Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da zanîn ku di 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê bi kêmanî 63 kes hatine kuştin.
Li gorî SOHRê, li gundê Ezîziyê yê Sehil El Xab ê Hemayê di êrîşa komeke çekdar de 3 kes hatin kuştin.
Der barê perava Sûriyeyê de jî, li Laziqiyê 50 kes û li Tertûsê jî 7 kes ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve bi guleyan hatin îdamkirin.
SOHRê destnîşan kir ku ji ber teqîna bermahiyên şer jî li bajarokê Neîma yê rojrhilatê Derayê kesek, li bajarokê Şefa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî kesek û li bajarokê Kefer Nibul ê başûrê Idlibê kesek din hatin kuştin.