23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şopdarên heqîqetê: Cîhan û Nazim

Dîlan Dîlok ji bo Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan got: "Armanca wan ronîkirina derewên dewleta tirk bû. Ev jî bû sedem ku bibin hedef. Armanca wan ji destpêkê ve ev bû. Wan berxwedana li qadê nîşan didan."

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema berxwedana gelan ji refên pêş ve dişopandin, di 19ê Kanûna 2024an de di êrişa SÎHAya dewleta tirk a li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest dan. Herdu rojnameger, dema li dû heqîqetê bûn û propagandayên reş ên tora di bin kontrola desthilatdariyê de pûç dikirin, ji ber ku bûbûn dengê heqîqetê, hatin kuştin.

Rojnameger Dîlan Dîlok li ser jiyan û rojnamegeriya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bîranînên xwe parve kir. Rojnameger Dîlan Dîlok a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Nazim û Cîhan re xebitî, rojnamegeriya herdu hevrêyên xwe yên li qada şer ji Ajansa Mezopotmayayê re nirxand.

Dîlan Dîlok anî ziman ku nêzî 15 sal berê Nazim nas kiriye û ew dema Nazim li Dîlok dixebitî, bi rêya serdanên malbatê wî nas kiriye. Dîla Dîlok, bal kişand ser dilpakî û jidilbûna Nazim û got: “Nazim endamekî malbatê bû, ew biçûya kîjan malê, dibû zarokê wê malê. Bi dilpakiya xwe, gel Nazim wekî zarokê xwe nas dikir. Li her çar parçeyên Kurdistanê ked û xebata Nazim heye. Me êdî ne tenê di serdanên malê de li nava xebatan jî hev didît. Nazim baweriya mirov vala dernedixist. Piştre ket girtîgehê, li Başûr û li Rojava rojnemevanî kir, keda Nazim li hemû parçeyên Kurdistanê heye. Li Rojava pêvajoyeke şoreş dest pê kir û Nazim hat vir.

Dîlan Dîlok çîroka nasîna xwe ya bi Cîhan re jî wiha got: “Nazim ez bi Cîhan re dam naskirin. Cîhan, hevaleke ku dixwest hevrêyên wê bi ser bikevin bû. Tehemula wê ji mirovên serneketî re tune bû. Dilnizm, bi ken û serkeftî bûn. Berî Cîhan jiyana xwe ji dest bide, ew di heman malê de bûn û mala wan wekî qada xebatê bû. Bi çûna malê re yekem tişta me dikir, lêkolîna nûçeyan bû. Me her tim têkildarî nûçeyan gotûbêj dikir. Herduyan jî xwe bi temamî dabûn xebata xwe. Dema bûyerên Minbicê qewimîn, yekem rojnamevanê ku çû Nazim bû. Paşê Cîhan çû herêmê. Armanca herduyan jî yek bû. Derewên medya Tirk, rastiya nûçeyên ku ji bo tirsandina gel tên çêkirin, ji hemû cîhanê re ragihînin. Nazim li Minbicê li saziyên Rêveberiya Xweser û nexweşxaneyan dîmen kişand. Cîhanê jî li ser Bendava Tişrînê pêşkêşiya nûçeyan kir û rastiya li herêmê nîşan da.”

Dîlan Dîlok destnîşan kir ku armanca wan ronîkirina derewên dewleta tirk bû û got: “Ev jî bû sedem ku bibin hedef. Armanca wan ji destpêkê ve ev bû. Wan berxwedana li qadê nîşan didan.

Dîlan Dîlok, diyar kir ku şerê Tişrînê gelek girîng û destanî ye û rola Nazim û Cîhan a di ragihandina vê destanê de wiha vegot: “Lehengên vê destanê Nazim û Cîhan in. Bi saya wan berxwedan derket holê. Heke Nazim û Cîhan nebûna, dewleta tirk dê bi rêya medya û medyaya dijîtal nîşan bida ku herêm bi temamî xistiye destê xwe. Wan, li gel şer, berxwedan jî nîşan dan; ewlehiya gel û şervanan derxistin holê. Wan îspat kir ku rola çapemeniyê ya di aştiyê û di şer de, di aşkerakirina rastiyên gel de girîng e. Nûçeyên wan û aşkerekirina dezenformasyonê, wan kir hedef. Nazim û Cîhan ji destpêkê ve hewl didan rastiyên gelekî derxin holê. Ji bo vê armancê ji warên xwe hatin qadên azadiyê û şehîd bûn. Herduyan jî îspat kirin ku ew bi rastî zarokên gel û rojnamegeran in.”

Dîlan Dîlok, got ku divê mirov wekî Nazim û Cîhan in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em peyrewên wan in. Çawa ku ew peyrewên Apê Mûsa û Gurbetelî Ersoz bûn û heta nefesa xwe ya dawî ji bo hêjayî wan bin têkoşiyan, divê em jî ji niha û şûn de, hêjayî Nazim û Cîhan bin. Bi vî awayî em ê nîşan bidin ku em hevrêyên Nazim û Cîhan in.”

Yek ji edîtorê ANHAyê rojnameger Ekrem Berekat ku bi Cîhan Bîlgîn re bi salan xebitî û Nazim Daştan jî ji nêz vê nas dikir, ji Ajansa Welat re axivî. Ekrem Berekat diyar kir ku nêzî 10 sal berê wî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nas kiriye û bi hev re demek dirêj xebitîne û got: “Min ji berê ve navê heval Nazim bihîstibû. Heval Nazim têkiliya çeteyên DAIŞ û dewleta tirk derxistibû holê, me ji wir navê wî bihîstibû. Ji bo min şansekî pir mezin bû ku min herdu heval nas kirin û em bi hev re xebitîn.”