zimanê ku mamoste pê diaxivî û fêr dikir ne zimanê wan bû.

Kurdên me yên li rojavayê Kurdistanê pir jîr bûn û ji nav kurdan gelek kesên navdar derketine, lê belê ji ber ku zimanê em pê dihatin perwerdekirin ne zimanê me bû di nav me de xweragirtinek tim hebû. Ev hemû ji bo me bûn tecrûbe. Ji ber vê yekê jî me zimanê xwe li ser tu pêkhateyeke din ferz nekir, me li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk pergala xwe ya perwerdeyê da rûniştandin. Piştî şoreşê hemû pêkhate li vir bi zimanê xwe perwerde dibînin, di pergala perwerdeyê de nijadperestî bi tu awayî tune ye, dîrok li gorî heqîqeta wê tê şirovekirin, zanist ji bo xizmetguzariya civakî tê şirovekirin.

Endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim

Modela perwerdeyê ya niha li Rojava hatiye hilbijartin li ser esasên bi çi rengî ava bûye? Ferqa vê modelê bi modelên perwerdeyên yên cîhanî re çi ye?

Egîd Nasro: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala yekreng ya perwerdeyê serdest bû. Bi yek zimanî tevahiya gelên li herêmê fêrî zanist û ilmê dibûn. Bêguman me êşa vê yekê bi têra xwe kişand. Li Rojhilata Navîn bi giştî rewşeke aloz a yekreng hebû. Ji bo ku ji hemû pirsgirêk û pêkhateyên herêmê re bibe bersiv pêwîstî bi modeleke nû ya perwerdeyê hebû. Diviya ev modela nû bikaribûya mafê hemû gelan bide wan. Ji ber vê yekê di vê modela me ya nû de, zimanê zikmakî bûye zimanê perwerdeyê û yê fermî ku her gelek dikare pê emel bike, fêrî çand û zimanê xwe û yê derdora xwe jî bibe. Her wiha kesek piştî ku fêrî zimanê xwe bû dikare li ser daxwaza xwe fêrî zimanekî cînar jî bibe. Bi vî awayî hem dikare çanda xwe bide naskirin hem jî dikare çandên cînar nas bike. Ev yek jî dibe sedem ku di bîra xwe ya civakî de xezîneya xwe mezin bike û sînorên têgihiştina xwe berfirehtir bike; bi vî awayî hemahengiyekê jî di navbera çandên herêmê de bi dest dixe.

Heke modeleke bi vî rengî neyê tetbîqkirin dê ji aliyê jiyanî, ramanî û civakî de jihevûdufehmkirinek peyda nebe. Lewra modela nû ya li Rojava hatiye avakirin ji bo rakirina nakokiyên civakî jî bû derfeteke hêja. Pergal û modela berî vê modelê bi xwe dibû sedemê nakokiyan û aloziyên di navbera gelan de zêdetir û kûrtir dikir. Ji ber vê yekê jî diviya modeleke ku bikaribe hemû gelan hembêz bike bihata avakirin.

Her çiqas vê modelê sedî sed cihê xwe negirtibe jî heta astekê di pratîkê de bi hewldanan tê meşandin û tetbîqkirin. Di vê modelê de gelê kurd bi zimanê kurdî, gelê ereb bi zimanê erebî, gelê suryan bi zimanê suryanî û hwd. fêrî xwendinê dibe. Heta grubek be jî, 4-5 kes bin jî bibêjin zimanê me yê zikmakî ev e û em dikarin bi zimanê xwe perwerdeya xwe pêk bînin ew çax Rêveberiya Xweser wî mafê xwezayî û jiyanî yê daye her kesî bi cih tîne. Ferqa vê modelê ji modelên din ev e jixwe; bi vê modelê tu dikarî rê li ber pêşketina kesayetan vekî ku hem bi zimanê xwe hem bi ramanê xwe û hem jî bi çanda xwe azad bin. Her wiha ev kesayet dikarin çand, ziman û feraseta civakên derdora xwe jî û yên cîhanî bi xwe jî nas bikin. Em bi modeleke ku dê ji bo hemû pirsgirêk û kêşeyên civakê re bibe bersiv derketin pêşberî qada perwerdeyê, pêşberî gel.

