Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî şer û pevçûnên li bajarê Suweydayê ku piranî durzî lê dijîn ên di navbera qebîleyên bedewiyan û şervanên herêmî de daxuyanî da. SOHRê da zanîn ku heta niha 37 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji van 27 jê durzî û 10 jî bedewî ne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 jê zarok 50 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Şamê jî îdia kir ku ev pevçûn ji ber rageşiyên di demên berê de kom bûne derketiye.