10 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR: Heta niha li Siweydayê 2 hezar û 26 kes hatin kuştin

SOHRê ragihand ku cenazeyê 12 kesên winda hatiye dîtin. SOHRê da zanîn ku heta niha li Siwêdayê di êrîşan de 2 hezar û 26 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nexweşxaneya Miwasa û El Muştehid de cenazeyên 5 kesên ji 16ê Tîrmehê de dema êrişa li dijî parêzgeha Siwêdayê winda bûbûn, hatin dîtin. Li aliyê din jinek jî di nav de cenazeyên 7 kesên roja 13ê Tîrmehê bi guleyên hêzên hikûmeta veghêz a Sûriyê hatibû înfazkirin, hatin dîtin.

Li gorî bîlançoya nû hejmara kesên di êrişan de ji roja 13ê Tîrmehê ve hatin kuştin derket 2 hezar û 25 kesî. Belavbûna wan li gorî lîsteya li jêr wiha ye:

370 ji şêniyên Siwêdayê, ku piranî durzî ne, di nav wan de 162 sivîl in (21 zarok û 51 jin) û 12 kes jî di nav de 6 jin ne durzî ne.

477 çekdarên hikûmeta veguhêz, di nav wan de 40 ji eşîra Bedewî û çekdarekî Lubnanî jî heye.

15 çekdarên hikûmeta veguhêz bi bombebarana balafirên Îsraîlê hatin kuştin.

Yek jin bi giştî 3 kes, 2 ji wan nasnameya wan ne diyar e, di encama bombebarana balafirên Îsraîlê li ser avahiya Wezareta Parastinê ya Desthilata Şamê hatin kuştin.

2 xebatkarên ragihandinê di dema şerê li Siwêdayê de hatin kuştin.

769 welatiyên durzî, di nav wan de 73 jin, 15 zarok û kalepîrek heye. Di nav wan de 20 xebatkarên nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê, bi guleyên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê hatin înfazkirin.

Yek jê jin û yek zarok bi giştî 3 kesên ji eşîrên Bedewî, ji alyê çekdarên Durzî ve hatin kuştin.