12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreş neqediyaye her dem didome

Amadekirina civak û jinan ji bo şoreşê bi qasî xwe şoreşek e. Ji ber ku her keseke/î civakê xwedî nêrîn, helwest û têgihiştinekê ye.

Şoreş baraneke bîrdoziyê ye, avakirina zemînê rabûna bi şoreşekê divê xwe bide ezmûnên berê yên ku di nava dîrokê de pêk hatine û şaşitiyên heyî li ber çavan derbas bike. Li ser wê bingehê dive şoreşeke ku bikaribe bersivên hemû pirsên civakê, bi taybetî jî yên jin û zarokan bide demdirêj be. Amadekirina civak û jinan ji bo şoreşê bi qasî xwe şoreşek e. Ji ber ku her keseke/î civakê xwedî nêrîn, helwest û têgihiştinekê ye. Ji ber ku pergal û dewletê li ser çanda ruhê nijadperestî, olperestî, neteweperestî û kedxwariyê di mejiyê civakê de, bi taybetî jî li ser wan derdorên ku bi hişmendiya mêrsalar tevdigerin gelek kar kiriye. Di giyanên wan de xwînrijandin, serjêkirin û tundî ava kiriye; civakeke ku divê jinên wê her dem bi tundiyê re rû bi rû bimînin daye avakirin. Heta jinên ku di astên bilind û di cihê biryaran de ne jî bi karekterê mêran û hişmendiya wan tevdigerin.

Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn li dijî jinan bi rengekî herî hov hatin meşandin û jin bi mirina bi saxî û sêdarê re rû bi rû hatin hiştin. Jin hatin şewitandin û wek xenîmetên şer hatin dîtin an jî mêran ew wek diyarî dan hev. Em ji bîr nekin û nedin jibîrkirin ku jin bi çi zor û zehmetiyên li dijî pergala mêrsalar gihiştin vê rojê, ku îro careke din mêrê desthilatdar û dewlet ewqas milyar pareyan li şerê li dijî jinan û qirkirina wan xerc dikin, da ku jinên serî hildane careke din serî bitewînin û neçar bimînin ku di nava çar dîwaran de girtî bimînin û tenê zarokan bînin. Lê dem ew dem e ku jin pirsgirêkên di hundirê mala xwe de kirin pirsgirêkên ku hemû cîhan dijî û ji bo çareseriyên wê di nava lêgerînê de ne.

Dema ku şoreşek pêk hat divê şoreşger xwe ji demdirêjiya wê re jî amade bikin. Divê rewşa ku “temam e, şoreş bi ser ketiye û çend mafên me hatine bidestxistin” neyê jiyîn. Ji ber ku destpêkirina şoreşekê nayê wateya serketina wê ya di heman kêliyê de. Jiyînkirina rewşeke wiha xeternak e, nakeve xizmeta şoreşê û erkên şoreşgertiyê bi cih nayîne. Lewra pêhesîn û dahûrandina hinek rê û rêbazên li dijî şoreşê û têkoşîna li dijî wê gelek girîng e. Pêwîstiyek e ku mirov li gor ruhê demê tevbigere û li gor pêvajoyan tevger û têkoşîna xwe hê bihêztir bike.

Şerê cîhanê yê sêyemîn

Ji ber ku gelê kurd û bi taybetî jî jinên kurd îro di nav kelandina cîhanê û di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de pêşengiya şoreşeke gerdûnî dikin û xeleka heyî firehtir û mezintir dikin divê rewşa ku şoreş hê tekûz nebûye, hê şer, qirkirin û tevkujî û jinkujî tên pêkanîn di bîra wan de be û her kêliyê wekî kêliya destpêkirina şoreşê bijîn, bi wê germahiyê ber bi armancên xwe ve biçin.

Divê di bîra her kurdekê/î de be ku heke îro têkoşîna gelê kurd raweste, dê li cîhanê tevahî tevger, rêxistin û serhildan vemirin û pûç bibin. Lewre kurd îro rehên hemû şoreşan e. Şoreş û pêvajoyên ku tê de derbas dibe, ne kêmî jina dûcanî ya ku her kêliyê êş û sanciya wê dikişîne ye. Divê bê zanîn ku şoreş çima dirêj dibe û di nava vê dirêjahiyê de mirov dikare çi bike, şoreşê çawa dewlemend bike û bi çi hestî tevbigere. Westana heyî divê wekî werçerxeke nû bibe destpêkeke nûjenkirina têkoşîn û şoreşê.

Serketineke siyasî divê rewşa ku şoreş di warê siyasî de bi awayekî tekûz bi ser ketiye û hatiye naskirin neyê jiyîn, divê her serketineke leşkerî rewşa ku herêm di şerê xwe yê leşkerî de bi ser ketiye û hêzeke ku qet nabe di cîhanê de bê paşguhkirin û êrîş li ser wê çênabe neyê jiyîn.

