Gundekî Qosera Mêrdînê yê bi navê Boqetarê hebû, ew gund gelekî bi şorbeya xwe bi nav û deng bûn. Carekê mêvan zêde ne û xwediyê malê dibîne ku dê şorbe têra mêvanan neke. Mêvan ji gundê Hêşeriyê ne. Jixwe adetekî hêşiriyan jî hene bi komî diçin mêvandariyê. Diçin ku wekî kuliyan dikin li wê derê tiştekî nahêlin. Bi rastî camêran di mala xwe de jî nander û mêvanperwer in lê ev adeta wan a ku bi komî diçin mêvandariyan pişta mazûvanan dişkîne.
Kebaniya malê ji keça xwe re dibêje hinekî av germ bike da ku em li şorbê zêde bikin. Her keça wê avê lê zêde dike diya wê dibêje hîna jî zêde bike welehî wê têra mêvanan neke. dayik dibêje; ‘Heke şorbeya me têra mêvanan neke em ê di herêmê de bihetikin wê bêjin em çûn gundê Boqetarê em têr şorbe nekirin. Wê weke meseleya bûka xerziyan û pîvazê li me were’.
Meseleya bûka xerziyan jî wiha bû: Carekê bûka xerziyan di ber xwe de dibêje me got em ê xerziyan bikin ji bo têr pîvazan bixwin, vaye pîvaz jî di malê de nemane. Deng diçe xezûrê wê. Hema xezûrê wê diçe 2 çewal pîvaz dikire û tîne malê û dibêje ha keça min heta tu dikarî pîvazan bixwe û wê tanê li me neke.