Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komeke paramîliter, li Gundê Arza yê elewiyan a li rojavayê Hemayê roja înê komkujiyek pêk anî.
Di encama de herî kêm 10 kesên elewî hatine kuştin. Hat ragihandin ku komkujî bi çekên bêdeng hatiye kirin.
Li gorî Televîzyona Sûriyeyê îro 2 endamên polîsên girêdayî rejîma berê ya Beşar Esed, li nêzî bajarokê El Muxtariyê ya li ser rêya Heleb-Lazqiyê di encama kemînekî de hatine kuştin.