Gîrêdayî vê yekê jî niha li cîhanê modelên pêşketî yên perwerdeyê hene û bi awayekî çalak tên tetbîqkirin. Em jî dixwazin ji wan modelan sûd û feydeyê werbigirin. Lewra em çiqas bibêjin jî modela me hêj di merhaleya xwe ya zaroktiyê de ye. Durist e ku me di van salên şoreşê de gelek azmûne û tecrûbe ji vê yekê girtiye lê dîsa jî di nav şert û mercên heyî de feydegirtina ji modelên heyî yên li cîhanê yek ji armanca me ye.

Yek ji sedemên bingehîn yê hilbijartina vê modela me jî cudahiya herêmê bi xwe ye. Lewra herî zêde li vê derê pêkhate, netew û gelên cuda bi hev re, di nav hev de dijîn. Ji bo vê rengawaziya herêmî jî diviya modeleke ku her kesî vegire nav xwe, her kesî di nav xwe de bikaribe bihewîne bê hilbijartin. Lê belê divê ev jî bê gotin ku niha ew welatên pêşketî di heman demê de xwedî modeleke perwerdeyê ya pêşketî ne, derfet û delîveyên wan zêde ne. Derfetên wan di dest me de tune ne. Di peydakirina alav û amûrên pêdivî de û peydakirina kesên xwedî xîret ji bo tetbîqkirina vê modelê hê jî pêwîstiyên me hene. Em ji bo vê modelê bidin rûniştandin di nav lêgerîna kesên xwedî berpirsiyarî û xwedî behremendî de ne.

Niha pergala Rêveberiya Xweser ya li Rojava, li dinê di kîjan astî de hatiye naskirin? Girêdayî vê yekê jî gelo perwerdeya zanîngehên li Rojava, li hemû deverên Sûriye û cîhanê derbasdar e an na? Yanî bawernameyên xwendekarên zanîngehê tenê li Rojava derbas dibin yan li deverên din jî tên qebûlkirin?

Ş. M: Sîstema Rêveberiya Xweser wekî  modeleke nû ji paradîgmaya neteweya demokratîk  hatiye pêşkêşkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî pergal xwe daye rûniştandin. Felefeyeke nû ye, me ji vê yekê pergaleke îdarî derxistiye. Ev pergala îdarî ya xwebirêvebirinê ye. Pergala Rêveberiya Xweser bingeha xwe ji pirralîbûnê digire. Her kesî di nav xwe de qebûl dike. Pêkhateyên li herêmê bi giştî di nav xwe de qebûl dike û zimanê wan wekî zimanekî bingehîn dipejirîne. Her wiha li ser felsefeya xuşk û biratiya gelan jî her ku diçe xwe nûjen dike.

Di asta cîhanî de jî pergalên bi vî rengî hene. Belkî wekî vê derê nehatibin tetbîqkirin lê pergalên xwe dispêrin rêveberiya xweser an jî konfederalîzma demokratîk li piraniya cîhanê hene. Digel vê yekê em di hundirê vê pergalê de çareseriya giştî ya pirsgirêka Sûriyeyê jî dibînin. Heta em çareseriya pirsgirêkên giştî yên Rojhilata Navîn bi xwe jî di nav vê pergalê de dibînin. Çunkî di sedsala 21’ê de ew pergala dîktatorên ku xwîna civakê dimijin, ew pergala yekala, yekziman, yeknetew nema dikare xwe nûjen bike û pirsgirêkên civakî çareser bike. Lewra civak diherike, tu nikarî civakê rawestînî, di nav herikîna civakê de jî herikîna raman û fikr jî pêş dikeve. Êdî di aliyê ramanî de jî civak nikare van pergalan bipejirîne. Civak wê perdeya tarîtiyê ya ku wê nixamtibû, dorpêç kiribû diqetîne. Lewra jî me pergala Rêveberiya Xweser ya ku ji ramana neteweya demokratîk ya rêzdar Abdullah Ocalan hatibû bipêşxistin hilbijart. Pergala rêveberiya xweser pergaleke mutekamil e, giştî ye, di nav wê de beş hene, beşek jî beşa perwerdeyê ye.

Di beşa perwerdeyê de jî ji pola yekê dest pê dike heta digihije zanîngehan ev pergal tê tetbîqkirin. Li vê derê me li ser asta Sûriyeyê zanîngehên xwe ava kirine. Sê zanîngeh in: Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Rojava li Cezîrê, Zanîngeha Şerq li Reqayê. Her wiha zanîngeha Efrînê jî ku ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin.

