12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa Gund û Çandinî

Di dirêjahiya dîrokê de, tu civakekê nebatek an heywanek girîng li yên ku ji aliyê mirovên neolîtîkê ve hatine kedîkirin an jî xwedîkirin, zêde nekiriye. Lewre jî Şoreşa Çandinî û Gundî ya Neolîtîk bû sedema ramanên ku divê wekî destpêka herî girîng a mirovahî û dîrokê were hesibandin.

Daketina bi çandê û kolana wê ya berfireh dibe ku wekî mijareke derveyî çandê bide xuyakirin. Lê belê em çandê bi pêşketina hiş û hişmendiya mirovan û vir ve dinirxînin. Di her serdema dîrokê de em pê daketin û berdewam dikin. Her qonaxeke dîrokê di warê çandê de mirov wekî şoreşê dikari binirxîn e, lê belê serdema Neolîtîkê xwedî rol û misyoneke girîng e.

Qebûlkirin vê yekê ku çand û teknîka neolîtîkê hem ji aliyê demdirêjî û hem jî ji aliyê berferehiyê ve xwedî riste, ji bo dîroknasî û hişmendiya rast jî pir girîng e. Ji ber ku “Serdema Neolîtîk, serdema herî bingehîn e ku ruh û hişmendiya mirovahiyê ji aliyê demdirêjî û berfirehiyê ve pêk tîne. Hêmanên bingehîn ên birdozî, hilkişîna giyanî, zanîn, rêveberî, hişmendiya civakbûn û gihandina têgîna Xwedê di vê serdemê de pêşkeftinek mezin e. Ji aliyê din ve saziyên madî yên bingehîn ên wekî cil û berg, bi keda destan çêkirina ard û nan, bi kerpîçan depokirina xwarinê, bi birîna keviran û bi kerpîçên heriyê avakirina xaniyan jî berhemên vê serdemê ne. Her wiha hemû têgehên bingehîn ên ol û mîtolojiyê jî ji vê serdemê digirin.

Serdema Neolîtîkê, wekî serdemek zêrîn, destpêka rastîn a dîrokê û Şoreşa Neolîtîkê jî wekî şoreşa herî mezin mirov dikare bihesibîne. Gelek dîroknas, zanistên civakî û siyasî vê serdemê ji bo mirovahiyê gelekî girîng dibinin û dinirxînin. Yek ji van dîroknasan Braudel e. Braudel bale dikişine ser girîngiya jiyana rûniştî ya ji bo komkirina çandê û destpêkirina rastîn a dîrokê û dibêj e; “Bi vî awayî mirovan koka xwe berdan erdê, gundên ku ava kirine êdî nagerin û li ser wêranbûna xwe radibin.” Braudel bi gotina “Keşfa çandiniyê destpêka dîrokê ye” tekez dike ku Şoreşa Neolîtîk hema bêje xaleke zivirînê ye. Mirov dikare ji bo gotina Braudel a “Keşfa çandiniyê destpêka dîrokê ye” re bêje testpîteke rast e lê şîroveya, ‘Ne “destpêka dîrokê” lê ji bo mirovahiyê qonaxa destpêka civakbûyîn û pê ve girêdayî pêşketina şênber a çandî ye.’

Testpîtên rast nîşanî me didin

Di heman deme de dîrok û zanyarên siyasetê yên wekî Murray Bookchin û I.Wallerstein jî Şoreşa Neolîtîk wekî Şoreşa Pîşesazî qebûl dikin.

Ev zanyarên hêja testpîtên rast nîşanî me didin. Lewre bi Neolîtîkê re her geşedanên pîşeyî heta roja me ya îro jî tên. Di vî warî de Lewis Mumford ku yek ji wan kesan e ku girîngiya serdema neolîtîk bi ronîkirina taybetmendiyên wê yên girîng bi hêzek çavdêriya pir tûj û perspektîfek xurt eşkere dike. Dema mirov nirxandinên wî dixwîne, mirov hinekî matmayî pê dihese ku em hîn jî li ser îcad û afirandinên neolîtîkê dijîn. Mirovên Serdema Neolîtîkê, bi awayekî bijartî bereketên xwezayê hilbijartiye û zêde kiriye.

Di dirêjahiya dîrokê de, tu civakekê nebatek an heywanek girîng li yên ku ji aliyê mirovên neolîtîkê ve hatine kedîkirin an jî xwedîkirin, zêde nekiriye.

Nasnameya mirovî pêk tîne

Her wiha di dema lêkolîna dîroka bajêr de, hemû teknîk û saziyên madî û manewî yên bajêr bi rastî ji hêla çanda gundê neolîtîk ve hatine afirandin. Avahiya bingehîn a bajêr di nava gund de heye; hêmanên wekî xanî, cihên pîroz, çîmento, rêyên giştî û qadên fireh ên civîna civakê pêşî li gundan hatine çêkirin û ew îcadên gund in. Dîsa mirov di vê serdemê de nîşaneyên ewil ên exlaq, rêveberî, hiqûq û hiqûqa rêxistinbûyî di meclisa rûspiyên gund de derketine holê, dibîne. Li aliyê din dema em bala xwe didinê perestgehên pêşîn bi gundên pêşîn re xuya dibin. Bi rastî îro em di qonaxa têgihiştinê de ne ku her tiştê ku nasnameya mirovî pêk tîne ji mêj ve heye. Lê em nakolin û xwe gelekî pêşketî dibînin. Bêguman bi demê re hin guherîn çê bûne lê bingeh û kok ji serdema neolîtîkê û hin geşedan jî hene ku beriya neolîtîkê pêş ketine.  Ji lewre jî aşkere ye ku ev hemû taybetiyên bingehîn ên mirovane bi destpêka Serdema Neolîtîkê ve têkildar e. Ji ber vê yekê ne ecêb e ku Şoreşa Çandinî û Gundî ya Neolîtîk bû sedema ramanên ku divê wekî destpêka herî girîng a mirovahî û dîrokê were hesibandin. Ji ber vê yekê Şoreşa Neolîtîk a ku bi qasî 12 hezar sal berê pêşketiye û çanda neolîtîk a ku li ser bingeha wê derketiye holê, ya sereke ye.