Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de herî kêm 8 kes hatine kuştin.
SOHRê der barê mijarê de aşkera kir ku li bajarokê Gernaz ê gundewarê rojavayê Hemayê zarokeke keçîn ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da û li taxa Qisûr a bajarê Hemayê jî ciwanek di êrişeke bi kêran de hat kuştin.
Heman navendê diyar kir ku li bajarê Ezazê yê dagirkirî yên gundewarê bakurê Helebê kesek bi şaştî bi çeka ku kurê wî pê dilîst jiyana xwe ji dest da, li taxa Neşwa ya Rojava ya bajarê Hesekê jî ciwanek di encama pevçûna di navbera du malbatan de hat kuştin.
SOHRê da zanîn ku çekdarên nenas meleyê Mizgefta Salihîn a li Hemayê Şêx Mihemed Hac Yûsif (Ebû El Beraa) kuştin, li taxa Beyada ya li Humsê jî du ciwanên ji taîfeya Murşidiye kuştî di avahiyeke kavilkirî de hatin dîtin. Herwiha hate diyarkirin ku li otostrada Heresata ya gundewarê Şamê çekdarên nenas ciwanek kuşt.