Bêguman em xwe wekî parçeyeke Sûriyeyê dibînin û zanîngehên me jî zanîngehên Sûriyeyê ne. Bawernameyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser de jî derdikevin li cem zanîngehên me tên qebûlkirin. Her wiha bawernameyên berê yên ku ji aliyê pergala berê ve hatine dayîn jî li cem me tên qebûlkirin. Şagirt dikarin bi wan bawernameyan derbasî zanîngehan bibin. Lê pergal piçekî cuda ye. Di aliyê wergirtina mamosteyan de, di aliyê mufredatê de, di aliyê sîstema serkeftin û binkeftina şagirdan de me modeleke nû ava kiriye. Me ji hemû zanîngehên cîhanê yên pêşketî sentezek ji bo xwe çêkiriye.

Li ser van xalan niha qebûlkirin û erêkirina pergala Rêveberiya Xweser babet û biryareke siyasî ye. Di nav vê yekê de qebûlkirin û rewakirina pergala perwerdeyê û bawernameyên şagirdên me bi xwe jî bi vê biryara siyasî re girêdayî ye. Bawernameyên zanîngehên me niha li herêmên Rêveberiya Xweser derbasdar in. Bê guman gelek têkilî û pêwendiyên me bi zanîngehên derve re jî hene. Li ser vî esasî, li gorî me biryara qebûlkirin û rewakirina bawernameyên me ji teref civakê ve tê dayîn. Ango cihê ku civak van bawernameyan qebûl bike em jî vê bawernameyê esas digirin. Digel vê yekê jî niha hêviya me ew e ku bawernameyên zanîngehên me di asta navneteweyî de jî bên qebûlkirin û rewadîtin.

Hevserokê Fakulteya Wêje û Zimanê Kurdî Egîd Nasro

Gelo wekî mamoste di amadekirina mufredatên zanîngehan de hûn rêyeke çawa didine ber xwe? Cudahiyên mufredata we ji ya zanîngehên din çi ne?

E. N.: Em di destpêkê de asta xwendekaran li ber çavan digirin. Dû re li gorî pêwîstiyan em tev digerin. Her wiha di zaningehê de beşên zanistên civakî û zanistên xwezayî hene, em hewl didin di her du aliyan de jî pêşketinên berbiçav pêk bînin. Niha ya me tenê di milê beşê wêjeyê de li pêş e. Lewra li Zanîngeha Kobanê tenê Wêjeya Kurdî wekî fakûlte heye. Lê di dema bê de belkî ev yek zêde bibe.

Em xwe dispêrin çavkanî û kesên wêjevan û nexasim yên ku di biyavê wêjeya kurdî de xwedî xebat in. Em wekî mamosteyên fakûlteya wêjeyê xwe dispêrin van çavkaniyan. Dibe ku hemû çavkanî li ber destê me tune bin lê em hewl didin xwe bigihînin hemû çavkaniyên heyî.

Her wiha di biyavê beşê zanistî yê zanîngeha me de jî ez dikarim bibêjim ku ferqeke wisa berbiçav di navbera mufredata zanîngeha me û zanîngehên din de tune ye. Lewma zanist bi awayekî giştî xwe dispêre heman jêderan. Lê çi lêkolînên nû, lêgerînên nû yên ku bi encamên durist û temam rast derdikevin, em wekî zanîngeh xwe dispêrin wan çavkaniyan. Nexasim kesên di milê civakî de û di milê pêşketinê de agahiyên durist û rasttir dane ji bo me jêderên sereke ne.

Dibe ku di beşê wêjeyî û belkî jî di beşê zanistên civakî de ferqa me ji zanîngehên din hebe. Lewra di van beşan de em xwe dispêrin fehm û feraseta neteweya demokratîk a pirralî, pirrçandî, pirrzimanî. Bi vê yekê hemangiyek di navbera çand û zimanên herêmê de tê çêkirin û ji rengên herêmê bi giştî re jî dibe bersiv.

Her kes dizane ku we pergala xwe ya perwerdeyê ne ku piştî şoreşê, di heyameke wisa de de saz kir ku şoreşê hê jî berdewam dikir. Ev jî aliyekî serkeftî yê Şoreşa Rojava bû. Pirsa min jî ev e: “Di destpêkê de, nexasim di mijara damezirandina zanîngehan de hûn bi pirsgirêkên çawa re rû bi rû man?”

