MA-MAk-Wateya dayik, afirîner lê bar kiriye. Peyva “mê” ya ku dijberî peyva “nêr” e û zayenda mirovan ya bîyolojîk dinavîne jî ji heman navî tê. Me-Ma- cînavka kêsên sêyemîn ên pirjimar, kolektîvîzmê, giştîbûnê, pirbûnê îfade dike. Li hemberî takekesiyê, me îfade dike.
MAya– navê şaristaniya Mayayan e û di kirmanckî de jî ji bo dayikê “ma/maya” tê gotin.
Ahûra MAzda-Xwedayê qenciyê yê baweriya zerdûştiyê ye.
EhrîMAn-Xwedayê Xirabiyê yê dînê zerdûştiyê ye.
MAdiya– Welatê Madîan-Medan-Medyayê ye.
MAgî– rahîbên dînê zerdûştiyê ne.
MAzdek-Pêşeng û şoreşgerekî zerdûştî ye ku komînalîteyê diparêze.
MAnî-Pêxemberek e ku li ser şopa zerdûştiyê ye.
MAr-sembola nûbûn û jiyana bêdawî, nemiriyê; sembola tip û nûjdariyê ye. Di baweriya êzdayetiyêde pîroz e. Jin bi taybetiya xwe ya welidîn û jiyan afirandinê, zayînê berdewamiya jiyanê temsîl dikin.
Ji bo vê MAr mîna sembola MAkê hatiye qebûlkirin. Li ser dîwarên bawergeha êzidiyan, Laleşê hêj wêneyên wê hene. Her wiha li Xirabreşk û Newala Çorî gelek sembolên mar ên li ser keviran hatine xêzkirin derketin holê.
Efsaneya ŞahMAranê li Kurdistanê bi nav û deng e. Şahmaran ji bo MAr û MArov-Mirov zirarê nedin hev fedakariyê dike. Wekî dayik ji bo parastina zindeweran fedakariyê dike.
Ev peyva aryenîk a xas di gelek zimanên arî de hê jî hatiye parastin.
Meh-Moon(mûn)-moth (mof)- Sembola Xwedawenda ye.
Manastir-cihê komînalîteyê ye. Çanda dayiksalarî ya komînal didomîne.
Mason- “Ma”, dayîk e, “Son” jî zarok e û ev peyv tê wateya zarokên dayîkê. Terîqeteke xwedî kozmolojiyeke mîstîk e.
Navê Marîya, Maryem, Meryem jî bi heman awayî derbasî gelek zimanan bûye. Mînaka vê ya herî berbiçav 12 Marîya’yên di dînê Xiristiyaniyê de ye. Ji van MAriya MAG(K)delena hevsera Hz. Îsa ye.
Peyva Magic-Mecusî-Magusî di wateya sêhrê de derbasî gelek zimanan bûye. Berê rahîbên Mak-magî wekî sêhrbazan dihatin qebûlkirin. Navê wan wekî peyva sêhrê derbasî zimanên din bûye. Hin caran jî ev peyv di wateya Pîrhebok, Cadî de tê bikaranîn. Lê bingeha xwe jî rahîbên zerdûştî yên Magî digirin.
Ev nav heta bajarê kevnare yê Marî diçe. Ev bajarê di sala 1934’an de ji hêla arkeologê fransî Andrê Parrot ve hate dîtin, wekî çavkaniya dîrokê ye. Li gorî daneyan dîroka bajar heta 5 hezar sal berî zayînê diçe. Gelek kevnareyên dîrokî, bawergeh, tablet û peyker hatin dîtin. Bawergeh ji bo Îştar hatine çêkirin. Peyva Îştar jî ji kurdî derbasî zimanên din bûye. Îro jî mîna Stêrk di kurdî de tê bikaranîn. Ev peyv îro di gelek ferhengan de wekî peyveke aîdî zimanê Îbranî tê nirxandin lê tu îzaha wê nayê kirin. Tenê mîna “Jina ji îbadetê hez dike” derbas dibe. Lê rastî ew e ku me li jor bi lêv kiribû.
Behlûlê Mahî- Pêşengê Terîqeta Yarî ye û ji bo vejandina baweriya Zerdûştî-Êzdayetiyê têkoşiyaye. Wekî Nasreddîn Xoca derbasî çanda tirkan bûye. Li gorî hin çavkaniyan peyva “memik” jî ji heman rehê tê. Jixwe dema mirov lê dinihêre pêwendiyek di navbera mak-memik-mêjandin de heye. Ev rewş û lebat û kiryar li derdora jinê pêk tên.
Her wiha peyvên mîna “medek, mange, mamiz” jî ji heman kokê ne. Ango rol û rista reha “ma-mak”ê di gelek peyvan de xwe dide der.