Kurdistan yek ji welatên herî dewlemend ên dinyayê ye. Ev bi dewlemendiya çand, bawerî, têkiliyên aborî (bi çand û baweriyê ve têkildar) û hwd ve têkildar e. Yek ji awayên herî kevnar ên veşartina goriyan, dayîna goriyan a ji bo ajalan e. Qizqapanên zerdeştiyê û beriya wê mînakên vê kevneşopiyê ne. Hîna jî ji aliyê nav ve wekî domdariya vê li gelek deverên Kurdistanê gund û warên bi vî navî hene. Ev ji kevneşopiya toteman maye. Çawa ku di sersalan de ajalên totemî nêçîr kirine, wekî lêvegera xwezayî jî gava ku yek miriye cendekê wî/ê piştî bicihanînên dînî birine danîne ser qizqapanan û dane ajalên totemî. Li Kurdistanê ajalên wekî baz, şêr, mar, gur û hwd ji van ajalên totemî ne ku gorî (mirî) dane wan. Bes ev bi tenê ajalên goştxwir in. Gelek ajalên totemî yên çêrexwir jî hene. Qizqapan cihên bilind in. Piranî kevirekî di bejna mirov de li ser cihê bilind tê rastkirin û cendek li ser tê danîn. Hîna jî ji van keviran (mînakên destpêkê yên tenaşo û çardarê) li gelek gund û warên kevnar ên li Kurdistanê li cihên bilind mane.
Yek ji awayê veşartinê şewata di nav agir de ye. Ev kevneşopeke baweriya agir e ku hîna li gelek welatan pêk tê. Gorî di agir de tê şewitandin. Li gorî vê baweriyê mirov ji agir hatiye û divê cardin vegere agir. Beriya zayînê şopên vê kevneşopiyê li Kurdistanê gelek in. Hîna jî li nav kurdan wekî domdariya vê kevneşopiyê, li gelek deran heta sê rojan li ser gorê agir tê dadan. Veşartina gorî ya berdana nav avê li gelek derên dinyayê jî navdar e. Lê şopên ku berê kurdan jî di çeman de goriyên xwe berdane dixuyên. Bi taybet mîtolojiya hespê avê û baweriya anahît ku xwedawenda avê bû û heta hatina îslamê jî xwedî cihekî xurt bû, di vê hêlî de mînak in. Wekî domdariya mayîna di binhişê civakî de li Kurdistanê hin kuştin û xwekujî bi avêtin û xweavêtina avê (çem) pêk tên.
Di qirkirina Dêrsimê û hinekên din de ji bo nekevin destê neyaran xwe biroda berdana bi taybet jinên kurd dibe ku bi vê kevneşopiyê ve jî têkildar be. Dîsa wekî domdariya baweriya dara pîroz, miriyan li Kurdistanê di kokên (ray) daran de jî veşartine. Heta salên 1990î jî bi taybetî zarokên biçûk di rayên daran de vedişartin. Lê ev yek ji kevneşopên herî berfireh ên kurdan e. Berê li ber her gorekê darek diçikandin. Her mirov xwedî darekê bû. Dar, giyan û heqîqet bû. Lê li hinek herêman goristanê li dora dara pîroz ava dikirin. Ew dar, heqîqet û jinûvevejîna goriyan bû.
Li nav kurdan du awayên kêlikan heye ku yek kevir e yek jî dar e. Baweriya dara pîroz kevneşopeke xwedawendî ye. Veşartina miriyan di keviran de yek ji awayên herî navdar ên veşartinê ye li Kurdistanê. Çand û baweriya kevir li Kurdistanê gelek dêrîn e. Ji Xerabreşka Rihayê bigire heta şikeftên îroyîn ev didome. Kêlikên ji kevir yek ji mînakên vê baweriyê ne. Kevir wekî hestiyên dinyayê hatiye pejirandin. Lewma qewînbûn bi kevir pêkan hatiye dîtin. Ji bo vê jî mirî di keviran de hatine veşartin.
Îro olên yekxwedayî bi awayekî baweriyên axê û dara pîroz in jî. Lewma mirî îro wekî gelemperiya dinyayê li Kurdistanê jî bi gelemperî di axê de tên veşartin. Ji ber ku kevneşopa dara pîroz e jî, ji bo kurdan pir cudahî çênebûye. Ba, di baweriyên giyanewer ên Kurdistanê de jî hatiye hebandin. Piranî miriyên ku tên şewitandin didin bayê. Di zervaniyê de (ba û dem) hin şopên wê bixuyên jî bes dîtbariyeke şênber a ku gihîştiye dema me nîne ku pêşkurd an jî kurdan miriyên xwe dane bayê. Lê di wêjeya devkî ya kurdî de şopên wê hene. Veşartina goriyan a di xîmê malan de jî li Kurdistanê navdar e. Ev ji kevneşopiya perestgehan tê. Zarokên ku tên dinyayê û dişibin mezinên xwe, wekî giyana van miriyan hatine hesibandin. Mirî di malê de tên çalkirin û zarok dîsa li heman malê tên dinyayê. Ev, domdariyeke baweriya kirasguhertinê ye jî. Sedemeke girîng a ku navê pîrik û kalikan li zarokan tê kirin jî bi vê kevneşopî ve têkildar e. Veşartina li serê çiyayan jî li Kurdistanê navdar e. Çiya li nav kurdan mijara bawerkirinê ye jî. Lê di heyama navîn de piranî mirovên zana li çiyê hatine veşartin. Lê veşartina li çiyayan a miriyan têkiliya xwe divê ku bi baweriyên asîman re jî hebe. Wekî şev û stêrkên ku dest nagihîjinê, mirovên ku li çiyayan tên veşartin jî wekî ku bixwe ji ber çavan wenda bûne hatine nirxandin.
Kurdistana ku dergûşa mirovahiyê ye, bi çand û baweriyên xwe yên rengîn şahidî li dîroka mirovahiyê hemûyî dike. Bi tenê van awayên ku di vê nivîsê de hatin ziman bi serê xwe nêrîn û felsefeyeke kûr a mirovahiyê di nav xwe de dihewîne. Fêhmkirina vana, wateya jiyanê û bandora girîngiya çanda heyberî ya li ser baweriyan jî radixe ber çavan ku îro jî bi hişê civakê û derûniya mirovan vedinêrîne.