Ş.M: Bê guman di meseleya zor û zehmetiyan de em bi xwe pêrgî gelek tiştinan hatin. Ne tiştekî hêsan e tu pergaleke perwerdeyê ji destpêkê heta asta zanîngehê bidî rûniştandin. Hem di aliyê pîşeyî de hem di aliyê pisporî û akademîk de kar û xebateke pir mezin jê re divê. Heta zanîngehek bê avakirin pêwîstî bi alav û amûrên wê yên labaratuarî, peydakirina mamosteyên pispor û di warê akademîk de heye û her wiha şert û mercên wê yên cografîk jî roleke pirr girîng dileyîzin. Em jî her tim bi awayekî rû bi rû rastî şerekî dihatin, êrîşên dewleta tirk her tim li ber serê me bû. Me di şert û mercên bi vî rengî de zanîngeh dane avakirin. Lê belê pirsgirêka me ya herî berbiçav peydakirina kadroyên akademîk bû. Piştî ku şer destpê kir mixabin beşekî girîng ên kadroyên akademîk derketin derveyî welat û beşek jî li welat ma. Derketina derveyî welat ji bo piraniyan, ne ji neçariyê bû yanî dikarîbûn li welat bimînin û tev li karê şoreşê bibin. Ev jî girêdayî cewherê welatparêziyê ye bêguman.

Digel van yekan jî peydakirina cihên ku dê bibin zanîngeh jî pirsgirêk bû. Lewra heke em behsa Kobanê bikin, Kobanê bajarekî wisa bû ku bi temamî hatibû rûxandin. Ew avahiyên wê yên mezin yên ji bo zanîngehê guncaw bûn nehatin peydakirin. Ji ber vê yekê em rastî astengiyan hatin. Lê niha piştî 4 salan em gihîştine wê astê ku şagirdên me dê bikaribin derbiçin. Ev bi xwe li cem me cihê şanazî û kêfxweşiyê ye.

Cihê ku niha me ji bo zanîngehê eyar kiriye belkî ne li gorî pîvanên navneteweyî bin lê me li gorî derfetên xwe ew cih eyar kiriye û em kar û xebatên xwe tê de berdewam dikin. Her wiha niha ji bo wan kadroyên akademîk yên ku dersan didin pîvanên me jî hene. Kesên ku lîsans qedandine, master kirine û doktora kirine hem ji nav welat hem jî ji derveyî welat CVyên xwe ji bo me bi rê dikin û em van yekan dinirxînin. Bi vî awayî em hêdî hêdî bingeha zanîngeha xwe xurt dikin. Di salên bê de em ê 8 beşên nû li bin sîwana zanîngeha xwe zêde bikin.

Dema ez lê dinihêrim di nav mamosteyên zanîngehên Rojava de gelek mamosteyên ciwan hene. Gelo sedemê vê yekê çi ne? Gelo hûn mamosteyên xwe bi xwe hildibijêrin? Li gorî kîjan xalan hildibijêrin? Gelo hê jî pêdiviya we bi mamosteyan heye an na?

E.N: Niha li ser asta Rojava bi giştî tevahiya mamosteyan ne ciwan in. Belkî ev yek bi tenê ji bo zanîngeha Kobanê derbasdar e. Di vê mijarê de belkî ferq û sedemine cudatir hebin. Lewra li vir û heta li derine din jî zanîngehên ku mamosteyên kurdî jê derbiçin pirr kêm in. Belkî jî tenê li başûrê Kurdistanê ev yek heye. Lê derfetên ku ji me re bibin alîkar û em bikaribin pê mamosteyên ku dê bikaribin bên li vir ders bidin peyda bikin bi dest me neketin. Ev 8 salên şoreşê ne. Ev dibe sedem ku di vî milî de peydakirina mamosteyên ciwan zehmet be. Lewra di vê pêvajoyê de mamosteyên ku lêkolîn û lêgerînên li ser zimanê kurdî wekî erkekî danîbin pêş xwe û xebatên xwe bikin xwedî wan derfetan nebûn. Zehmet bû ku di nav şoreşê de bikaribin zanîngehekê ava bikin û dersên zimanê kurdî, wêjeya kurdî di nav pergalekê de pêşkêş bikin. Belkî ev yek heta radeyekê li Zanîngeha Rojava pêk hat. Ev dikeve sala 2’yan ku şagird dê li wir derbiçin. Li Zanîngeha Kobanê jî îsal em amadehiya vê yekê dikin. Vêya hişt ku di asta xweperwerdekirinê de hinekî bêhtir ciwan derkevin pêş û em wan bigirin nav pergala perwerdeya zanîngehê. Lê ne ji bo ciwanan tenê, her wiha, berê kesên ku bi dizî xwe fêrî zimanê kurdî kiribûn jî di vê pêvajoyê de ketin nav hewldanên bi vî rengî.