Bêguman her serketinek şoreşek e, lê serketina şoreşê bi temamî pir kûr û demdirêj e. Ji ber vê yekê divê siya serketinên biçûk nede ser yên mezin. Ketina ber bayekî wiha, dê pir windahiyan bi xwe re bîne, destketiyên heyî dê pêl bi pêl winda bibin û hevgirtina heyî parçe bibe. Divê ku rê li ber şerê taybet ê li dijî şerê gelê şoreşgerî tê meşandin, ji hêla her kes û bi taybetî jî ji hêla berpirsan ve baş bê tespîtkirin, zanîn û dahûrandin ku bi xwe nekevin xefika wê û ji rêya ku hilbijartine neyên dûrxistin.

Ji bo ku mirov nekeve xefika dijmin têgihiştin û famkirina rastiya şoreşê girîng e. Divê kurd li hêza xwe binihêrin ka çiqas mezin û bihêz in, çiqas dost li dor wan kom bûne. Wê demê pêhesîna şerê taybet ê pir hêsan be û dê hêsantir be ku mirov li gor wê careke din li nexşerêya şoreşê vegere û bizanibe vê carê li kîjan quncik û welatî bi serhildanê li nava pergala dijmin bixe û wî qels bike, têkoşînê hê birêxistin bike û bi ser bixe.

Siyaseta hişk û nerm

Divê rewşa ku şoreş bi encam bûye û em di nava aramiyê de ne tu car neyê jiyîn. Em li dor xwe binihêrin, dijmin planên qirkirinê li ser gelê me dide meşandin. Ji bo têkbirina şoreş û herêmê dixwazin erdîngariya me ji nû ve saz bikin. Demografyaya herêma me didin guhertin, bi siyasetên sar û germ, hişik û nerm dixwazin şoreşê ji cewherê wê dûr bixin, pûç bikin. Bi çi awayî dibe bila bibe, divê tenê tiştek li bîra gelê kurd de be; xiyanet rê li ber hilweşîna şoreş û destketiyan vedike, dawiyê li xewnên nîvcomayî yên dapîr û bapîran tîne. Ev dê bibe sedem ku serdemeke din jî kurd jana qirkirin, parçebûn, bêwelatmayîn û bêyî nasnamebûyîneke demokratîk bijîn.

Divê li bîra ciwanên kurd be ku cangorî û lehengên serdema me jî xwedî xewn û xeyal bûn, lê xewn û xeyalên xwe kirin xizmeta mala mezin, fedekarî kirin û hê jî dikin. Divê bizanibin dema ku koçber dibin, pêşerojeke çawa li benda wan e û dê koçberî hest û civakbûyîna wan bikuje yan na; divê bizanibin ku koçberî mirovên ji robotan ava dike û dive baş bê zanîn ku jiyana herî biwate jiyana li gundan, li rex dayik û bavan e, jiyana di nava şoreş û şoreşgerên welatê xwe de ye. Ji ber ku koçberî bênasnamebûyîn, bêhêvîtî û bêbawerî, bêzimanî, bêçandiyê bi xwe re tîne û mirovan ji hebûna wan dûr dixe û dike mirovên li gor daxwaza dagirkeran.

Her şehadetek peyamek e

Em awirekî bidin goristanên şehîdan ên li bajar û herêman, ku her şehîdek xwedî çîrokek û cîhanek bû. Divê ku her kesa/ê ku li warê şoreşê dijî layiqî ked û xwîna wan wêrek û lehengan be, xwedî li mîrateya wan derbikeve û rêya wan bi rê û rêbazên dewlemendtir bişopîne; hê bêhtir li her çar aliyên welêt ji bo axa xwe bixebite, wê neterikîne û rewşa ku şoreş qediyaye nejî, hevaltiya bi axê re hê kûrtir bike, ji dapîr û bapîrên xwe dersan bigire ku wan di rojên herî zor de welatê xwe terk nekirin, îro neviyên wan bi çi heqî dê terk bikin û berê xwe bidin mirina bi saxî ya li welatên biyanî.

Di kêliya ku ciwanên îro rêya koçberiyê hildibijêrin hene. Lê dive ew baş bizanin ku ew dûrketina ji xwe ye. Divê berê wan her tim li welatê wan û şoreşê be. Ciwanên enternasyonal ji dehan welatan, bi ziman û çandên cuda berê xwe didin warê şoreşê. Li vir di oxira şoreşa ku bersiva hemû pirsên wan dide û di dawiya lêgerîna xwe de digihin şoreşa herî rast canê xwe didin û diyarî cîhanê dikin, dibin pira di navbera welatên rojavayî û Rojhilata Navîn de, anku dibin pira di navbera civak û hêzên demokratîk û gelê kurd de. Her şehadetek peyamek e, peymanek e û tîfaqek e di navbera gelan de.

Mezinkirin û xurtkirina şoreşê li her devera cîhanê erk û peywireke demê ye.