Di 19ê Tîrmehê de çirûskek ji arşê hat dinyayê, çirûskek ku ne tenê agir şoreşê geş dike, lê çirûskek ji tarîtiya salên dirêj ên zext û paşguhkirinê mezin dibû. Wê demê Kobanê ne tenê bajarek bû, lê belê jineke ku ji binê kavilan serî radikir, birînên xwe kom dikir û diqîriya: Rûmet nayê dayîn, tê girtin.
Bi wê qîrînê şoreşê dest pê kir, peyvan rengê jinan girt û deklerasyona wê ya yekem bi tîrêj û zelaliya jinan hat nivîsandin. Şoreşa 19ê Tîrmehê li rojavayê Kurdistanê ne tenê serhildaneke siyasî bû, lê belê ji nû ve jidayikbûna fikra jiyanê bû. Jin di nav vê jiyanê de êdî ne bê biryar bû.
Di şoreşê de jinên li Rojava ne li bendê bûn ku rolek ji jinan re bê dayîn, lê ew bi temamî amade bûn ku pêşengiyê bikin û pêşengiyê kirin jî. Jinan di dilê xwe de mîrateya dapîrên jibîrkirî hilgirtin û li ser milên xwe xeyalên dayikên ku bêyî werin bihîstin nifş anîn dinyayê têkoşiyan. Jina kurd a rojavayî bi vî rengî derket ser dika dîrokê, ne tenê weke beşdar, lê weke biryardar, têkoşer, ramanger û lîderekê bû. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî ne tenê yekîneyeke leşkerî bû, lê belê di rêya bi destxistina azadî, nasname û hebûnê de ji cîhanê re îsbat kir ku çawa jin dikarin zarok û xeyalên xwe hildigirin, di heman wextî de dikarin çekê bilind rakin û li çiya, deşt û quntaran şer bikin.
Rêber APO dibêje: Azadiya civakê bêyî azadiya jinan nabe, ji ber ku jin civak bi xwe ye.
Li rojavayê Kurdistanê ev gotin ne tenê dirûşmek bû, berovajî wê ev gotin bû bingeheke rewşenbîriyê ji hemû sazî, meclis û komînan re. Li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya azadîxwaziyê mezin û berfereh kirin. Herwiha ji kêliya yekemîn a şoreşê ve bingehên civakeke nû ya li ser esasê demokrasî, edaleta civakî û azadiya jinan hatin danîn.
Şoreşa 19ê Tîrmehê ji bo jinan modeleke nû ya jiyanê ava kir lewre ev şoreş, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan ên dîrokî tê binavkirin. Bêguman têkoşîna jinan bi lidarxistina şoreşê sînordar nema, jinan roj bi roj destkeftiyên mezintir bidest xistin. Di destpêkê de jinan têkoşîna xwe ya di nava şoreşê de spartin felsefeya Jin Jiyan Azadiyê. Jin çavkaniya jiyana azad in, bê azadiya jinan civakeke azad jî pêk nayê. Lewre di tevahî nêzikatî û rêxistinkirina jinan de ev rêgez hatin bingehgirtin. Li aliyekî din di tevahî dezgeh, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên parastinê de, modela hevseroktiyê tê bikaranîn. Di warê hiqûqî de qanûnên jinan û meclisên edaleta jinan hatin avakirin. Herwiha li rex saziyên giştî ku nûnertiya jinan ji sedî 50î ye, afirîneriya jinan ku bi salan e hatiye binaxkirin, ji nû ve şîn bû. Civaka ku bi ketina jinan re hat kolekirin, careke din bi rêgezên xwe yên resen vejiya. Hebûn, nasname û keda jinan bi şoreşê watedar bû û cewherê xwe zindî kir.
Di her meclis, sazî, dezgeh û komîteyekê de jinan guhdar dikir, nîqaş dikir û biryar dida. Li aliyekî din ji ber ku bi sedan salan e li Sûriyeyê gelê kurd ji hemû mafên xwe yên jiyanê bêpar mabû, bi armanca parastina mafê gelê herêmê bi taybetî gelê kurd, kurdan xwe li herdu aliyên şer jî negirtin û xeta sêyemîn ya avakirina jiyaneke demokratîk hilbijartin. Roj bi roj Şoreşa Rojava mezin bû, gel û pêkhateyên li herêmê xwe tev li Şoreşê kirin. Bi pêşengiya jin û ciwanan Şoreşa Rojava bi demê re gihîşt wê astê ku tevahiya herêmê û cîhanê ji êrişên rêxistina herî xeter DAIŞê biparêze.
Di salên şoreşê de jin di hemû qadên jiyan û têkoşînê de derketin pêş. Bi deh hezaran jin di pêşxistina şoreşa ziman, birêxistinkirina dibistanan, akademiyên civakî, kooperatîf, sazî, komîn û meclîsan de xebitîn û biryar girtin. Hêza jinan di qadên siyasî û civakî de xwe dispart rêxistinbûyîna xwe ya serbixwe ya di bin sîwana Kongra Star de.
Bi vî awayî jin dikaribûn di polîtîkayên xwe de pêş bikevin û ji bo armanc, hişmendî û biryarên hevpar têbikoşin, di gelek mijaran de biryar bigirin. Di encamê de biryarên stratejîk der barê maf û azadiya jinan de wekî qanûnên jinan an jî avakirina sîstema hevserokatiyê û nûnertiya wekhev di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de hatin girtin.
Îro piştî derbasbûna 14 salan di ser şoreşa 19ê Tîrmehê re, şoreş hê jî zindî ye. Li Rojava şoreş ne bîranîneke ku em pîroz dikin, lê jiyaneke em her dem dijîn û sozek ku mîna damarên daran qayîm û mezin dibe. Li hember hemû zor û zehmetiyan, dek û dolabên dijmin, êriş û siyasetên ji holêrakirinê soza parastina destkeftiyên şoreşa ku di encama 14 hezar şehîdan de pêkhat, di dilê her zarokekî Rojavayî de şax vedide. Îro bi têkoşîna jinên rojavayê Kurdistanê ku bûne mînakên jinên serhildêr dewlet tê ser maseya diyalogê û wan guhdar dike. Rojava ku di nava pencên celad û dagirkeran de her dem dorpêçkirî maye, bû hêviya gelên li benda azadiya xwe û nimûneya jiyaneke wekhev û demokratîk.