Şert û mercên me yên girtina mamosteyan jî li gorî şert û merc û pîvanên zanîngehên cîhanê ne. Niha kesên ku divê li zanîngehan ders bidin lazim e doktoraya xwe kiribin. Eger ev hebe jixwe di destpêkê de ev pile tê qebûlkirin. Eger pile bi dest neket li gorî pêwîstiyên me û yên herêmê jî em hin tiştan li ber çavan re derbas dikin û bi vî awayî kesinan qebûl dikin. Ango ku ev pileya doktorayê bi dest neket di pileyeke din de biryara qebûlkirinê tê dayîn. Di asta master û lîsansê de jî kesên ku bi rastî jî bikaribin ji vî karî re bibin bersiv, li gorî pîvanên ku zanîngehê ji xwe re danîne ew jî dikarin bên hilbijartin û pejirandin. Digel vê yekê kesên ku bi salan e li ser kurdî xebitîne, ked dane û serê xwe êşandine jî li gorî pêdiviyan dikarin berpirsiyariya vî karî bigirin ser xwe.

Hûn dikarin behsa naveroka mufredata xwe bikin? Gelo hûn kîjan dersan didin? Çavkaniyên we (pirtûk, lêkolîn hwd.) yên dersan çi ne)

E.N: Dersên ku em didin li gorî bernameya 4 salan wiha ye: Rêzimana Kurmancî, Zargotin, Xwendin û nivîsandin, Wêjeya Klasîk ya Kurdî, Derbirrîn, Wergerandin, Dahûrandina Nivîsên Wêjeyî, Zimannasî, Perwerdeya Giştî û Rêbazên Wanedayînê, Rêbazên Lêkolînê, Rexneya Wêjeyî, Projeya Derçûnê, Helbesta Nûjen û Roman. Digel van yekan hinek wane û madeyên hevbeş jî hene. Ser meselê: Zimanê Erebî jî yek-dudu tê dayîn, her wiha enstîtuya zimanan jî li vir heye, ji bo asta wan a lêkolînê bi pêş bikeve xwendekar dikarin fêrî zimanê îngilizî jî bibin. Digel vê yekê madeyên wekî Dîrok, Neteweya Demokratîk û Jineolojiyê jî wekî madeyên hevpar in û tên dayîn.

Çavkaniyên ku em xwe dispêrinê û ji bo xwe bi kar tînin jî bi piranî di nav Kurdistanê de, di nav gelê kurd de tên naskirin û heta astekê tên pejirandin. Mufredata me li ser esasên wekî dîroka wêjeya kurdî, berhemên klasîkên kurdî, kesên navdar yên ku der barê zimanê kurdî de xebat dane meşandin, pirtûkên ji her çar parçeyên Kurdistanên ku di nav pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe girtine û wekî çavkanî tên pejirandin hatiye avakirin.

Di gel vê yekê lêkolînên dawî yên di milê ziman û wêjeya kurdî de jî ji bo hin pirsgirêkan hewl didin bibin çareserî jî ji bo me dibin çavkanî. Ev xebatên  ku ji bo çareserkirina hin xalên wekî rêziman û rastnivîsînê dibin nimûneyên standarkirineke hevpar jî ji bo me. Ev jî jêderên girîng in û em bi van yekan hewl didin di demên pêş de bingeha xwe xurttir bikin.  Ji bo vê yekê jî em hewl didin pêwendiya xwe bi hin zanîngehên din re jî xurttir bikin da ku bingeheke hevpar û rûniştî bidin dabînkirin.

Dema ji bergeha mamosteyan ve hûn xwendekarên zanîngehê dinirxînin hûn xwendekarên xwe çawa dibînin? Yanî li gorî we, asta xwendekaran çawa ye?

Ş.M: Pergala me ya nirxandinê ya ku em di zanîngehê de pêk tînin ne wekî ya pergalên zanîngehên din ên Sûriyeyê ye. Li Sûriyeyê azmûnek heye ku bi awayekî  formalîte xwendekar wê pêşkêş dikin. Heke ji ser 5’an puan bigirin derbas dibin ku negirin derbas nabin. Lê di pergala me de bêhtir diyalog li pêş in, nîqaş li pêş in. Di pergala nirxandina asta xwendekar de ji sedî 10 li ser amadebûn an ku dewama xwendekar e. Ji sedî 20 berpirsiyarî, tevlibûn û tevgera xwendekar a ji bo hemû wane, semîner, komxebat û çalakiyên zanîngehê ye. Ji sedî 30 aliyê xwendekar ê lêkolîner, hêza lêgerînê, behremendiya analîz û sentezkirinê ye ku ev yek jî bi rêka lêkolîn û karên zanistî û pratîkî pêk tê. Ji sedî 40 jî li ser 2 ezmûnên nivîskî ye ku yek ya navbera qonaxê ye ji sedî 16 û ya din dawiya qonaxê ye ji sedî 24 e. Bê guman cara ewil e ku zanîngeh li herêmê tên çêkirin, cara ewil e ku em bi xwe dibin xwedî îrade û em zanîngehên xwe bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê jî ferq û cudahiyeke pir mezin heye. Me bi xwe di zanîngehên Sûriyeyê de perwerde dîtiye û ew jî bi yek zimanî, bi zimanê erebî bû. Gelek caran di zanîngehan de hevalên me nikaribûn lêkolînên xwe pêşkêş bikin. Ji ber ku wan nikaribû bi awayekî hêsan xwe bi zimanê erebî îfade bikin, erebiya wan qels bû. Lê niha li cem me ev yek tune ye. Hemû şagirdên me bi rihetî tên tiştên di dilê xwe de parve dikin, dibêjin, xwe îfade dikin, tiştên ku fehm nekiribin ji mamosteyên xwe dipirsin. Me ew bend û mefhûmên tund ên di hişê şagirdan de bi cih bûbûn şikandin û me bi rastî jî zanîngeh kirin cihên zanistê, pêşketinê û avakirina kesayetiya şagirdan.

Her wiha em mamoste jî li ser vî esasî tên perwerdekirin. Hinek mamosteyên me hene ku berê di serdema rêjimê de xwendine û bandora wê ferasetê li ser wan hê heye. Ji ber vê yekê jî hewldanên me hene ku em mamosteyên xwe jî li ser paradîgmaya nû perwerde bikin.

Kobanê ne tenê di dîroka kurdan de her wiha di dîroka cîhanê bi xwe de xwedî cihekî pirr girîng e. Wekî Kobanê aliyê ronahî yê mirovahiyê temsîl dike. Gelo ser vê yekê erka Zanîngeha Kobanê ya di vê temsîliyetê de çi ye?

Ş.M: Wekî  we jî diyar kiriye êdî Kobanê ne milkê kobaniyan tenê ye. Kobanê êdî ji wateya xwe ya teng derketiye û di qada navneteweyî de jî bûye mijareke bingehîn. Çunkî şerê ku li Kobanê qewimî û berxwedana li Kobanê hat dayîn ne tenê ji aliyê zarokên Kobanê ve pêk hat. Tevahiya kesên aştîxwaz û demokrat ên cîhanê hatin û li Kobanê xwîna xwe rijandin, ji bo serkeftinê xwe kirin qurbanî. Serkeftina ku li Kobanê hat bidestxistin serkeftina mirovahiyê bi giştî bû. Çunkî şerê li Kobanê di navbera du qutban de qewimî. Qutbek hebû û behsa nijadperestiyê dikir, behsa teterûfekê dikir, behsa olperestiyekê dikir û li dijî pîvanên mirovahiyê û pêşketinê bûn. Vê qutbê hewl dida ku hemû cîhanê bi tarîtiya xwe bipêçe. Lê li beramberî wê qutbek derket ku temsîliyeta demokrasiyê dikir, temsîliyeta wekheviyê dikir ku her kesî di nav xwe de qebûl dikir û diheband. Vê qutbê jî ew tarîtiya li ser xwe qebûl nekir. Kesên di eniya ve qutbê de bûn, dizanibûn heke binkeftinek li Kobanê çêbibe ev dê bibe binkeftina hemû mirovahiyê û wê DAIŞ bibe sedema hilweşandina pîvanên mirovahiyê. Ji bo vê yekê jî di destpêkê de ji her çar parçeyên Kurdistanê, gelê kurd û kesên enternasyonal û heta tevahiya cîhanê berê xwe da Kobanê  û wan li Kobanê şer kirin. Ji ber van xalan Kobanê bû milkekî cîhanî. Rojek ji bo Kobanê hat diyarkirin, meşeke cîhanî ji bo Kobanê hat lidarxistin. Ji ber vê yêkê Kobanê di asta navneteweyî de xwedî asteke pirr girîng e.

Di vi warî de pêwîst e hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser xwedî li navê Kobanê derkevin û hewl bidin di asteke bilindtir de wî ava bikin. Di vê mijarê de erkeke pirr girîng dikeve ser milên zanîngehê bi xwe jî. Divê êdî ev serkeftin li rûyê erdê bên tetbîqkirin û bicihanîn. Divê bikaribin xwedî li van serkeftinan derkevin. Ji ber ku zanîngeh nifşên nû ava dike, digihîne û pêşeroja vî welatî diyar dike. Pêwîst e di pêşeroja vî welatî de dîroka vî welatî, çanda vî welatî di nav vî welatî de were çandin. Pêwîst e kesên ku digel hemû zor û zehmetiyan li Kobanê mane û îro li ber xwe didin li gorî pîvanên navneteweyî werin perwerdekirin. Pêwîst e zanîngeh heta asteke bilind beşên xwe zêde bike, fireh bike, tevahiya beşên ku di zanîngehên cîhanê de tên peydakirin divê di Zanîngeha Kobanê de jî werin peydakirin. Divê têkiliyên Zanîngeha Kobanê di asteke bilind de bi derve re hebe. Divê di 24 saetan de em li zanîngehê xizmetên xwe bikin. Divê em bikaribin ji berxwedana Kobanê re bibin bersiv û bi rastî jî em bikaribin di cewherê xwe de wê berxwedanê temsîl bikin. Lewra jî peywira me ye destpêkê peywireke ehlaqî ye, dûre peywireke dîrokî  ye. Da ku em bikaribin li zarokên xwe, nexasim li zarokên şehîdên xwe xwedî derkevin û di asteke pir bilind de perwerdeya xwe pêş bixînin.

Herî dawî Slavoj Zizek bû mêvanê zanîngehê. Ev yek dide nîşan ku bala hemû cîhanê hê jî li ser Rojava ye. Heta Zîzek binê vê yekê xêz kir û wiha got: “Kurdno, we utopyayek ava kir. Divê demokrasî bi awayekî radîkal û demildest ji nû ve bê duristkirin. Em ê vê yekê ji we hîn bibin.” Ez bawer dikim ku xebatên zanîngehê yên bi vî rengî dê bidomin. Me tiştin fêrî cîhanê kirin û em ê tiştinan fêrî cîhanê bikin, ev yek dê bidome. Lê pirsa min ev e: “Mîsyona Zanîngeha Kobanê ji bo netewesaziya kurdan(avakirina neteweyekê) û ji bo yekitiya kurdan rêyine çawa daye ber xwe?

E.N: Ev pirsekî têra xwe baş e, têra xwe tije ye jî lê mixabin diviya ev ji mêj ve pêk bihata. Ez dikarim bibêjim ku daxwaz û bendewariya herî xurt ya xebatkar û gelê vir bi xwe jî ew e ku maleke kurdî bê avakirin. Maleke kurdî ya ku bikaribe rastiya xwe li pêşberî tevahiya cîhanê îfade bike. Carna ev kêfxweşî ye carna jî êş e. Şîn û şahî rastiyeke dîrokî ya vî gelî ye, bêguman taybetmendiya sereke berxwedêrî ye û vê berxwedanê berê dîrokê diyar kiriye.

Vî gelî heta niha mafê xwe yê jiyanî jî nestandiye û dijmin bi xwe jî gelek tiştên xerab aniye serê vî gelî. Heta bûye sedem ku di warê ziman de jî parçebûnekê bijî. Ne tenê armanca sereke ya van zanîngehan her wiha armanca sereke ya hemû mamoste û xebatkaran e ku zimanê kurdî bibe zimane fermî. Bingeha zimanên kurdî yên ku hemû kurd bikaribin pê hevûdu fehm bikin li vir tê danîn. Li ser vî esasî di bernameya me de hem zaravaya soranî  hem jî zaravaya kirmanckî jî heye. Em baş dizanin ku bandora van zaravayan jî li ser mala kurdî xurt e. Li Zanîngeha Rojava ev yek kêmekî be jî pêk hat. Lê li vir hin astengî hene li pêşberî me. Astengî di hêla peydakirina kadroyên van her du zaravan de dertê pêşiya me. Em nikarin kadroyan ji bo van her du zaravayan bi hêsanî peyda bikin. Mamoste, şagird tev dixwazin ku fêrî van zaravayan bibin. Li Zanîngeha Rojava mamoste Xecê dersên Kirmanckî (Zazakî) dide, em carinan li ser Zoomê beşdarî dersan dibin. Di warê perwerdekirinê de jî jixwe heke perwerdekar ne zaza an jî ne soran be dê nikaribe perwerdeyeke têkûz a van zaravayan niha li vir bide me. Ji ber vê jî em dixwazin berhem, wêjevan, lêkoler, heta kesayet, romannivîs, helbestvanên  her çar aliyên Kurdistanê tev li naverok û bernameyên xwe dikin. Bi vî awayî em ê bikaribin di wî aliyê de hestên neteweperweriyê, hestên welatparêziyê di nava xwendekaran de bidin çandin. Da ku xwendekarên me jî bikaribin parastina vê yekê bikin. Çawa ku zargotina me parastina çanda me ya kurdewar a resen kiriye em jî dixwazin bi vî rengî parastina vê mîrateyê bikin û wê yekitiya ku hêviya pêşiyên me û nifşên pey me ye di nav xwe de bidin dabînkirin. Em ê wê ruhê netewî di nav xwe de ava bikin û vê yekê ji bo xwe bikin çandeke bingehîn. Bi vî awayî jî em ê bikaribin xwe li hemberî hemû reng êrîşên bi ser me de tên biparêzin û bikaribin ji bo wan bibin bersiveke xurt.

Pirsa min a dawî ev e: “Gelo pêwistiyên we, pirsgirêkên we yên heyî çi ne? Û wekî dawî jî daxwaz û hêviyên we yên ji kurdan û raya giştî ya cîhanî çi ne?

Ş.M: Bêguman pêdiviya me bi gelek tiştinan heye. Ji ber ku Zanîngeha Kobanê zanîngeheke nû ye. Di destpêkê de pêwîstî bi akademîsyenan, bi kesayetên welatparêz ên di asta zanistiyê de li pêş in heye û ew kes dikarin di van biyavan de ji Zanîngeha Kobanê re bibin alîkar.

Her wiha di aliyê labaratuarê, aliyê alav û cîhazên pêşketî de jî hin kes dikarin bibin rê ku bikaribin van tiştan bigihînin Zanîngeha Kobanê. Pêwîstiya me bi van yekan heye.

Di dawiyê de jî wekî bangekî li kurdistaniyan, bi taybet ji bo akademîsyenên me yên kurd ên li derveyî welat, kurdên me yên welatparêz ên li derveyî welat xwesteka me ji wan ew e ku çawa di berxwedana Kobanê de xwedî li Kobanê derketin û her yek bû sedem ku berxwedana Kobanê bi ser bikeve, îro jî careke din di avakirina Kobanê de û di pêşketina Zanîngeha Kobanê de jî cihê xwe bigirin. Çi di aliyê madî çi jî di aliyê manewî de dibe.

Her wiha daxwaza me ji saziyên navneteweyî, bi taybet saziyên ku bi perwerdeyê re têkilîdar ew e ku komîteyên xwe bişînin vir, serdana zanîngehên me bikin, materyalên ku em di mufredata xwe de cih didin wan bişopînin. Da ku em bikaribin rewakirinekê bidin van zanîngehan û bawernameyên van zanîngehan li her derê werin qebûlkirin.

Daxwaza me ji civaka me jî heye ku bila ji zanîngeha xwe bawer bin û xwedî li zanîngeha xwe derkevin. Lewra rewakirina zanîngehê pêşî bi biryara civaka me pêkan e.

Em dawî de jî spasiya xwe li we dikin ku hûn dengê me digihînin gelê me û bizanibin ku deriyê Zanîngeha Kobanê jî ji her kesî re vekiriye. Slav û rêz ji bo we.